Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Înfaz gorên komî û bîr têra şênberiyê nakin gelo?’

 

Parêzerê Doza JÎTEM’ê ya Qoserê Erdal Kuzu hinceta biryarê ya dadgehê ji bo dozê da nirxand û wiha got: “Ji bilî înfazkirina bêdaraz a van mirovan çi şahid dixwazin? Delîlên derketin holê, gorên komî û bîrên 20 metreyî kûr kurtahiya her tiştî ye. Ev têr nakin gelo?”

Li navçeya Qosera Mêrdînê di navbera salên 1992-1996’an de 22 welatî ji aliyê leşker û cerdevanan ve hatibûn kuştin. Derbarê bûyerê de doz hat vekirin. Navê “Doza JÎTEM’ê ya Qoserê” lê hat kirin. Biryara hinceta dozê hat aşkerekirin. Di tîrmeha 2014’an de îdianame hat amadekirin. 9 kesên bersûc di îdianameyê de hebûn. Serkêşê 9 kesan fermandarê wê demê yê Qoserê Hasan Atîlla Ugur e. 9 bersûc di doza hat dîtin de hatin beratkirin. Dadgehê hinceta biryarê aşkere kir û di biryara xwe de got rêxistina bi navê JÎTEM’ê nehatiye tespîtkirin û delîlên derbarê JÎTEM’ê de li ser îfadeyên razber e.

Ji parêzerên dozê Erdal Kuzu hinceta biryarê ya dadgehê nirxand. Kuzu da zanîn ku di dema darizandinê de ji bo doz were bêîtîbarkirin serî li her riyê dan û îdiaya dosye “beyanên razber bi şahidên nepen pêk hatiye” rastiyê nîşan nade. Kuzu diyar kir ku hemû delîl û îfadeyên hatine dayîn şênber in û dozek şênber bû.

‘Dewlet li ser sûc hat girtin’

Kuzu da zanîn ku dosyeyê hebûna JÎTEM’ê bi her aliyan dozek her tiştî zelal derdixe holê û wiha got: “Dixwazin bi ser girtina dozê hemû kirin û hovîtiya dewletê veşêrin. Bi dosyeya JÎTEM’a Qoserê re dewlet li ser sûc hat girtin. Wê kes nikaribe ser vê hovîtiyê bigire. Li dijî kurdan cudakariyê dikin. Di şûna sûcdaran de kurdan sûcdar dikin.”

‘Dewlet bi xwe hebûna JÎTEM’ê dipiarêz e’

Kuzu anî ziman ku hinceta biryarê ji 237 rûpelan pêk tê lê ancak tenê rûpelek ji bo nirxandina delîlan veqetandine û neqebûlkirina JÎTEM’ê tenê bi du hevokan vegotine û ev yek jî nayê qebûlkirin. Kuzu da zanîn ku dema ew hemû kirinên li Qoserê dinêrin û hûrguliyên dosyeyê dinirxînin JÎTEM derdikeve holê. Jixwe dewlet bi xwe jî JÎTEM’ê tune nahesibîne. Delîlên di dosyeyê de jî ji nedîtî ve hatine.”

‘Konjonktura siyasî dixwaze ser bê girtin’

Kuzu got di şexsê dosyeya JÎTEM’a Qoserê de hemû şênberiya hemû dosyeyên JÎTEM’ê ye û destpêkirina vê darizandinê hemû dozên din jî gihand zelaliyê. Kuzu diyar kir ku yek ji şênberiya dosyeyê jî dîtina hestiyên Necat û Nurettîn Yalçinkaya yên birayê hev ku hestiyên wan di bîrê de hat dîtin e. Kuzu got ev encama dadgeh ji darazandinek serbixwe û micid dûr e û ji edaletê bêpar e. Kuzu destnîşan kir ku konjonktura siyasî dixwaze van dozên mîna yên JÎTEM’ê hemû ser wan bê girtin.

‘Delîl, gor, bîr têr nakin gelo?’

Kuzu bi bîr xist ku di rojên pêş wan de dê Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê jî were dîtin û ew bi metirsin biryarek wek doza JÎTEM’a Qoserê were dayîn û ew ê li dijî vê bêhiqûqiyê têkoşîna xwe ya hiqûqê dewam bikin. Kuzu wiha got: “Ez difikirim ji bilî delîlên ewqas înfaza bêdaraz a van mirovan çi heye? Delîlên derketin holê, gorên komî û bîrên 20 metreyî kûr şênberî û kurtahiya her tiştî ye. Ev têr nakin gelo? Civak bi giştî dizane ku ev cînayet ji aliyê kî ve hatine kirin.” MÊRDÎN

 

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar