Înîsiyatîfa Zarokên Agir bi daxuyanike nivîskî ragihand ku ew li Herêma Sanayî ya Eregliya Konyayê li dijî fabrîkeya biskuviyan a Larkê çalakiyek lidar xistine
Înîsiyatîfa Zarokên Agir li Herêma Sanayî ya Ereglîya Konyayê li dijî fabrîkeya biskuviyan a Larkê çalakiyek li dar xistin. Înîsiyatîf têkildarî çalakiyê daxuyaniyeke nivîskî da û ev agahî parve kir: “Hemwelatiyê Iraqê Abdurehman Zade bi 150 milyon lîrayî ev fabrîke vekiribû. Bi teknîkeke taybet me agir bi vê fabrîkeyê xist. Ev kes nêzî AKP’ê ye û alîkariyê dide kasaya şer. Serokê faşîst ê Tirkiyeyê Erdogan gotibû ‘Yên ku veberhênanê bikin em ê wan bikin hemwelatiyê xwe’ û ev kes jî li gorî vê soza wî hatibû ev fabrîke vekiribû. Ev kes ji bo ku serweta xwe zêde bike piştgirî dida qetilkirina kurdan. Me fabrîkeya vî kesî îmha kir. Hemû kesên ku kasaya şer a dewleta tirk tijî dikin wê aqûbeta wan wekî ya vî kesî be.” ANF