Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Îradeya mirovan wê teqez bi ser bikeve

Ji gerîlayên li Zapê şer kirin Xebat Cûdî anî ziman ku li hemberî çekên kîmyewî û her cûre teknîkê berxwedaneke bêhempa tê kirin û got, "Êrîş hemû li dijî îradeya mirovan tê kirin. Lê ya bi ser bikeve wê teqez îradeya mirovan be."

Yek ji gerîlayên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê Xebat Cûdî destnîşan kir, ku şerê ji Derya Reş heta bi Qendîlê diqewime wê teqez bi serkeftina gerîla bi encam bibe.

Xebat Cûdî ku li Zapê şer dike, ji ANF’ê re axivî. Gerîla Xebat Cûdî diyar kir ku li gel êrîşên bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û her cûre teknîkê jî li tunelên şer berxwedaneke bêhempa tê meşandin û got, “Êrîş hemû li dijî îradeya mirovan tê kirin. Lê ya bi ser bikeve wê teqez îradeya mirovan be. Îradeya ku PKK’ê da mirovan, bi vê berxwedanê re êdî gihîştiye asta herî bilind. Yên ku ev îrade di asta bilind de temsîl kirin, hevrêyên me yên şehîd bûne û hevalên me yên li tunelan hîn jî li ber xwe didin. Ji xwe ji bilî PKK’ê tu hêz nikare li hemberî van êrîşan li ber xwe bide.”

Pêşengiya vê berxedanê Rêbertî dike

Xebat Cûdî diyar kir ku pêşengê berxwedana bêhempa ya gerîla Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan e û got, “Yê ku bi berxwedana xwe van berxwedana bi rêxistin dike û pêşengiyê jê re dike Rêbertî ye. Beriya her tiştî armanca me ya sereke ew e ku karibin bibin hevrêyên Rêbertî û hevrêyên wan hevalan ku di vê berxwedanê de canê xwe dane. Ji bo hesabpirsînê em ê bi hesta serkeftin û tolhildanê bi ser dijmin ve biçin.”

Wê vê carênikaribin vegerin

Gerîla Xebat Cûdî têkçûna artêşa irk ya 2008’an a li Zapê û vekişîna wan bi bîr xist û got, “Vê carê wê nikaribin vegerin, ji ber ku di dîmenan de jî hate dîtin ku cenazeyên xwe dişewitînin. Ev leşkerên ku êrîşî rûmeta mirovahiyê û çeperên gelên bindest dikin, wê hemû bêne cezakirin. Hewil didin ku têkçûna xwe bi zimanekî siyasî berevajî bikin. Berxwedana me bi ser dikeve. Ji Derya Reş heta bi Qendîlê ev şer wê teqez bi serketina gerîla bi encam bibe.”ac

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar