Navenda Nûçeyan
Saziya Dadgaha Giştî Parêzgehên Sîstan û Belûçistanê ragihand ku îro li girtîgeha bajarê Zahîdan girtiyê siyasî yê belûcî Cewad Dêhqan hat darvekirin û ev agahî da: “Cawîd Dêhqanî weke yek ji rêveberên koma Cîs Elidil (Komeke çekdarî ya Belûçiyane û weke diyar dikin ku ji bo bidestxistina mafê neteweyî yê belûç li Îranê têdikoşin) û di şerekî çekdarî de kuştina 2 pasdarên Îranê dihate sûcdarkirin.”
Di nava mehekê de rejîmê Îranê zêdetirî 20 belûçî darve kirin.
Cawîd Dêhqan 31 salî bû. Di meha gulana 2017’an de rejîma Îranê cezayê darvekirinê lê birî.
Duh Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan Neteweyên Yekbûyî (NY) bang li Îranê kiribû ku biryara darvekirina Cawîd Dêhqan bide rawestandin.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty İnternational) xwestibû cezayê wî yê darvekirinê were belatkirin.