Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Îran jî tevli dagirkeriya başûrê Kurdistanê bû!

Tê gotin ku Îran jî piştgirî dide operasyona Tirkiyeyê ya ku li Herêma Federal a Kurdistanê dimeşîne. Heke plan bigihîje armanca xwe dê Îran jî bi ser hêzên PJAK’ê ve biçe

Li gorî nûçeye ku nûçegihanê ajansa MA’yê Erdogan Altan amade kiriye rejîma Îranê jî beşdarî êrîşa dagirkeriya bêbext a li ji aliyê Tirkiye û PDK’ê ve li ser Bradost û Xakurkê tê rêvebirin dibe. Tê gotin ku Îran jî hevparê operasyonên Tirkiyeyê yên ku li Herêma Federal a Kurdistanê dimeşîne ye. Tê angaştkirin ku plana operasyonan a Tirkiyeyê ku ji hêla Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê ve hatiye qebûlkirin, biserkeve dê Îran jî bi ser hêzên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ve biçe. Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatin wergirtin, Tirkiye û Îran dê pêşî xetên stratejîk ên derbasbûnê yên di bin kontrola PKK’ê de bigirin û bi serketina planê re dê Îran li dijî PJAK’ê operasyoneke berfireh bide destpêkirin.

Qadên ku dixwazin kontrol bikin

Di çarçoveya plana dijberiya kurdan de tê armanckirin ku qadên Kelaşîn-Xakûrk-Bradost û Qendîlê ji hev bên veqetandin. Di vê çarçoveyê de;

* Xeta Metîna û Amediyê ji hev bê veqetandin û kontrolkirin

* Xeta Amediyê, Bradost û Barzan ji hev bê veqetandin û kontrolkirin

*Xeta Bradost û Mergesorê ji Qendîlê bê veqetandin û kontrolkirin

* Bicihirina Yekîneyên Topbaranê ya li Çiyayê Şerîn ku dikeve hemberî Çemço ya Herêma Barzanê temambûna kontrolkirina qadê.

Başûrê Deriyê Sînor ê Hecî Umranê dê bê girtin

Li gorî plana ku tê xwestin ji bilî êrîşên leşkerî di hêla aboriyê de jî herêm ji hev bê veqetandin, tê fikirîn ku bi qasî 10 kîlometreyî başûrê Deriyê Sînor ê Hecî Umran ku Herêma Federal a Kurdistanê û bajarê Pîranşar ê Rojhilatê Kurdistanê bi hev ve girê dide û xeteke derbasbûnê ya bazirganiyê ya girîng e, bê girtin. Li gorî agahiyên li ber dest, ji bo nirxandina vê mijarê heyeteke leşkerî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekitiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) di Deriyê Sînor ê Hecî Umran de derbasî Îranê bûne.

Îran li hemberî PJAK’ê amadekariyan dike

Di asta dawîn a planê de jî dê Îran bi operasyoneke berfireh bi ser PJAK’ê de biçe. Tirkiye jî ku dê operasyona Îranê bişopîne, bi operasyonê re di hela leşkerî de bicihbûnê xwe ya ji navçeya Ranya ya Silêmaniyê bigire heta qada Pişderê biceribîne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar