Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Îran dewlemendiya çandî li dijî gelan bi kar tîne

Îran dewlemendiya çandî li dijî gelan bi kar tîne, serî li rêbazên wiha dide ku wan bi hev bidin şerkirin, ji hev dûr bixe

Navenda Nûçeyan |

Îran dewlendiya çandî li dijî gelan bi kar tîne, serî li rêbazên wiha dide ku wan bi hev bidin şerkirin, ji hev dûr bixe, bikin ku tinazê bi hev bikin û hev kêm bikin.

Efrûx Furuhzade ku ji gundê Behramadê ya Mêrîwanê ye û têkilî Rojhilat lêkolînan dike, wiha behsa gavên rejîma Îranê yên li ser rojhilatê Kurdistanê dike: “Dewletê li ser her herêma Rojhilat polîtîkayeke cuda ya asîmîlasyonê daniye. Mînak ji bo kurdan û azeriyan li hev sor bike gelek siyaset danîne ber xwe. Kurd û azerî kirine zik hev û li navendên dewletê peywir dane azeriyan. Piraniya wan memûr in. Her wiha ew li navendên leşkerî danîne. Ji ber vê, kurdan, azerî tim weke dewletê dîtine.”

Eşîran li hev sor dikin

Furuhzade her wiha got ku yek ji polîtîkaya din a rejîmê ew e ku eşîran li hev sor bike û bi vî rengî wan xwe bi xwe ve girêbide, rejîma Îranê hewl daye ku eşîrên li Mukriyan, Loristanê di berjewendiya dewletê de bide şixulandin, li Mukriyanê mînakên vê jî hene û piraniya eşîrên vir kişandine nav dewletê, beşeke mezin ê eşîrê kirin besîc, kirine memur, bi taybetî ji bo ku di navbeyna Hewramî û Soranan de cihêtiyê çê bikin wiha dikin û wiha got: “Eşîrên Mukriyanê li dijî kurmancan rêxistiniya wan hatiye kirin. Ji bo ku nehêlin bi hev re bijîn tim li hev sor kirine. Dema ku li dijî kurdan operasyon dibe, ji bo ku wan bêhtir li hev sor bikin çeteyên ku endamên eşîran pêk hatine dibin operasyonan.  Her wiha li herêmên Hewreman, Soran, Erdelan, Mêrîwan, Hewramî kirine memûr.”

Ji bo ku ciwanan ji rê derxin madeyên hişbirê bi kar tînin

Furuhzade bi berdewamî diyar kir ku rejîma Îranê li deverên ku aliyê wan ê şervanî û têkoşeriyê xurt e ji bo ku ciwanan ji rê derxîne madeyên hişbirê bi kar tîne û destnîşan kir ku dewleta Îranê li Kirmanşanê ku bi aliyê xwe yê şervanî tê zanîn, vê polîtîkayê dike, jixwe kesên ku kişandî aliyê xwe ji hêla leşkerî ve wan perwerde dike, peywirdar dike, van hêzên leşkerî ku ji Kirmanşanê derxistî, li deverên weke Sinê ku bi berxwedaniya navdar in bi cih dike,

Furuhzade da zanîn ku piraniya îşkencekar, polîs û yên ku lêpirsînan dikin ên li Sinê ji Kirmanşanê ne, bi vî rengî helwesta gel li dijî Kirmanşanê zêde dibe û wiha kurdan li hev dikin dijmin û wiha domand: “Şiîyên li Kirmanşanê li navendên dewletê dikin memûr. Bi vî rengekî îmaja ku Kirmanşan li aliyê dewletê de di nav gel de tê çêkirin.”

Mezheban bi kar tînin

Furuhzade diyar kir rejîm ji bo ku gel hev dûr bixe mezheban jî dide bikaranîn, li Ciwanro ji bo ku Sinî zêdetir in êrîşeke îdeolojîk li ser wir heye, li wir selefîtiyê derdixin pêş, dînîgiriya radîkal geş dikin, li dijî kurdên şiî bi kar tînin, cihêtiya di navbeyna çandan de tespît dikin û fanatîzma dînî gur dikin.

Cihêtiya zaravayan bi kar tînin

Her wiha Furuhzade got ku dewlet ji bo ku gel ji hev dûr bixe cihêtiya zaravayan jî bi kar tîne, dike ku tinazê bi hev bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Mukriyanî xwe ji şikakiyan meztir dibîne. Eşîrên Şikakî xwe ji hev mezintir dibînin. Belkî ev rewş ji aliyê mîzahî ve tê ser ziman. Lê bi van mîzahan fikrek tê çêkirin. Hewremî tinazê xwe bi soran dike, soran tinazê xwe bi hewramiyan dike. Kurdan ji hev parçe dikin. Hewramiyan li dijî mêrîwaniyan, mêrîwaniyan li dijî sinêyiyan, sinêyiyan li dijî hewramaniyan sor dikin.” Çavkanî: ANF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar