Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Înîsiyatîfa Navneteweyî li ser 4’ê Nîsanê daxuyanî da

Înîsiyatîfa Navneteweyî ya Azadî ji Ocalan re, bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê banga piştgiriyê kir

Înîsiyatîfa Navneteweyî ya Azadî ji Ocalan re, bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de işaret bi tecrîdkirina Ocalan hat kirin û hat bibîrxistin ku ji bo bidawîbûna tecrîdê nêzî 7 hezar mirov di greva birçîbûnê de ne.

Di daxuyaniyê de ji bo bidawîbûna tecrîdê bang li her kesî hat kirin û hat gotin: “Mirov ne tenê di dema ji dayikbûnê de ji dayik dibin. Jiyan mirovan neçar dihêle ku xwe gelek caran ji dayik bike. (Gabriel Garcia Marquez, Eşqa li Rojên Kolera). Mebesta gelek mirovan a ji rojbûnê roja jidayikbûna fîzîkî ye. Lê Abdullah Ocalan gelek caran qala sê rojbûnên xwe dike. Ya yekemîn rojbûna fîzîkî, ya duyemîn damezrandina PKK’ê û ya sêyemîn jî guhertina paradîgmayê bi navê ‘şaristaniya demokratîk’ e. Ev jinûve rojbûn di heman demê de jinûve rojbûna civaka kurd e. Îro 4’ê Nîsana 2019’an e. Rojbûna 70’yî ya Ocalan tê pîrozkirin. Lê belê mirov nikarin qala pîrozbahiyekê bikin. Ocalan ku 20 sal in tecrîdkirî ye, ji sala 2011’an ve nikare parêzerên xwe bibîne. Ji nîsana 2015’an ve ji bildî du hevdîtinên bi birayê xwe re, nekarî kesekî din bibîne. Ji ber vê yekê, zêdeyî 7 hezar kes ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ne.”

Sembola têkoşîna gelên bidest

Di daxuyaniya însiyatîfê de hat ragihandin ku Ocalan li gorî bîst sal beriya niha hîn bêhtir bi fikirên xwe di nava civakê de ye û ev tişt hat ragihandin: “Bi hezaran şoreşgerên li Rojava di nav de hîn jî ji gelek mirovan re dibe çavkanî. Pirtûkên ku li girtîgehê nivîsan bi gelek zimanan hatin wergerandin û li gelemperiya cîhanê tên xwendin. Ji bilî pirtûkên wî ku li Ewropa û Rojhilata Navîn gelekî hatin belavkirin, metnên wî li Koreya Başûr, Arjantîn, Hîndîstan, DYA, Efrîka Başûr û Îranê li her devera dinyayê hatin weşandin. Dema ku di rojbûna xwe ya 50’î de hate revandin, hate girtin û cezayê mirinê lê hate birîn, ji bo kurdan bû jinûve jidayikbûn û sembola Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan. Di rojbûna 70’yî de li Rojhilata Navîn û herêmên derveyî Rojhilata Navîn bûye sembola têkoşîna azadiya jinê û gelên bindest û diyarkirina çarenûsa xwe. Bi milyonan mirovî ji hewldan û nêrînên Abdullah Ocalan sûd wergirtin û bi vî rengî têdikoşin. Lewma em her kesên ku Ocalan ji xwe re weke çavkanî dibînin pîroz dikin. Ji ber vê yekê em dibêjin: Rojbûna te pîroz be Abdullah Ocalan! Em bang li her kesî dikin ku bi me re rojbûna 70’yî, jiyan û azadiya Abdullah Ocalan pîroz bike. Her wiha em bang li her kesî dikin ku tevlî berxwedana grevên birçîbûnê ya li dijî tecrîdê bibin.”

Kesayetên ku destpêkê mohra xwe danîn binê Însiyatîfa Navneteweyî

Mairead Corrigan-Maguire (Xelatgira Xelata Aştiyê, Îrlanda), Dario Fo (Xelatgira Nobelê-Wêje, Îtalya), Adolfo Perez Esquivel (Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê, Arjantin), José Ramos-Horta (Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê, Tîmor a Rojhilat), José Saramago (Xwediyê Xelata Wêjeyê ya Nobelê, Portekîz), Danielle Mitterrand (Weqfa Azadiyê ya Fransayê, Fransa), Ramsey Clark (Serdozgerê Berê, DYA), Uri Avnery (Gush Shalom, Israil), Noam Chomsky (Zimanzan, nivîskarê siyasetê, MIT, DYA), Alain Lipietz (MEP, Fransa), Pedro Marset Campos (MEP, Spanya), Lord Eric Avebury (Kamara Lordan, Qraliyeta Yekbûyî), Harry Cohen (Parlamenterê Partiya Karker, Qraliyeta Yekbûyî), Cynog Dafis (Parlamenterê Plaid Cymru, Galler, Qraliyeta Yekbûyî), Lord Raymond Hylton (Kamara Lordan, Qraliyeta Yekbûyî), Lord John Nicholas Rea (Kamara Lordan, Qraliyeta Yekbûyî), Walid Jumblatt (Lîderê Partiya Sosylaîst a Pêşverû, Lubnan), Rudi Vis (Parlametnerê Partiya Karker, Qraliyeta Yekbûyî), Paul Flynn (Parlamenterê Partiya Karker, Qraliyeta Yekbûyî), Máiréad Keane (Sinn Fein, Îrlanda Bakur), Domenico Gallo (Senatorê berê, Îtalya), Livio Pepino (Magistratura Democratica, Îtalya), Xabier Arzalluz (Serokê PNV, Spanya), Tony Benn (Parlamenterê Partiya Karker, Qraliyeta Yekbûyî), Alain Calles (Serokê MRAP, Fransa), Gianna Nannini Stranbêj, nivîskara stranan, Îtalya), Geraldine Chaplin (Aktrîs, Spanya), David MacDowall (Nivîskar, Qraliyeta Yekbûyî), Dietrich Kittner (Hunermendê Kabare, Almanya), Alice Walker (Nivîskar, DYA), Franca Rame (Nivîskar û Aktrîs, îtalya), Chris Kutschera (Nivîskar, Fransa), Prof. Dr. Jean Ziegler (Parlamenter û nivîskarê siyasetê, Swîsre), Prof. Dr. Angela Davis (Zanîngeha Kaliforniyayê, Santa Cruz, DYA), Prof. Dr. Norman Paech (Hiqûqnasê navneteweyî, Almanya), Prof. Dr. Werner Ruf (Hiqûqnasê navneteweyî, Almanya), Prof. Dr. Gerhard Stuby (Hiqûqnasê navneteweyî, Almanya), Hans Branscheidt (Doktorê navneteweyî, Almanya) BRUKSEL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar