Komploya navnetewî û helwesta şoreşgerî

Di şorêşên dîrokî de her tim diyalektîkeke qehremanî, egîdî û xiyanet, tirsonekiyê hebû ye. Ev di têkoşîn û çîroka pêxember û kesayetên dîrokî-civakî de...

Azadî ne li ber derî ye

26 sal di ser komploya navnetewî re derbas bûn. 9'ê Cotmeha sala 1998'an Rêber Apo ji Sûriyeyê derket û pêvajoya komployê jî bi vî...

Pazar - 13 Ekim 2024

Însiyatîfa Amezîxê: Rêber Apo fîlozofek e û hêza çareseriyê ye

Nûnera Amezîxî ya Misirê Emenî El Wişahî diyar kir ku ji bo doza Rêber Apo û kurdan bi gelê Amezîx bidin naskirin têdikoşin û wiha got: “Rêber Abdullah Ocalan ne tenê lîderekî siyasî yan leşkerî ye, lê fîlozofek e û xwedî projeyeke fikrî ye ku heke pêk were, pirsgirêkên li Rojhilata Navîn tev de çareser dibin.”

Li Amezîxê 8 rêxistin, hêz û partiyên Amezîxî ji bo ramanên Rêber Abdullah Ocalan û doza kurd bi gelê Amezîxî bidin nasandin, 19’ê îlonê “Însiyatîfa Amezîxî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan” ava kir. Nûnera Amezîxên Misirê ya rêxistina Kongreya Amezîxan a Cîhanê û koordînatora Însiyatîfa Amezîxî ya ji bo Serbestberdana Têkoşerê Kurd Abdullah Ocalan El Huriye-El En, Emenî El Wişahî têkildarî însiyatîfê û armancên wê, ji ANHA’yê re axivî.

Nûnera Amezîxî ya Misirê Emenî El Wişahî diyar kir ku însiyatîf ji bo piştgiriya tevgera kurd ji hêla gelek çalakgerên tevgera Amezîxî hat avakirin û wiha got: “Li ser bingeha baweriya me bi mafên mirovan û girîngiya doza kurd, me ev însiyatîf ragihand. Armanca me ya sereke doza kurd û doza Rêber Abdullah Ocalan bi gelê Amezîxî bidin nasandin. Piraniya amezîxiyan bi dozên xwe ve mijûl in. Pir zêde bi dozên din re mijûl nabin. Koordîne û têkilî bi însiyatîfên wisa re jî hindik e.”

Di berdewama axaftina xwe de Emenî ev li gotinên xwe zêde kir: “Rêber Abdullah Ocalan ne tenê lîderekî siyasî yan leşkerî ye, lê fîlozofek e û xwedî projeyeke fikrî ye ku heke pêk were, pirsgirêkên li Rojhilata Navîn tev de çareser dibin. Ji bo çareserkirina aloziyên taîfî yên ku Rojhilata Navîn parçe kirine, çareseriyeke siyasî daniye. Ji ber wê û di vê wextê de me însiyatîf ragihand.”

Emenî wiha pê de çû: “Dibêjin gelê kurd û gelê Amezîxî cêwî ne. Rast e, erdnîgariya me ji hev dûr e û tu carî hev du nedîtine, lê gelek dozên me dişibin hev. Lê piştgiriya gelên xwedî dozên dişibin hev, pêşkêşkirina van dozan li ser asta navneteweyî xurttir dike û girîngiyeke hiqûqî dide wan. Ji ber wê, divê bi lez çareserî jê re were dîtin. Lewma her tim gelê Amezîxî piştgiriya dozên hiqûqî yên dişibin doza xwe, dikin. Em piştgiriya her kesî jî qebûl dikin. Ji ber ku xebata hiqûqî, xebateke hevpar e.”

Li gorî bernameya însiyatîfê, li ser asta çandî, çapemenî, hiqûqî û fenî dê felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û doza Kurd li welêt, li dewletên Amezîx lê hene bi wan bide nasandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar