Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Înîsiyatîfa ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ bi CPT re hevdîtin kir

Înîsiyatîfa ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ ji 1'ê kanûnê ve li Strasbourgê çalakiyê dike. Di roja 14'an a çalakiyê de hevdîtin bi rayedarên Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) re hevdîtin hat kirin

Çalakiya li bajarê Strasbourg ê Fransayê bi dirûşma ‘Azadî dê bi ser bikeve; Ji bo Abdullah Ocalan bikeve nava liv û tevgerê’ pêk tê. Di roja 14’an de jî Hevserokên KCDK-E, hevserokên navendên civaka demokratîk ên di bin sîwana KCDK-E’yê de ne, nûnerên saziyên baweriyan ên li Ewropayê, FEDA, Koordînasyona Êzidiyan û nûnertiya jinan dest bi çalakiyê kirin.

Hevserok û nûnerên saziyên baweriyan sibehê saet di 10:00 de li qada çalakiyê li hev civiyan û saet di 11:00 de dosyayek li ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwazên xwe radestî Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) kirin. Bi navê çalakgeran Hevserokên KCDK-E’yê Fatoş Goksûngûr û Yuksel Koç ji aliyê heyetekê ve hat pêşwazîkirin.

Piştî hevdîtina ku nêzî nîv saetê dewam kir, Hevserokê KCDK-E’yê hatin qada çalakiyê û saet der dora 11:40’î li ser naveroka hevdîtinê daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de Yuksel Koç ev tişt anî ziman: “Bi navê hevserokan hemûyan tevî hevrêya xwe Fatoş Goksûngûr me bi CPT re hevdîtinek çêkir. Bi navê maseya Tirkiyeyê ya CPT du kesan em pêşwazî kir. Kesên ku me hevdîtin bi wan re kir, beriya niha 2 caran çûne girtîgeha Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtin kirine. Di vê hevdîtinê de me got ‘Me heta niha gelek dosya gihand ber destê we. Em careke din bi heman daxwazê hatin. Bi navê hevserokên saziyên kurdan ên li Ewropayê em hatin’. Ji me re wiha gotin ‘Hin hevalên we ji me re gotin ku heta daxwazên di dosyayê de pêşkêş kirine bi cih neyên anîn em ê ji vir neçin’.

Min jî ji wan re got ku ev daxwaz daxwazeke rast e û careke din destnîşan kir ku eger daxwazên me bi cih neyên anîn, weke KCDK-E em ê çalakî û berxwedana xwe ya li vê derê dewam bikin. Me got, ‘Girtîgeha Girava Îmraliyê bi tena serê xwe sîstemeke îşkenceyê ye. Em teqez qebûl nakin. CPT komîteya pêşîlêgirtina îşkenceyê ye. Wê demê ji kerema xwe re daxwazên me bi cih bînin’. Şert û mercên ku Rêber Apo di nav de tê ragirtin ji aliyê gelê me û hestiyar ve tu carî nayê qebûlkirin.”

Fatoş Goksûngûr jî wiha got: “Me ji wan re got ku heta sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê bi dawî nebe, em û gelê me dê li qadan bin.”

Plansaziya ji niha û pê ve ya çalakiyê wiha ye:

*15’ê kanûnê roja çarşemê dê kurdistaniyên li başûrê Fransayê çalakiyê dewr bigirin.

*16’ê kanûnê roja pêncşemê dê aktîvîstên enternasyonalîst û xebatkarên dîplomasiyê çalakiyê dewr bigirin.

*17’ê kanûnê roja în dê kurdên ji derdora Dusseldorf û Kolnê tev li bibin. STRASBOÛRG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar