Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Întîxar neke xwe bi rêxistin bike’

 

 

Di demên dawî de ji ber qeyrana aborî kesên xwe dikujin zêde dibin. Desthilatdarî van kesên xwe dikujin ji nedîtinê tê, pisporan diyar kir ku muxalefed dibêje ‘întîhar neke xwe bi rêxistin bike”, lê sedema vê xwekuştinê ne nexweşî ye, qeyrana aborî ye

Li Tirkiye di demên dawî de bi sedan karsazan klît li deriyê kargeriyên xwe xistin. Bi hezaran karker ji kar derxistin. Ji ber qeyrana aborî bi dehan welatiyan întîhar kir û dawî li jiyana xwe anîn. Di nava kesên xwe kuştine de parêzer, mamoste, bijîşk jî hene. Herî dawî di 16’ê gulanê de li Navçeya Şahînbey a Dîlokê welatî Eyup Dal ê serî li şaredariya Şahînbey a AKP’e dabû, ji ber ew negirtin kar, li pêş şaredariyê xwe şewitand. Li Navenda Kastamonû Mamosteya 21 salî Kevser Abdulkadîroglu ku tayîna wê derneket, dawî li jiyana xwe anî. Mamosteya Matematîkê ya 21 salî Kevser Abdulkadîroglu ku li Zanîngeha 19 Mayis a Samsûnê beşa Matematîkê xwendibû, ji ber tayîna wê derneket întîhar kir. Parlamenterê CHP’ê yê Enqereyê Tekîn Bîngol raporek parve kir. Li gorî rapora Bîngol di sala 2013’an de 15, di sala 2014’an de 25, di sala 2015’an de 59, di sala 2016’an de 90, di sala 2017’an de 89 û 2018’de de 73 karkeran dawî li jiyana xwe anîn. Di 6 salên dawî de 5 qat zêde bû û hêjmar gihişt 351 kesan.

Têkildarî betalî, qeyrana aborî û întîharên dawî Midûrê Daîreya ÎSÎG û Perwerdehiyê ya DÎSK’ê Tevfîk Guneş, Civaknas û Akademisyen Prof. Dr. Ferhat Kentel û Derûnînas Sevgî Turkmen, ji ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn.

Betalî rê li  pêş şikandina derdorê vedike

Midûrê Daîreya ÎSÎG û Perwerdehiyê ya DÎSK’ê Tevfîk Guneş anî ziman ku betalhiştina mirovekê-î di kesayetiya wî û têkiliya wî û derdorê de şikandinên mezin çê dike û wiha got: “Kesê betal dimîne xwe bê qîmet dibine. Her ku diçe hildiweşe. Kes tenê rêya çareseriya vê bê qîmetbûnê di intîharê de dibîne. Ev di heman demê de berteka li dijî betaliyê ye. Lê her çend ev çalakî li dijî betaliyê seknek be jî rêbaza vê çalakiyê nayê qebûlkirin. Ji bo rê li pêş vê yekê bê girtin, divê polîtîkayên ku rê li pêş betaliyê digirin, bên pêşxistin. Ger ku ev dewlet, dewleta civakî be divê li gorî rûmeta mirovan polîtîkayan pêş bixe. Dema qeyran pêş dikeve întîhar jî zêde dibin. Rêjeya qeyrana aborî û întîharê bi hevve girêdayîn. Li aliyê din tevgerên sendîkayî jî di serdemên qeyranê  de li dijî êrîşên sermayeyê pir lawaz tev digerin û bêdeng dimînin. Îro dikare rê li pêş vê yekê bê girtin. Mixabin li Tirkiye têkiliyên sendîkayî pir perçe, belavbûyî û lawaz in. Lê ger ku sendîka xwe bi rêxistin bikin û bi hevre tev bigerin dikarin encam bistînin. Divê zorê li dewletê bikin ku dewlet gavan bavêjin.”

Li şûna çareser bikin ditepisînin

Civaknas û Akademisyen Prof. Dr. Ferhat Kentel jî anî ziman ku bi taybetî li Tirkiye di serdema darbeyê de siyaseta otoriter rê li pêş rêxistinbûna sendîkayî girt û wiha got: “Hemû rêyên lêgerîna mafan girt. Piştî vê yekê jî got “Bi xêra me êdî grev nayên kirin. Weki ku her tişt çareser kiribe pesnê xwe dan. Lê li şûna çareser bikin tepisandin. Ji ber polîtîkayên herêmî û neteweyî mafên mirovan ê maddî tê binpêkirin. Îktîdarê bi van polîtîkayên tundiyê rê li pêş lêgerîna mafê wan ê maddî girt. Mirovên betal dimînin an zerarê didin xwe an jî zerarê didin kesên dervê xwe. Bi xizaniyê re rêjeya sûc, qeyrana malbatî, xapandin, dizî, bê ehleqî jî zêde dibe.”  Kentel destnîşan kir ku rêya çareseriyê pêkan e û wiha axivî: “Tu mirov ne tenê hebûnek aborî û çandî ye. Her mirovek bi mirovekî din re xwedî heman derdên hevpar in. Derdên hevpar dikarin bi hevre çareser bikin.”

Wekî nexweşî nîşan didin

Derûnînas Sevgî Turkmen jî anî ziman ku hêzên serdest întîharê wekî nexweşî nîşan didin û wiha got: “Bingeha hemû întîharan xizanî û betalî ye. Îktîdar her dem van întîharan nabîne û ji nedîtinê tê. Ji ber ku wekî nexweşî dibîne. Ger ku îktîdar vê yekê bibîne divê mudaxale bike û çareser bike. Ji ber vê yekê întîharê wekî “Nexweşî” dibînin. Divê mirov rast li vê meseleyê binêre û rast bigire dest. Bê guman divê em ji daxuyanî û gotinên kesên întîhar kirine bawer bikin. Çi gotiye û çima întîhar kiriye divê em van gotinan esas bigirin. Name, nîşe û delîlên li pey xwe hiştine divê em baş lêkolîn bikin û esas bigirin. Ev ne bê hêzî û nexweşî ye. Sedema van întîharan tenêtî, betalî û xizanî ye. Sedema sereke aborî û polîtîk e. Çima mirov bê çare tên hiştin? Divê lêkolîna vê yekê bê kirin.”

Turkmen, bal kişand ser gotina muxalifan a “Întîhar neke xwe bi rêxistin bike” û wiha got: “Di vî milî de bêtir erk û rol dikeve ser milê Rêxistinên civakî û demokratîk. Ev ne karê karkerên ku rojê 12 saetan kar dikin. Karê rêxistinê karê sendîkayan e.”  STENBOL

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar