19 meh in tu xeber ji Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Girtîgeha Tîpa F bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê nayên girtin û di bin tecrîdeke giran de tên ragirtin. Serlêdanên ji bo hevdîtina bi Adullah Ocalan û girtiyên din re bi hincetên wekî “cezayên dîsîplînê” û “qedexeya hevdîtinê” tên astengkirin.
Ji ber vê yekê bi pêşengiya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) 775 parêzer û ji Ewropa û Rojhilata Navîn jî bi sedan parêzeran serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê dabûn ku hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin. Lê heta niha wezaretê ne bi erênî û ne jî bi neyînî bersiva van serlêdanan nedaye.
Parêzerê OHD’î Dogûkan Taşdan tecrîda li ser Abdullah Ocalan û qedexekirina hevdîtinê nirxand.
Destpêka bêhiqûqiyê
Taşdan destnîşan kir ku şert û mercên tecrîda li Îmraliyê di serî de li ser gelê kurd, li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye û got ku ji bo Tirkiye ber bi rêvebiriyeke demokratîk ve biçe divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe. Taşdan, destnîşan kir ku li Îmraliyê bêhiqûqîtiyeke “îstisna” ya li gor şexsan tê pêkanîn û got ku ev “îstisna” ji bo li tevahiya civakê belav bibe taybetmendiyeke destpêkî di xwe de dihewîne. Taşdan, têkildarî vê rewşê wiha got: “Em dikarin rewşa li Îmraliyê wekî xala destpêkê ya bêhiqûqîtiya li girtîgehan qebûl bikin. Rewşa li girtîgehan bi Abdullah Ocalan dest pê kir. Piştî Abdullah Ocalan qedexekirina hevdîtina bi parêzeran re, qedexekirina pirtûk, kovar û nameyan, qedexekrina cezayên ragihandin û dîsîplînê eşkere bûn. Rakirina vê dorpêça bêhiqûqtiyê ya li ser Abdullah Ocalan di warê mirovên siyasetê dikin de jî xwedî taybetmendiyeke rênîşander a mezin e.”
Dijî rêgezan e
Bi domdarî Taşdan anî ziman ku piştî ku Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hatiye kirin girêdayî Serokatiya Girtîgeha Îmraliyê “Maseya Krîzê” hatiye çêkirin û Girtîgeha Îmraliyê bi vê maseyê tê birêvebirin. Taşdan ,destnîşan kir ku ev yek bi xwe bi tena serê xwe nîşaneya dijberiya rêgeza hiqûqê ye. Taşdan, wiha domand: “Têkildarî Abdullah Ocalan rejîmeke înfazê tê avakirin. Lewma heta li ber vê qanûna înfazê neyê sekinandin, dê her kes bandorê ji vê pirsgirêkê bigire.”
‘Mafê parastinê tê xespkirin’
Di berdewamê de Taşdan destnîşan kir ku bi “cezayên dîsîplînê” yên li Rêberê PKK’ê Abudllah Ocalan tên birîn û qedexkirina hevdîtinan binpkêrina mafê parastinê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hevdîtina bi parêzeran û malbatê re bi cezayên ‘dîsîplînê’ yên derî aqilan tên astengkirin. Hinceta van cezayan jî nayê teblîxkirin. Tu hêleke hiqûqî ya van rêbazên tên pêkanîn tune ye. Biryarên tên dayîn hemû siyasî ne. Di ser Abdullah Ocalan re dixwazin civakê biçewisînin. Li Îmraliyê mafê parastinê tê xespkirin. Abdullah Ocalan tê îşkencekirin. Jixwe saziyên navneteweyî têkildarî vê îşkenceyê rapor berpêş kiribûn.”
Taşdan bal kişand ser binpêkirina “mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan jî û got ku ev yek nayê qebûlkirin.
‘Divê cîhana hiqûqê deng derxe’
Taşdan anî ziman ku wî jî îmze daniye binî serlêdana ji bo demildest hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin û got ku lê Wezareta Dadê hê jî bersiva saziyên ku serlêdan kirine nedaye. Taşdan, axaftina xwe wiha qedand: “Heke em behsa dewleteke demokratîk bikin, heke bibêjin demokrasî heye pêşî divê li vê rewşa giran bê mêzekirin. Her roj mirov ji bo Abdullah Ocalan dadikevin kolanan. Her wiha sosyalîst û welatperwer ji bo vê têdikoşin. Çareserkirina vê meseleyê, tê wateya bêhnstendina civakê. Heta ev rewş bidome dê xwîn ji birîna civakê bê. Lewma divê baro û yekitiyên bariyan û tevahiya cîhana hiqûqî li dijî tecrîda li Îmraliyê têbikoşin û deng derxin.”