Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Îmrek: Tirkiye bi çareserkirina pirsgirêka kurd dikare asayî bibe

Nivîskar Ender Îrmek diyar kir ku Tirkiye bi çareserkirina pirsgirêka kurd dikare hinek asayî bibe û wiha got: “Ev yek jî bi vekirina rûpeleke nû pêkan e.”

Tirkiye ku li ser xirbeyên Împaratoriya Osmanî hatiye avakirin, dikeve sedsala duyemîn. Komara ku li ser bingeha peymana tirkîtiyê hatiye avakirin, di çarçoveya konsepta tunekirin û înkarê de pirsgirêka kurd çareser nekir. Tevî hemû israr û hewldanên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî, AKP’ê di 21 salên îktîdara xwe de di bin navê “çareseriyê” de polîtîkaya tesfiyekirinê meşand. Di qonaxa herî dawî de jî bi HUDA-PAR’ê re tifaq ava kir. Li hêla din jî Tifaqa Milet bi soza demokrasiyê dikeve hilbijartinan û namzetê serokkomariyê yê tifaqa Kemal Kiliçdaroglû di hevdîtina xwe ya bi hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, Meclis weke navnîşan diyar kir.

Nivîskar Ender Îrmek bal kişand ser sicîla CHP’ê ya di mijara pirsgirêka kurd de û got ku ji bo Tirkiye bikeve pêvajoyeke asayî, weke gava ewil divê deriyên Îmraliyê bên vekirin. Îrmek, got ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan îradeya gelê kurd e û ev tişt anî ziman: “Rola birêz Ocalan a di çareserkirina pirgsirêkê de diyarker e. Divê ev pirsgirêk di çarçoveya hesabên îktîdarê de neyê destgirtin. Her wiha Abdullah Ocalan bikare bi parêzer, malbat û şexsiyetên cuda yên dixwazin pê re nîqaşan bikin re hevdîtinan bike. Divê ev derfet bên afirandin.”

Îradeya li çar parçeyan dabeş bûy

Îmrek, got ku sedema bingehîn a pirsgirêka kurd, polîtîkaya înkar û tunekirinê ye û wiha domand: “Ji roja Peymana Qesr-î Şîrîn heta niha ev pirsgirêk didome. Di Peymana Sykes-Picot a di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de jî nexşerêyeke ne li gorî maf û hebûna neteweyî û welatê hevpar ê gelê kurd hat xêzkirin. Xaka neteweya kurd hat dabeşkirin û beşekê wê di nava sînorên Tirkiyeyê de, beşên din jî di nava sînorên Îran, Sûriye û Iraqê de ma. Îradeya gelekî dabeşî çar parçeyan kirin. Di salên ewil ên komarê de Mûstafa Kemal pirsgirêka kurd qebûl kir û bi aşkereyî digot ku divê herêmên kurdan weke herêmên xweser bên birêvebirin. Lewma Destûra Bingehîn a 1921’an girîng e. Lê li gorî wê destûrê tevnegeriyan. Bi qebûlkirina Destûra Bingehîn a 1924’an re jî feraseta yekperest serdest bû. Ev destûra bingehîn jî bû nexşerêya tirkperestî û îslamperestiyê. Lewma li dijî wê bertek hatin nîşandan. Her tim bi afirandina dijminên navxweyî û derve hewl dan vê nexşerêyê bi cih bînin.”

Destkeftiyên kurdan

Di berdewamê de Îmrek got ku xweparastina kurdan a li dijî konsepta înkar û tunekirinê rewa ye û wiha pê de çû: “Bi taybet jî bi darbeya 12’ê Îlona 1980’an ve îşkenceyên giran hatin kirin û li dijî kurdan hewldaneke nû dest pê kir. Vê jî têkoşîna kurdan guherand. Pêvajoyeke zêdetirî 50 sala ye. Van pêvajoyan rê li ber bedelên giran vekir. Rêveberiyên Tirkiyeyê car bi car ev pirsgirêk xistin rojeva xwe û di serdema AKP’ê de jî maseyeke muzakereyan hat avakirin lê çîna serdest û hêzên nîjadperest û şoven nexwestin vê pirsgirêkê çareser bikin. Partiyên Tirkiyeyê tu gavên xurt neavêtin. Hinek pêşketinên heyî jî bi saya bedelên giran ên gelê kurd çêbûn. Anku kurdan bi saya têkoşîna xwe hinek destkeftî bi dest xistin.”

‘Divê tavilê derî bên vekirin’

Bi domdarî Îmrek bal kişand ser rola Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di çareserkirina pirsgirêka kurd de û ev tişt anî ziman: “Em qala siyasetmetdarekî kurd dikin ku gelê kurd weke nûnerê îradeya xwe dibîne. Heke Tirkiye bikeve pêvajoyeke asayî, heke xwe ji vê rêveberiya nîjadperest û faşîst xelas bike, heke xwe ji polîtîkayên wê xelas bike; divê ev mijar li gorî hesabên polîtîk, bi rêya hegemonyaya îktîdara siyasî ya li ser darazê û hesabên îktîdarê yên van weke şantajekê bi kar tîne neyê destgirtin. Ji van tevek cuda, divê tavilê derfet bên afirandin ku Abdullah Ocalan bikare bi parêzer, malbat û şexsiyetên cuda yên dixwazin pê re nîqaşan bikin hevdîtinan bike.”

Sicîla CHP’ê ya pirsgirêka kurd

Nivîskar Îmrek serdana Kiliçdaroglû ya HDP’ê wiha nirxand: “Navnîşana çareseriyê weke Meclis hat nîşandan û ev tiştekî erênî ye. Lê CHP’ê di vê serdemê de jî ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bernameyeke şênber aşkere nekiriye. Pirsgirêka kurd û mijarên weke perwerdeya bi zimanê dayikê bikeve rojevê, CHP’ê tavilê dibêje; ‘dê welêt parçe bibe, zimanê fermî heye, ji bilî wî bi tu zimanên din perwerde nabe.’ Lê weke ku her kes dibîne, di pêvajoya dawî de di nava CHP’ê de hinek guherînin û veguherîn hene. Zext lê tê kirin ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin û mafên gelên kurd di makeqanûnê de misoger bibin. Divê ev hîn zêdetir bibin.”

Di pirsgirêka kurd de muxatab kî ye?

Herî dawî jî Îrmek wiha got: “Dê pirsgirêka kurd ji ewil li Meclisê bê nîqaşkirin. Lê muxatabên gelê kurd tenê bi Meclisê bisînor nînin. Hem Abdullah Ocalan û hem jî PKK muxatab e. Tiştekî bêyî vê rastiyê mumkin nîne. Divê bi hemû derdorên di pirsgirêka kurd de muxataban re were axaftin.

Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, li pêşiya CHP’ê şenseke pir mezin heye. Hewceye were vegotin bê ka çareserkirina pirsgirêka kurd çiqas girîng e. Hewcehiya me ne bi Tirkiyeyeke ku bi SÎHA û şer pesnê xwe dide lê hewcehiya me bi welatekî ku bi aştî, azadî, refah, perwerde û tenduristiyê pesnê xwe dide heye. Ji bo vê jî divê em tevek têbikoşin. Heke CHP di çareserkirina pirsgirêka kurd de bikare rêyeke baş bigire, heke bikare muzakereyên baş bi Tifaqa Ked û Azadiyê re bike, heke mijara kurdan bikare bi aliyên cuda li Meclisê nîqaş bike, gelek tişt dikarin werin guherandin. Weke mînak; berdana siyasetmedarên kurd ên girtî û bi çendek gavên din dikarin dest pê bikin. Heke pêvajo tavilê ber bi başiyê ve biçe, dikarin rûpeleke nû vekin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar