Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

‘Îran û Tirkiye dixwazin li dijî kurdan konsepta Kerkûkê pêk bînin’

Dewleta tirk di 14’ê hezîranê de Wargeha Mexmûrê, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kir. Di êrîşan de sivîl birîndar bûn û ziyanên madî çêbûn. Têkildarî mijarê serokê giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek ji MA’yê bi Fahrettîn Kiliç û Ergîn Çaglar re axivî.

Sînan Çîftyurek ji ewil êrîşa dewleta tirk şermezar kir û wiha got: “Tirkiye ji sala 1985’an ve dikeve Başûr û derdikeve. Lê ev 4-5 sal in li Başûr û Rojava bi awayekî mayin de bi cih bûye. Ev ne operasyon in. Tirkiye dixwaze ji Qendîlê heta Hatayê herêmeke bi firehiya nêzî 40 km’yan weke ‘herêma ewlehiyê’ ava bike. Hewl dide vê bi DYA û Rûsyayê bide kirin. Bi van êrîşan dixwaze têkiliya Başûr û Rojava qut bike.”

Xebatên yekitiyê

Bi domdarî jî Çîftyurek ev tişt anî ziman: “Di yekrêziya kurdî û di hêla siyasî de Başûr û Rojava nêzî hev bûne. Li Rojava jî di navbera PYNK û ENKS’ê de peymana yekrêziyê hat ragihandin. Tirkiye ji vê nerehet e. Tirkiye û Îran îdia dikin ku yekparetiya xaka Iraq û Sûriyeyê diparêzin. Lê her du dewlet jî stratejiya xwe ya parçekirinê li ser van welatan dimeşînin. Tirkiye dixwaze li Başûr û Rojava bi qasî 35 km’yan sînore xwe fireh bike. Lê ev çare nîne. Bila statûya Başûr û Rojava nas bikin. Wê demê kurd û tirk dikarin projeyeke hevpar li Rojhilata Navîn deynin ber xwe.”

Planên Îran û Tirkiyeyê

Di berdewamê de jî Çîftyurek diyar kir ku Îran li hêla Rojhilat, Qendîlê tevî dewleta tirk topbaran dike û wiha domand: “Tirkiye û Îran dixwazin konsepta Kerkûkê pêk bînin. Divê gelê kurd vê yekê baş bizane. Di 16’ê cotmeha 2017’an de li gorî plana Îranê û bi piştevaniya Tirkiye, Sûriye û Iraqê bajarê Kerkûkê ji destê kurdan derxistin. Niha jî Îran û Tirkiye bi hevre dimeşin. Divê hemû partî û rêxistinên kurd jî vê rastiyê bibînin û li gorî vê tevbigerin. Îxtîmal heye ku di pêşerojê de êrîşeke din ê hevpar bikin. Kurd niha gavên baş diavêjin û divê ev gav bên xurtkirin. Divê em nakokiyan bidin aliyekî û bi yekrêziyê tevbigerin.”

Bang li gel û cîhanê kir

Sînan Çîftyurek wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê zimanê medyaya me, zimanê yekitiyê be. Divê siyaseta kurd jî li dijî van êrîşan li her derê xwedî bertek bin. Li Bakur jî divê gav bi gav tifaqa neteweyî bê xurtkirin û destkeftî bên parastin. Her wiha banga me ji bo NY û YE’yê ew e ku li dijî van êrîşan derkevin. Banga me ya ji bo gelê me jî ew e ku li dijî êrîşan derkevin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar