Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

IPPNW: Divê li Garê lêkolîn wer kirin

Li ser gotina, ''Artêşa tirk li Garê çeka kimyewî bi kar anî'' a Karayilan berpirsê IPPNW yê Tirkiyê Dr. Gîsela Penteker got ji bo tespîtkirina şopan divê lêkolîn were kirin

Piştî êrîşa dagirker a artêşa tirk a li ser Garê ya 10-13 sibatê Endamê Komîteya  Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan ji Stêrk TV re axivîbû û gotibû dewleta tirk li Garê çeka kimyewî bi kar aniye û komkujî kiriye. Karayilan di heman roportajê de leşkerên tirk ku li Garê zor li wan bû beriya ku vekişin gaza kimyewî bi kar aniye, piştre dema ku gerîlayên HPG’ê herêm dîsa kontrol kiribûn, maskeyên gazê yên artêşa tirk li herêmê hatibûn dîtin.

Piştî êrîşa dagirker ku 13 êsîr miribûn wezîrê şer yê tirk Hulîsî Akar li meclisa tirkan axivîbû, bi gotina, ”tenê gaza ku çavê mirov dişewitîne hatiye bikaranîn”, li xwe mikur hat ku gaza kimyewî bi kar aniye. Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyewî (OPCW) ku Tirkiye ji 1997’an û wir ve endamê wê ye, her cure gazên madeyên kimyewî di nav de ne, bikaranîna wan a bi armanca leşkerî li şikeftan an jî li derdorên girtî qedexe dike.

Têkiliyê mijarê  de Berpirsê Bijîşkên Navnetewî yên ji bo Pêşîgirtina Şerê Nukleer (IPPNW) yê Tirkiyê Dr. Gîsela Penteker got ji bo ji hêla zanistî ve were ispatkirin ku gaza kimyewî hatiye bikaranîn an na, dîmen û wêneyên ji cihê şer ne bes e, her wiha divê şandeyeke pispor biçe herêmê û lêkolînan bike.

Dr. Penteker got, ”Li Sûriyê careke din me fêhm kir, li Sûriyê me fêhm kir ku pir zehmet e mirov ispat bike ku gaza kimyewî hatiye bikaranîn. Bi wêneyan tenê mirov dikare vê texmîn bike. Lê pisporên Neteweyên Yekbûyî jî biçin herêmê û ispat bikin ku ev çekên qedexe hatine bikaranîn jî pêvajoya cezakirina sûcdaran pir zor e. Ji ber ku bikaranîna gelek gazên kimyewî qurbanî siyasetê tê kirin.”

Dr. Penteker got Tirkiyê li gel ku endama NATO’yê ye jî dibe ku di destê wê de çekên kimyewî hebin. Di şerê desthilata AKP-MHP’ê de ya li ser gelê kurd û di siyaseta qirkirinê de welatên rojavayî jî hevkarên sûc in û wiha got:”Di şerê dawî de yê artêşa tirk ên li ser kurdan heke neyê ispatkirin jî ku gaza kimyewî hatiye bikaranîn Tirkiye bi dagirkirina xakên di nav sînorên Sûriyê û Iraqê hiqûqa navnetewî binpê kiriye û li gorî yasayên ku cîhanê qebûl kiriye ev sûc e. Hêzên rojavayî jî hevkarê vî sûcî ne.”

Her wiha piştî banga Karayilan a, ”Divê saziyên navnetewî werin herêmê ê li ser mijara bikaranîna gaza kimyewî lêkolinbikin”.  Hê ji pirsa ”Hûn ê lê bikaranîna gazê ya li Garê lêkolin bikin an na?” re bersivek nehatiye. PARÎS 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar