Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

ÎRA: SEDA aşkere hempîşeyên me deq kirin

Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA), têkildarî rapora SETA ku rojnameger û saziyên çapemeniyê kirine hedef daxuyanî da û wiha got: “Rojnameger bi vê raporê ji aliyê SETA ve hatine deqkirin. Rojnamegerî ne sûc e. Rojnameger ne bi tenê ne.” TGS’ê jî aşkera kir ku dê derbarê SETA’yê de serlêdana sûc bikin

Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA), têkildarî rapora Vakfa Lêkolînên Civakî, Aborî û Siyasî (SETA) ya “Dirêjahiya Saziyên Medya Ya Navneteweyî ya li Tirkiye” daxuyaniyek nivîskî weşand. ÎRA’yê diyar kir ku SETA ya bi nêzîkatiya hikûmetê tê zanîn, rapor amade kiriye û di vê raporê de BBC Tirkî, DW Tirkî, Dengê Amerika, Sputnik Tirkî, Euronews Tirkî, Independent Tirkiye û CRI Turk (Radyoya navneteweyî ya Çinê) cih daye paşerojên rojnamegeran û xebatên wan parve kirine. ÎRA’yê aşkera kir ku di raporêde tespîtên ku tu eleqeya vê bi sinc û etîka rojnaemgeriyê tune ye parve kirine, rojnameger kirine hedef. ÎRA’yê destnîşan kir ku navê gelek rojnameger û xebatên, parvekirinên wan ên li ser medya civakî kom kirine û parve kirine. ÎRA’yê da zanîn ku SETA aşkere rojnameger û saziyên çapemeniyê kirine hedef.”

ÎRA’yê anî ziman ku hempîşeyên wan ên rojnameger yên di serwîsên tirkî yên medyaya navneteweyî de dixebitin aşkere sivîlên wan parve kirine û kirine hedef û wiha lê zêde kir: “Ev ji raporê zêdetir wekî îdîanameya dozger hatiye amadekirin. Daxwaznameya ixbarê ye. Ji ber vê yekê ev ne rapor e. Ev raste rast deqkirin e. Bi vê belgeyê hempîşeyên me kirine hedef. Tu aliyê akademîk yê vê raporê tune ye. Ev di heman demê de hişmendiya “îstihbaratê” ye. Navê Vakfê Vakfa Lêkolînên Civakî, Siyasî û Aporî ye. Lê li şûna der barê qada xwe de lêkolîn bike û tespîtan bike, der barê rojnamegerên ku li welatê me azadiya wan tune kirine hedef. Ger ku der barê hempîşeyên me yên navê wan di lîsteya deqkirinê de derbas dibe tiştek bê serê yekî jî berpirsiyarê wê SETA ye. Hişmendiya ku bi SETA ev rapor daye amadekirin berpirsiyar e. Em hempîşeyên xwe yên navê wan di belgeya reşkirinê de derbas dibe diparêzin. Tu tişt nikare li pêş rojnameger û rojnamegeriyê bibe asteng. Çi dibe bila bibe em ê mafê civakê yê ragihandin û agahdarkirinê berdewam bikin. Em ê her dem di şopa heqîqetê de bimeşin. Rojnamegerî ne sûc e. Rojnameger ne bi tenê ne.”

TGS dê derbarê SETA de serlêdana sûc bike

Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) jî diyar kir ku dê derbarê rapora Vakfa Lêkolînên Civakî, Aborî û Siyasî (SETA) ya “Dirêjahiya Saziyên Medya Ya Navneteweyî ya li Tirkiye” serlêdana sûc bike. TGS’ê di daxuyaniya  li ser hesabê xwe yê Twîtterê kir de wiha got: “Em ê derbarê SETA de serlêdana sûc bikin. Em bi hempîşeyên xwe  yên hatine deqkirin serlêdan bikin. Em ê êdî di dadgehê de hev bibînin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar