Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Îran a dijminê mirovahiyê 3 çalakvên din bi dar ve kir

Dewleta Îranê a dijminê xweda û mirovahiyê bi îdiaya ku "tevlî şerê li dijî Xwedê bûne" 3 çalakvanên tev lî serhildana Jîna Emînî bibûn bi dar ve kir.

Qaşo dezgeha dadweriya Îranê a xwe dixe dewsa xwedê ragihand, 3 kesên ku bi tawanbariya destê wan di kuştina karmendên ewlehiyê yên di dema serhildana Jîna Emînî de hebûn, di 19’ê gulanê de hatine bidarvekirin.

Hat diyarkirin ku Mecîd Kazimî, Salih Mîrhaşimî û Seîd Yakubî di xwepêşandana li Îsfehanê de bi hinceta ku çek bi wan re bûn û “tevlî şerê li dijî Xwedê (mûharebeh)” bûne, cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn.

Sê kesên di mijdara sala 2022’yan de hatibûn girtin, di meha çileya 2023’yan de hatibûn cezakirin. Dezgeha dadweriya Îranê, van sê kesan tawanbar dike ku sê endamên hêzên ewlehiyê kuştine.

Li gorî rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya sala 2022’yan a derbarê bidarvekirinê de, Îran piştî Çînê di rêza duyemîn de ye. Darvekirinên li Îranê di sala 2021’an de 314 bû û ev hejmar di sala 2022’yan de bûye 576. Tê diyarkirin bîlançoya rastîn girantir e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar