Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

Îmzeyên li dijî darvekirina Pexşan û Şerîfe ji rêxistinên sivîl re şand

YRJ'ê 36 hezar û 398 îmzeyên di çarçoveya kampanyaya “Na ji darvekirinê re” de kom kiribûn, ji 14 rêxistin û sendîkayên rojnamevanan, Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan, hiqûqnas û parazvanên mafên mirovan re şandin.

Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) 12’ê tebaxê (2024) li hemberî biryarên darvekirinê ku dadgehên Îranê derbarê rojnamevan û çalakvanên jin Şerîfe Muhemedî û Pexşan Ezîzî de dabûn, kampanyaya “Na ji darvekirinê re” dabû destpêkirin.

Piştî kampanyaya 14 rojan dom kir, YRJ’ê 26’ê tebaxê bi civînek çapemeniyê encam eşkere kirin û diyar kir ku ji rojnamevan, siyasetmedar, rewşenbîr, çalakvan, endamên saziyên sivîl, jinan, saziyên hiqûqî yên ji herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê, çar parçeyên Kurdistanê, welatên Rojhilata Navîn ên wekî Lubnan, Misir, Mexirb, Tûnis û welatiyên Ewropayê 36 hezar û 398 îmze hatine komkirin.

Di civînê de hatibû detnîşankirin ku wê îmzeyên hatine komkirin ji saziyên rojnamevan û mafên mirovan re bên şandin.

Li gorî agahiyên ji Desteya Rêveber a YRJ’ê hatine wergirtin, îmzeyên hatine komkirin ji Komîteya Parastina Rojnamevanan, Yekitiya Rojnamevanan a Navneteweyî, Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas, Ajansa Reuters, Sendîkaya Rojnamevanên Umanê, Sendîkaya Rojnamevanên Somalê, Sendîkaya Rojnamevanên Urdunê, Sendîkaya Rojnamevanên Lubnanê, Sendîkaya Rojnamevanên Misrê, Sendîkaya Rojnamevanan a başûrê Kurdistanê, Navenda Mîtro ya li başûrê Kurdistanê, Rêxistina MidPoint, Yekitiya Rojnamevaniya Erebî ya Navneteweyî, Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Navneteweyî û ji gelek hiqûqnas, parazvanên mafên mirovan e hatine şandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar