Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Întixar kir, lê hê jî bankayan dev jê bernedane!

Li Tirkiyeyê ji ber krîza aborî û betaliyê heta niha gelek kesan dawî li jiyana xwe aniye. Yek ji van kesan jî bavê 5 zarokan Gokhan Şeremet bû.

Bav Muslum Şeremet anî ziman ku di sala 2017’an de wî û kurê xwe 300-400 hezar TL kredî kişandine û dest bi karê zêrkariyê kirine, lê belê salek şûn de topê avêtine û ji ber deynan û betaliyê derûniya kurê wî nebaş bûbû û wiha got: “Piştî me top avêt, me xanî, wesayît hema bêje me her tiştê xwe firot lê dîsa jî me nikaribû deynê xwe bidin. Ji wê rojê ve derûniya kurê min xera bû. Bi ser de jî demeke dirêj betal ma. Me texmîn dikir dê întihar bike. Yanî me dizanibû wê bi awayekî zirarê bide xwe. Ji xwe derman jî dixwarin. Demekê li Nexweşxaneya Başkentê ya Edeneyê tedawî bû. Ji bo kurê xwe li kar digeriyam. Lê me çi kir jî me karek nedît. Kurê min di xaniyê bi kirê de bû. Kirêya wî hezar û 500 lîre bû. Bi ser de heqê ceryanê, av û mesrefên zarokan… Ji ber vê kurê min dawî li jiyana xwe anî. Em êşiyan bira kesekî din neêşe.”

Hê jî ji Bankayê telefonê dikin

Şeremet da zanîn ku ji ber ku texmîn dikirin wê kurê wan zirarekê bide xwe serî li walîtî û emniyetê dane, lê belê her du cih jî tiştek ji wan re negotine û ev tişt anî ziman: “Rojekê kurê min winda bû. Em çûn qereqolê, lê aliyê me nekirin. Tim hezc dihat malê. Me şîna wî danî. Lê hê jî banke li me digerin deynê xwe dixwazin.”

Du caran xwestiye întixar bike

Hevjîna wî Hacîre Şeremet jî diyar kir ku heta hevjînê wê top neavêtibû jî baş bû û ev tişt anî ziman: “Lê ji ber deynan nexweş ket. Piştî deynan rewşa wî pir xirab bû. Du caran hewl da întihar bike. Carekê jehr carekê jî heb xwarin. Her du caran jî me madeya wî şûş. Piştî nexweş ket, êdî jê ditirsiyam. Gava me wî bir nexweşxaneyê bijîşk got ‘dibe ku ziraarekê bide we jî’. Pir zû aciz dibû. Bûbû şîzofrenî. Bijîşk wisa digot. Çi bû, piştî deynan bû.”

Her wiha Şeremet got ku banke tim telefonî wan dikin, karmendên heczê gelek caran hatine mala wan lê belê ji ber ku tiştek li malê tuneye çûne. MÊRSÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar