Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Înîsiyatîfa Ji Bo Grevên Birçîbûnê Çareseriya Wijdanî hate avakirin

Yek ji damezirînerên AKP’ê Fatma Unsal Bostanci jî di nav de, gelek siyasetmedar, entelektuel, rûspî û alimên ola îslamê, ji bo piştgiriya bi grevên birçîbûnê re Înîsiyatîfa Ji Bo Grevên Birçîbûnê Çareseriya Wijdanî ava kirin

Ji bo bal kişandina ser grevên birçîbûnê, bi pêşengiya Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) ku siyasetmedar, entelektuel, rûspî û alimên olî yên ku bi nasnameya îslamî tê zanîn, li Amedê civînek hat lidarxistin. Encamnameya civînê bi daxuyaniyekê hate ragihandin. Di daxuyaniyê de hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û endamên Dîwana Hevserokatiyê, yek ji damezirînerên AKP’ê Fatma Unsal Bostanci, parlamenterên HDP’ê Mûsa Farisogûllari, Huda Kaya, Nîmetûllah Erdogmûş, Îmam Taşçier, Salîha Aydenîz, Omer Farûk Gergerlîoglu, Komeleya Şêx Seîd, Ilim-Der, nûnerên Partiya Mirov û Azadiyê û rûspiyan li gel entelektuelên xwedî nasnameya îslamî û gelek alimên olî tev li civînê bûn.

Encamname ji aliyê parlamenter Farûk Gergerlîoglu ve hat xwendin. Gergerlîoglu got ku wan ‘Înîsyatîfa Ji bo Grevên Birçîbûnê Çareseriya Wijdanî’ ava kiriye. Gergerlîoglu anî ziman ku ji çar aliyên Tirkiyeyê kes tev li civînê bûne û da zanîn ku grevên birçîbûnê ji ber tecrîda li Îmraliyê hatiye destpêkirin û bi heman daxwazê dewam jî dike. Gergerlîoglu diyar kir ku greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir, li Tirkiyeyê bi tevlêbûna 3 hezar girtiyan û di nava welat û derveyî welat de dewam dike.

Xwestin ku her kes pêşniyarên çareseriyê bikin

Gergerlîoglu daxuyand ku greva birçîbûnê yek ji pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê ye û wiha domand: “Jiyana bi hezaran kesî li holê ye. Ger pêşiya vê neyê girtin dê li pey hev agahiya mirinan bên. Ev jî ji bo civaka Tirkiyeyê nayê pejirandin. Çi kurd, tirk, misilman û xiristiyan divê hemû beşên civakê ji bo çareseriya grevên birçîbûnê çareseriyeke mayînde bibînin û pêşniyarên xwe bikin.”

Bang li hemû olan kirin

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Divê teqez çareseriyek bê dîtin. Ji bo vê jî çi ji destê me bê em ê bikin. Em ji bo çareseriyê li vir in. Ji bo vê me biryara avakirina înîsiyatîfê da. Banga me ji bo Tirkiye û cîhanê ye. Banga me ji bo hemû baweriyên li cîhanê û Tirkiyeyê ye. Werin ji bo em li Tirkiyeyê çareseriyekî pêk bînin, piştgiriyê bidin kesên di grevê de ku rewşa wan xirab in. Destê wijdanê dirêjî wan bikin. Em bang li hemû bawermendên cîhanê dikin; werin em bi hev re vê rewşa xirab a mirovî, çareseriyeke wijdan û hiqûqî ji bo mirovên di grevê de ne ku dayik bi çavekî xemgîn lê dinêrin peyda bikin. Li dijî helwesta neçareseriyê ya hikûmetê em bang li hemû mirovahiyê dikin ku çareyekî bibînin. Banga me di serî de ji bo Wezareta Karê Diyanetê ya Tirkiyeyê, civakên sivîl, cemaetên îslamî, komele, wexf û otorîterên dînî ye. Em bang li Navenda Papa ya Xiristiyanan, cihûyan û hemû otorîterên olî dikin. Desteya rêveberiyê ya me avakirî, dê serdana hemû malbatên mirovên wan di grevê de ne bikin. Em jî wê bi lezgîn bikevin tevgerê, ramanê xwe di fermiyetê de ji bo saziyên fermî ragihînin. Bang li desthilatê jî dikin bi lezgîn çareyekê ji vê mijarê re bibînin. Soza ku hêza me heye em ê ji bo çareseriya vê pirsgirêkê kar bikin didin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar