Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Îmzekarên aştiyê: Ji bo aştiyeke mayînde divê tecrîd rabe

Nivîskar û hunermendên ku li Stenbol û Amedê deklarasyona “Em bibin dengek ji bo aştiyê” îmze kirin diyar kirin ku ji bo aştiyeke mayînde divê beriya her tiştekî tecrîda li Îmraliyê bê rakirin.

Hunermend, rexnegirên hunerên, nivîskar, derhêner, lîstikvan, wênesaz û akademîsyenên hunerê jî di nav de bi giştî 564 kesan duh li Amed û Stenbolê deklarasyona “Em bibin dengek ji bo aştiyê” parve kirin. Di deklarasyonê de hat diyarkirin ku pirsgirêkên li welêt dikare bi rêbaza muzakereyê bên çareserkirin û ev bang hate kirin: “Ji bo aştiya civakî wêrek bin. Divê hikûmet dev ji siyaseta zext, tecrîd û şer berde. Hewceye ji diyalog û axaftinê netirsin.”

Hunermend Cevdet Bagca, rexnegirê hunerê-wênesaz Feyyaz Yaman, nivîskar Firat Cewerî, derhêner Haşîm Aydemîr, derhêner Îlham Bakir, lîstikvan Julîde Kural, hunermend Mîkaîl Aslan, derhênera belgefîlm sînemayê Nejla Demîrcî, wênesaz Ozcan Yaman, wênesaz Sevînç Altan, derhêner Sirri Sureyya Onder, akademîsyena şanoyê Sureyya Karacabey û bestekar-gotinnûs Şanar Yurdatapan jî di nava îmzekerên deklarasyonê de cih girtin.

Nivîskar û hunermendên deklarasyon îmze kirin têkildarî mijarê axivîn.

Ji hunermendan Celal Ekîn diyar kir ku dixwazin bi deklarasyonê re bibin dengê aştiyê. Ekîn, destnîşan kir ku daxwaza aştiyê ya kurdan heye û tu caran ji vê daxwazê paşvegav neavêtine. Ekîn, got ku ji bo aştiyeke mayînde divê beriya her tiştekî tecrîda li Îmraliyê bê rakirin.

Di berdewamê de Ekîn anî ziman ku tecrîd ne tenê li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û girtiya tê meşandin û wiha pê de çû: “Ji qada siyasetê heta çand û ziman, li ser her qadê tecrîd heye. Ji bo rakirina tecrîdê divê her kes ji daxwaza aştiyê bibawer be û vê daxwazê bîne ziman. Ji bo vê jî hemû bar dikeve ser milê nivîskar û rewşenbîran. Daxwaza me, aştiyeke mayîn de ye. Ji bo şer bidawî bibe dê têkoşîna me bidome. Heke hewce bike em ê ji bo aştiyê şer bikin.

Hunermend Îlyas Arzu jî bi bîr xist ku şer û pevçûn ev 40 sal in didomin û got ku divê hunermend li dijî şer bisekinin. Arzu, wiha domand: “Di şer de her tim jin û zarok zirarê dibînin. Lewma em li dijî şer in. Peywira hunermend ew e ku civakê pêş bixe û rêya aştî û aramiyê veke.”

Arzu, bi lêv kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan li her kesên daxwaza aştî 3u azadiyê dikin tê ferzkirin û wiha pê de çû: “Pergalekî pir dijwar heye. Em dixwazin aştî pêk bê, pêvajoyeke nû dest pê bike û pirsgirêka kurd çareser bibe. Em şer naxwazin. Pêdiviya gelan bi şer nîne, îktîdar şeran derdixin. Lewma em naxwazin. Her wiha em tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan qebûl nakin. Divê hewldanên ji bo aştiyê zêdetir bin. Bendewariya me ew e ku gelê me bêhtir tev li çalakiyên ji bo aştî û azadiyê bibe.”

Helbestvan Onder Kizilkaya jî daxuyand ku sedema xitimîna siyasetê li Tirkiyeyê neçareserkirina pirsgirêka kurd e û wiha got: “Îktîdar hewl dide vê pirsgirêkê bi rêya tundiyê çareer bike. Divê li dijî vê polîtîkayê, zimanê aştiyê bê afirandin. Weke hunermendên li dijî kedxwarî û newekheviyê, em dixwazin vî zimanî bi bîra siyasetmedaran bînin. Pirsgirêka kurd bi sala ye didome û bedelên mezin hatin dayîn. Em jî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê hatin gel hev. Heta ku di vê mijarê de gavek tê avêtin jî em ê her bên gel hev.”

Kizilkaya, diyar kir muxatabên çareseriya pirsgirêka kurd di girtîgehê de ne û axaftina xwe wiha qedand: “Divê girtiyên siyasî bên berdan. Partiyên siyasî û rewşenbîr dikarin di çareserkirina pirsgirêka kurd sûdwer bin. Divê îktîdar bi DEM Partiyê, rewşenbîr û nivîskaran re bê gel hev. Di pêvajoya çareseriyê de çareserî heta astekî pêş ketibû. Ji bo zindîkirina vê pêvajoyê divê dîsa guftûgo bê destpêkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar