Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Înce li Mêrdînê axivî: Tola Enqere û Stenbolê hiltînin

Parlamenterê berê yê CHP’ê Muharrem Înce li Mêrdînê hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Fîgen Altindag ziyaret kir. Di serdanê de Înce got ku siyaseta Tirkiyeyê niha di dorpêçê de ye û AKP tola Enqere û Stenbolê hiltîne

Li ser fermana wezareta karê hundir, hevşaredarên Mêrdînê yên HDP’î Ahmet Turk û Fîgen Altindag ji wezîfeyê hatin girtin û waliyê Mêrdînê Mûstafa Yaman weke qeyûm hate tayînkirin. Parlamenterê CHP’ê yê berê Muharrem Înce îro çû serdana Turk û Altindag. Serdan li avahiya HDP’ê ya Mêrdînê pêk hat û wekîlên HDP’ê û hevşaredaran Înce pêşwazî kir.

Di serdanê de hevşaredar Ahmet Turk û Fîgen Altindag der barê xebatên şaredariyê de Muharrem Înce agahdar kir. Piştre jî civîna çapemeniyê hate lidarxistin. Di civînê de ji ewil Ahmet Turk axivî û bal kişand ser pêkanîna qeyûm Mûstafa Yaman û got ku ji serokomar û wezîrên AKP’ê re diyarî kirîne.

‘Daliqandina wêneyên Erdogan rezalet e’

Piştre jî Înce axivî û wiha got: “Em siyaseta xwe di çarçoveya rêgezan de dikin û di dema siyasetê de jî em her tim rêgezan difikirin. Me di navbera tu neteweyan de cudahiya siyasetê nekiriye. Tekane derdê me xwedîderketina li demokrasiyê ye. Di dema qeyûman de li her darek û dîrekekê wêneyên Erdogan hatine daliqandin. Ev yek rezalete. Pereyê xwe avêtine kolanê. Ger ku tu nekarî têkevî dilê gel, wê demê dê derkevî ser dîrekê. Mîna welatê Sedam e. Li ser her dîrekekê wêneyek.”

‘Tiştê hatiye kirin ne li gorî hiqûqê ye’

Di berdewamê de jî Înce got ku Ahmet Turk ji hêla gelê Mêrdînê ve hatiye hilbijartin û ev tişt anî ziman: “Encamek derketiye lê naecibîne. Dibêje; ‘Ez ê te ji peywirê bigirim.’ Wê demê tu çima destûrê didî ku bikeve hilbijartinê? Mafê te heye tu kesekî ji peywirê bigirî lê divê li gorî hiqûqê be. Biryareke dadgehê heye? Biryareke teqez heye? Nîne. Ger ku nebe, wê demê tu nikarî ji peywirê bigirî. Tiştê hatiye kirin ne li gorî hiqûq û exlaqî ye.”

‘Piştgiriya me bi we re ye’

Înce wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber ku piştgiriya gel winda kiriye, tola xwe hiltîne. Ev ne tenê bûyera Mêrdînê ye. Tolhildana ji Stenbol, Enqere û Antalyayê ye. Tolhildaneke giştî ye. Ya hatiye kirin xespkirina rayeyê ye. Divê em hemû xwedî li vê derkevin. Divê em şaştiyên xwe yên berê bidin aliyekî û bi hemû hêza xwe pêşeroja xwe ava bikin. Kî dê çi bibêje ev ewqas muhim nîne. Divê encama ji sindoqê derketiye bê qebûlkirin. Piştgiriya me bi we re ye. Piştgiriya me ji bo demokrasî û sindoqê ye.”

Piştî axaftinan hevdîtin ji çapemeniyê re girtî dewam kir. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar