Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cuma - 13 Eylül 2024

Îmrali nêztire ji Şamê!

Dewleta tirk ji bo qirkirina kurdan li her derê agir dibarîne û tank û topên xwe li her derê belav kirine û axa Kurdistanê dişewitînin. Lê heta niha jî ji wan be bi kuştinê wê kurd qir bibin û xilas bibin. Lê wer xuya ye ku dîroka kurdan hîne jî baş nexwandine ku her cara xwestine wan tune bikin, hîne zêde bi kîn rabûne û zilm qebûl nekirine.

Niha ji bo kurdan belawela bikin, dewleta tirk bi her awayî diqilqile û ji deriyekî diçe deriyekî din. Li deriyê xerbê dixe ji bo çekan û teknîkê ji wan bistîne, li deriyê Amerîka dixe da balafiran bidin wan, berê xwe dide Bexdayê da ku li dijî kurdan bi wan re be û xwe xwariye ku biçe Şamê da li dijî kurdan li Rojava tevgereke din çêbike.

Li ser vê dijminatiya li hember kurdan Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan berî çend rojan bang li desthilata tirk kir û got: “Em ji vî eqlê dagirker dipirsin. Ma heta kengî dijminatiya kurdan? Dê dijminatiya kurdan çi bi we bide qezenbckirin? Li şûna çareseriyê hûnê heta kengî  binkeyên leşkerî û qereqolan ava bikin?”

Girêdayî van gotinên Bekirhan pêjajoya aştiyê ya di sala 2013’an de tê bîra her kesî ku çawa pêre herêm geş bû û her kes di jiyanê de rihet bû. Lê desthilata tirk ev pêvajo xerab kir ku pê re rewşa Turkiyê jî serûbinî hev kir. Ji wan be ew ê kurdan qetil bikin û ji xwe re li ser piştê razin? Bi taybet li nava Sûriyeyê, dewleta tirk ji bo Rojava di asta jor de DAIŞ xwedî kir û bi hezaran çete bi çek kirin û derbasî vî welatî kirin da ku kurdan biqedîne, lê kurd roj bi roj mezin bûn û bûn aktorên sereke li herêmê. Piştî ewqas dem ku bi hemû rengan hewl da wan ji nav bibe û negihîşt serî, vê carê hemû siyaseta xwe guhert û niha li ber lingên Şamê û Esed ê “qatîl” digere da ji bo xwe qaşo çareyekê bibîne. Lê carne ew çareya li gorî wan, dibe wekî kesê ku Mair di paxila xwe de xwedîke. Ji ber li ser riya Şamê gelek daif û mayîn hene û ne riyekî hêsan e. Li ser vê rê gelek bend û girêk hene û her girêkek ji bo vebe şertên wê hene ku divê tawîz bên dayîn.

Ger difikirin ev lihevkirinên bi derûdorê re ji bo kêmkirina kurdan ew ê çare bin, bila be, lê  kurd êdî li her deverê bûne hêzek. Li Rojava aktorekî çareseriyê yê sereke û bi hêz in, li bakur û Tirkiyeyêdi nava Siyasetê de xwedî rol in, li Başûr hene û li Rojhilat ne bê çare ne. Lê ger bi taybet dewelta tirk çareseriyeke demdirêj ku wê jî bi hêz bike digere,  Îmralî nêztir e ji Şamê û çûna wir ne zehmetir e. Birêz Ocalan çareseriyê pêşkeş dike.

Nûçeyên Têkildar