Dîmenên ku xelkê afgan li pey balafirên amerîkî dibezin li ser tevnên civakî hatin parvekirin. Di destpêka belavbûna dîmen de her kesî digot dema balafir bi ezman dikeve, tişt jê tên xwarê. Lê paşê derket ku xelkê afgan ê ji ber tirsa Talîbanê xwe bi derûdora balafirê de girtiye dikevin xwarê. Dîmeneke sosret û trajîk bû. Hinekî rewşa wan deveran û vekişîna Amerîkayê dişibiya dema vekişîna ji herêmên weke Girê Spî û Serêkaniyê. Wê demê serokê Amerîkayê Donald Trump digot em ne polîsên Rojhilata Navîn in. Ev kirin destpêk ku bazareke din li ser xelkê herêmê kirin. Jixwe di serdema Trump de bû ku peyman li gel Talîbanê hat îmzekirin û di serdema Biden de vekişîna ji vê deverê çêbû.
Her çiqasî aliyên ku siyaseta Amerîkayê dinirxandin ku ferq di nava Trump û Biden de heye, bi vekişîna ji Afganistanê de derket holê ku tenê rû guherîne lê heman armanc li pêşiya wan e.
Joe Biden dema vekişîna ji Afganistanê daxuyanî da û got ku wan armancên xwe pêk anîne û nema pêwistî heye hêza wan li wir bimîne û li ser hikûmeta heyî ku belav jî bû gotibû ‘ma em çi bikin? Wan xwe li ser lingan negirt.’
Bi vî awayî Talîban li ser hemû devera Afganistanê hema bêje bû serwer. Û li her deverê serketina xwe li ser panzêr û helîkopterên amerîkî pîroz kirin. Ev dîmenên pîrozkirinê li ser çek û alavên leşkerî yên amerîkî, dîmenên DAIŞ’ê ya li Mûsilê tîne bîra me. Lê ew ê bi van alavan berê xwe bidin ku?
Dema em bala xwe didin axaftinên Biden dema qala armancan dike ku gihiştinekê û lewra ji vir vedikişin, dihêle mirov bifikire ka armanca wan çi ye ku ewqas çek di destê Talîbanê ku rêxistineke sunî ye, li ser sînorê Îranê de hiştin.
Wer xuyaye ku destpêka dest werdana Îranê dest pê kir. Bi dewleta tirk re xwest bikeve tevgerê, lê dewleta tirk di mijara Îranê de li gorî Amerîkayê tevnegeriya, lewra berê xwe da aliyekî din. Ew jî Talîban e.
Îran jî ketiye xeteriya vê yekê û niha bi lez û bez ketiye nava tevgera ku xwe ji vî şerî dûr bihêle.
Parlamentoya Îranê di 7’ê îlona 2021’an de civîneke girtî li ser vê rewşê li dar xistibû û tê de Fermandarê Supaya Quds a Îranê Îsmaîl Qaanî amade bûye.
Îsmaîl Qaanî di civînê de ev yek aniye ziman: “Amerîka plan daniye ku Îranê û suniyan bi hev bide şerkirin lê em hew didin ku nekevin nava şerekî wiha.” Qaanî balê dikişîne ser xeteriya heyî û vê yekê tîne ziman: “Li Afganistanê tişta ji bo me girîng ev e ku ewlehiya Komara Îslamî xirab nebe.”
Ev gotinên Qanî jî îsbat dike ku xeteriya destwerdana Amerîkayê nava Îranê ji Afganistanê dest pê bike. Lewra Îran xeteriya tevgerên kurdî jî li ser xwe dibîne ku dema bi şerekî wiha bi Talîbanê re meşxul bibin, ew zêdetir xwe bi rêxistin bikin û bibin xwedî hêzeke bi bandor. Dibe ji ber vê yekê be ku Fermandariya Îranê ya Sûpayî Pasdaran Pakpûr di destpêka îlonê de hêzên rojhilatê Kurdistanê yên li başûrê Kurdistanê tehdîd kirin.
Lê ya ku Îran pê karibe xwe biparêze, ew e ku li gel kurdan û hêz û tevgerên kurdî re bigihêje çareseriyekê da ku xwe li ser lingan bigire. Ne wiha be, rewşa Sûriye, Iraq û deverên din li ber çavan e. Şerekî demdirêj li pêşiya Îranê ye.