Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Îranê ji bo tolhildanê gef li DYA’yê xwar

Bi kuştina Qasim Suleymanî re ji rayedarên Îranên li ser hev daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de gefa tolhildanê ji DYA’yê hat xwarin. Her wiha Ayetûllah Alî Hamaney jî li Îranê 3 roj şîn ragihand

Fermandarê Hêza Qudsê ya girêdayî Muhafizên Şoreşa Îranê Qasim Suleymanî li paytexta Iraqê Bexdayê ji aliyê DYA’yê ve hate kuştin. Piştî kuştina Suleymanî, ji Tahranê li dû hev daxuyanî hatin dayîn. Mûhafizên Şoreşê gef li Washingtonê xwarin û serokê siyasî yê Îranê jî, daxuyaniyekê tolhildanê da.

Têkildarî mijarê serokomarê Îranê Hasan Rûhanî daxuyanî da û wiha got: “Piştî vê êrîşê dê Îran li dijî DYA’yê hîn bi biryartir tevbigere. Kuştina Suleymanî, dê Îranê li dijî dagirkeriya DYA’yê xurtir bike. Em ê li dijî van polîtîkayan li ber xwe bidin û nirxên xwe yên îslamî bi biryardarî biparêzin. Bêguman, dê Îran û welatên din ên azadîxwaz ên herêmê tola Suleymanî hildin.”

Sê roj şîn hat ragihandin

Serokê Olî yê Îranê Ayetûllah Alî Hamaney jî diyar kir ku dê berxwedana xwe ya li dijî DYA û Îsraîlê mezintir bikin. Hamaney bi domdarî jî wiha got: “Îran û welatên din ên azadîxwaz ên herêmê dê tolê hildin.” Hamaney li Îranê 3 roj şîn ragihand.

Gefên tolhildanê

Her wiha wezîrê Wezareta Karên Hûndir a Îranê Muhammed Cevad Zarîf jî bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku dê DYA dê ji hemû encamên derbikevin berpirs be. Fermandarê Giştî yê Berê yê Artêşa Mûhafizên Şoreşa Îranê Mûhsîn Rizaî jî li ser hesabê xwe yê twîtterê ev peyam parve kir: “Qasim Suleymanî tev li birayên şehîd bû, lê em ê tolhildanek bi êş ji DYA’yê bigirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar