Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Însiyatîfa Erebî ya ji bo Azadiya ramyar û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku xebateke dilxwazî ye û tê de hejmarek rewşenbîrên ereb beşdar dibin, ku baweriya wan bi mafên mirovan û azadiyê weke nirxeke mirovî ye ku sînorên nijad, ol, ziman û sînor derbas dike şert û mercên nemirovane yên ku ramyar û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava girîtgeha Girava Îmraliyê de dijî şermezar dike Rêber Abdullah Ocalan banga mafên gelê Kurd ên jiyaneke birûmet û rêzgirtina li hember taybetmendiyên çanda wî dike.
Ji doza Rêber Abdullah Ocalan a ku bi komployeke navneteweyî hate dîlgirtin û radestî dewleta tirk hate kirin aşkera dibe ku revandina wî di 15′ê Sibata 1999′an de dest pê nekir, lê belê di 9′ê Cotmeha 1998′an de dest pê kir û tê de destên gelek rejîmên herêmî û navneteweyî hene ku alîkariya dewleta tirk kirin. Ji ber ku metirsiya wan ji model û fikra Rêber Abdullah Ocalan a ji bo çareserkirina dozên girêk ên li gelek herêman, di serî de doza ′azadiyê′ ew hate revandin û dîlgirtin.
Girêdayî mijarê însiyatîfê diyar kir ku ji ber ramyar û Rêber Abdullah Ocalan banga pêwîstiya çareseriya siyasî ji doza kurdî re kir û hin hêzên destkeftiyên kurdan li ser xwe xeteriyekê dibînin, ji ber wê hin hêzên herêmê piştgirî da rêbazên leşkerî û bikaranîna tundiyê ji bo çareserkirina mijara kurdan. Di encama wê de Rêber Abdullah Ocalan di 9′ê Cotmehê de ji Sûriyeyê derket û berê xwe da Ewropa ku rewşên guncaw ji bo çareyeke siyasî û demokratîk ji mijara kurdan re bibînin. Li gel Rêber Abdullah Ocalan –di wê demê de- baweriyeke hebû ku ′şaristaniya ewropayê′ dikare zemîneke baş ji çareyên serdemê ji dozên siyasî û civakî re peyda bike.
Rêber Abdullah Ocalan di gelek hevdîtinên xwe li Atînayê, Moskov û Romayê bi nûnerên wan dewletan re got ew amade ye pirsgirêkê çareser bike, her wiha PKK′ê jî di wê demê de agirbest ragihand û got amade ye hewldanên aştiyê bike, lê dewletên Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ew bang nebirsivandin, berovajî wê ′PKK′ xistin lîsteya ′terorê′. Ew jî tê wateyê ku hemû hewldan bi bin ketin. Ji wê zêdetir nebaşiya niyeta hêzên destê wan di komploya navneteweyî de hebû aşkera kir, nexasim dewletên ewropayê mafên penaberiyê red kir. Ev yek jî diyar dike ku hêzên rojavayî bi israr in pirsgirêka kurd bê çare bihêlin û kurdan li Tirkiyeyê û dewletên din lawaz bihêlin.
Însiyatîf di vê baweriyê de ye ku Rêber Abdullah Ocalan rê li ber derketina serhildaneke gelê kurd a ku agirê nakokiya di navbera gelê kurd û tirk de gur bike û asoyên şerekî demdirêj di navbera kurd û tirkan de veke, asteng kiriye. Di vê çarçoveyê de trêna komployê gihişte revandina Rêber Abdullah Ocalan û radestkirina wî ji Tirkiyeyê re, di 15’ê Sibatê de li Girava Îmraliyê ragirtin û piştre qonaxeke nû dest pê kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji hemû mafên xwe bêpar ma. Mafên ku bi peyman û pîvanên navneteweyî hatine garantîkirin, lê heta ku di girtîgeha Îmraliyê de jî Rêber Abdullah Ocalan dest ji nêzîkatiya xwe ya aştiyane berneda.
Li gorî van hemû tiştên ku li jor hatin gotin, Înîsiyatîfa Erebî ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan di wê baweriyê de ye ku ew bi biryar û israra xwe ya ji aştiyê venegere û ji bo aştî û çareseriya demokratîk tu tawîzan nade, ji wê zêdetir pergala tecrîda ya li Îmraliyê têk bir û ji cihanê re piştrast kir ku di girtîgehan de çiqasî zulm lê were kirin, lê xwediyê maf têk naçin. Ji ber vê yekê Înîsiyatîfa Erebî ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, di serî de ji wijdanê cihanê, li pêşberî rayedarên tirk van daxwazan dike:
Divê yekser Rêber Abdullah Ocalan bê berdan an ji bo edaleta doza wî ku hewl dide gelê kurd û gelên din ên cihanê yên bindest azad bin.
Divê temen û şert û mercên tenduristiyê yên Rêber Abdullah Ocalan ku 25 sal in di girtîgehê de di ber çavan re werin girtin, lê ji hemû mafên xwe yên bi peyman û pîvanên navneteweyî yên têkildar hatine îmzekirin bêpar e.”