Însiyatîfa Zarokên Agir bîlançoya meha adarê aşkere kir. Însiyatîfê meha adarê weke meha Neworêzê pênase kir û ragihand ku di meha adarê de li 22 bajaran bûyerên şewitandinê kirine.
Di daxuyaniya însiyatîfê de ev agahî hatin dayin: “Meha adarê 45 wesayit, 13 kargeh, 12 keştiyên masîgiriyê, 2 firoşgeh û gelek cih hatin şewitandin û agirê Newrozê bi rengê herî heybet hate pîrozkirin. Bi vî rengî me nîşanî dijminê Kurdan dan ku nikarin bi dilrehetî tevbigerin.”
Li gorî daxuyaniyê bi giştî 98 cih hatin şewitandin. Di nava wan de navendeke şaredariyê, stasyoneke benzînê, febrîqeyek, sê kargehên veguherandinê û girtîgehek jî hene.