Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Înfaza girtî Hurriyet Dogan hat şewitandin

Hurriyet Dogan ku di Girtîgeha Şakranê de ye, înfaza wê hat şewitandin. Berdana Dogan 10 mehan hat taloqkirin

Hurriyet Dogan ku di Girtîgeha Şakranê ya Jinan de ye, înfaza xwe temam kiriye lê dîsa jî nayê berdan. Dogan ku di sala 2005’an de hatiye girtin, bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ 19 sal û 6meh ecza lê hatiye birîn. Di 2012’an de ji Edeneyê sirgûnî Girtîgeha Şakranê ya Jinan hat kirin. Diviyabû di 3’yê çileya 2022’yan de bihatana berdan lê dozgerê Komîsyona Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê bi hinceta greva birçîbûnê û cezayên hucreyê berdana Doganê 10 mehan taloq kir.

Hurriyet Dogan, di 31’ê adarê de telefonê birayê xwe Vedat Dogan kir û ragihand ku înfaza wê hatiye şewitandin.

Înfaza wê hat şewitandin

Têkildarî mijarê Vedat Dogan wiha got: “Di 27’ê kanûnê de gardiyan xwişka min dibin odeyekê. Di nav heyeta ku xwe wekî civaknas, derûnas û dozger dide nas kirin dozger jî hebûye. Dozger ji xwişka min re gotiye ‘bi qasî ku me raçav kiriye tu ne poşman î’ û bi hinceta çalakiyên grevabirçîbûnê û cezayên hucreyê înfaza wê dişewitînin. Xwişka min jî ji dozger re dibêje, tu bi van pirsan sûc dikî û ber wî radibe.”

Dê îtiraz bike

Dogan diyar kir ku li girtîgehan girtî bi pêkanînên kêfî re rû bi rû dimînin û ev tişt anî ziman: “Xwişka min tenê bi vê re rû bi rû nemaye. Bi hezaran girtî bi awayekî kêfî nayên berdan. Dê parêzer ji bo vê daxwaznameya îtirazê bide girtîgehê. Li gor encama daxwaznameyê çi hewce be em ê bikin. Bila her kes hay ji van pêkanînên bêhiqûqî hebe. Em ê vê bêhiqûqîtiyê li her derî bînin ziman.”

Armanc serêtewandin e

Her wiha Dogan destnîşan kir ku Komîsyona Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê bi hiqûqa dijminatiyê nêzî kurdan dibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pir aşkera ye ku tu eleqeya van komîsyonan bi hiqûqê re tune ye. Komîyonên kêfî ne. Ji bo girtiyan bernedin li gor xwe kirasekî difesilînin. Ev helwest di hiqûqa dijminatiyê de jî tune ye. Dixwazin bi van rêbazan serî li girtiyan bitewînin. Îktîdar bi xwe jî dizane ku dê bi vî awayî negihêje tu mexsedan. Dadgehek li gor xwe çêkirine û bi vê înfazan dişewitînin.” ÎZMÎR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar