Xwedî li xwebûna xwe derkeve

Geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin hemû welatên li herêmê ji nêz ve eleqedar dike. Hemû welat dixwazin beyî ku ji vî şerî zêde bandor...

Dewleta tirk ji kurdan çi dixwaze?

Ev serê hefteyekê ye ku gotinên ew ê di navbera kurdan û dewleta tirk de pêvajoyekî nû dest pê bike û dibe ku ew...

Xwedî li xwebûna xwe derkeve

Geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin hemû welatên li herêmê ji nêz ve eleqedar dike. Hemû welat dixwazin beyî ku ji vî şerî zêde bandor...

Dewleta tirk ji kurdan çi dixwaze?

Ev serê hefteyekê ye ku gotinên ew ê di navbera kurdan û dewleta tirk de pêvajoyekî nû dest pê bike û dibe ku ew...
Çarşamba - 16 Ekim 2024

Xwedî li xwebûna xwe derkeve

Geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin hemû welatên li herêmê ji nêz ve eleqedar dike. Hemû welat dixwazin beyî ku ji vî şerî zêde bandor...

Dewleta tirk ji kurdan çi dixwaze?

Ev serê hefteyekê ye ku gotinên ew ê di navbera kurdan û dewleta tirk de pêvajoyekî nû dest pê bike û dibe ku ew...

Înkara Kurdistanê înkara kurdan e

Kurdistan welatê kurdan e. Axa suryanî, keldanî, ermenî û asûriyan e. Bi deh hezaran sal in kurd li ser vê axê dijîn. Kurdistan navê xwe ji axa kurdan girtiye. Kurdistan li herêma Mezopotamyayê hatiye avakirin. Axa Mezopotamyayê dikeve navbera Çemê Ferat û Dîcleyê. Li ser rûyê cîhanê yek ji axa herî dewlemend axa Mezopotamyayê ye. Hem di aliyê avhewayê de û hem jî di aliyê axê de cihekî bi xêr û bereket e. Bihişta cîhanê ye. Di berheme Neshetu-l Kulub a di sala 1340’an de hatiye nivîsîn de, qala navê Kurdistanê dike. Li gorî vê belgeyê yekem car di serdema Selçûkiyan de navê Kurdistanê derbas dibe. Dîsa nexşeya Kurdistan, di Divanu Lugatî’t-Turk de, ji aliyê Kaşgarli Mahmut ve di sala 1074’an de hatiye xêzkirin. Wekî axa kurdan hatiye pênasekirin. Lê îro rayedarên Tirkiyeyê Kurdistanê înkar dikin. Kesên Kurdistanê înkar dikin di heman demê de kurdan û gelê li ser axa Kurdistanê dijîn înkar dikin.

Peyva Mezopotamyayê bi zimanê grekî ji peyvên Potamos (Rûbar) û Mezos (Navber) pêk tê. Yanî axa navbera çemê Ferat û Dîcleyê pêk tê.  Ji destpêka dîroka mirovahiyê heta niha li ser vê axê mirov dijîn. Bi hezaran salan tu hêzan nekariye li ser vê yekê serdestiyê bike. Ji ber axa Mezopotamyayê axek bi xêr û bereket e, avhewaya wê xweş e û li ser rêya koçberan e û ava wê pir e, her tim bûye armanca êrîşan. Yek ji nîştecihên vê axê kurd in. Kurd bi hezaran sal in li vir dijîn. Niha nêzî 30-40 milyon kurd li ser vê axê dijîn. Kurdên ku li vir dijîn ji Çiyayê Zagrosê heta Çiyayê Torosan belav bûne. Ol û baweriya wan pir dewlemend e. Pir rengî ye. Piraniya kurdan misilman û sunî ne. Di nava kurdan de kesên sunî, elewî-şîa (Ehlê heq) şîî, êzidî, cûhî, zerduşt û xiristiyan jî hene.

Kurd bi zimanê kurdî diaxivin û zimanê wan ji malbata Hînt-Ewropa ye. Kurd bi zaravayên kurmancî, kurmanckî (zazakî), soranî, goranî diaxivin. Li gorî çavkanî û lêkolînan tê zanîn ku kurd di serdema civaka neolîtîk de Beriya Zayînê 12 hezar sal berê li ser vê axê jiyane.

Axa Kurdistanê dergûşa şaristaniyê ye. Yek ji gelê herî qedîm gelê kurd e. Di gelek çavkaniyên dîrokê de qala kurdan dikin. Bi taybetî dîroknasên roma û yewmenistanê qala çand û dîroka kurdan dikin. Qala kurdên Anatoliya û Mezopotamyayê dikin. Li gorî lêkolînan bi awayekî etimolojik binyada kurdan a dîrokî ji peyva ‘kur’ hatiye. ‘Kur’ peyvek sumerî ye. Bi sumerî tê wateya çiyayê. Pêveka ‘tî’ jî aydî çiyê ye. Peyva ‘kurtî’ tê wateya ‘Gelê çiyê’. Dîroka vê yekê heta Beriya Zayinê 3 hezar sal dirêj dibe.

Erdnîgariya Kurdistanê jî cihekî çiyayî ye. Li vê erdnîgariyê kurd dijîn. Di dîrokê de kijan milet û netew li ku dijîn navê wî miletê li wê axê kirine. Ji ber vê yekê navê Kurdistanê li axa kurdan kirine. Bi zimanê grekî 2 hezar û 200 sal berê navê Kurdienne (Welatê kurdan) lê kirine. Di tabletek sumerî de di bin navê kurtîe û di tabletên kevn ên kardakan de wekî qewmê kurdê proto derbas dibe.

Di dîrokê de sumeran ji bo kurdan gotine; Karda, Kurtî, û Gutî. Babîlan gotine; Garda û Karda. Asûriyan ji bo kurdan gotine; Qurtî û Gutî.  Grekan ji bo kurdan gotine; Kardukh û Gordukh. Ermeniyan ji bo kurdan gotine Kortukh û Gortai-kh. Îbranî, keldanî û suryaniyan jî ji bo kurdan gotine Kurdaye Kardû. Ev tablet û belge jî nîşan din ku hemû miletê bi kurdan re jiyane, Kurdistanê wekî welatê kurdan pênase dikin.

Lê îro rayedarên AKP-MHP-Îyî Partî radibin Kurdistanê înkar dikin. Neheqiya herî mezin li axa Kurdistanê dikin. Kesên Kurdistanê înkar dikin di heman demê de kurdan jî înkar dikin. Piştî Rêberê Ruhanî yê Katolîk Papa Franciscus Herêma Federal a Kurdistanê ziyaret kir û PDK’ê pûla ku nexşeya Kurdistanê li ser hebû diyarî wî kir, nûnerên partiyên tiqafa Cumhur û Mîllet ku ji AKP-MHP, ÎYÎ Partî, CHP’ê pêk tên qimamet rakirin û neheqî kirin. Piştî bertekên van partiyên nijadperest, rêveberiya hikûmeta PDK’ê gav paşve avêt. Di vê pêvajoya xebatên Yekitiya Neteweya  Kurd tê kirin de, divê hemû partiyên ku nûneriya kurdan dikin li dijî vê êrîşê bibin yek. Yên nikaribin navê Kurdistanê biparêzin, dê nikaribin nasnameya kurdan û nirxên kurdan jî biparêzin. Kî înkar bike bila bike, hemû cîhan û cîranên kurdan dizanin ku Kurdistan welatê kurdan e. Hemû kurd dizanin ku yên Kurdistanê înkar bikin dê sibê kurdan jî înkar bikin.

Nûçeyên Têkildar