Rejîma Îranê leşkerên xwe şand Dêra Zor û ev yek rê li ber fikaran vekir ku di pêvojayek gefên Tirkiyeyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene
Rejîma Îranê Mûhafizên Şoreşê yên Îranê şand Dêra Zor. Di demekê ku dewleta tirk a dagirker gefên dagirkeriyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zede kiriye de, Îranê leşkerên xwe sewqî Dêra Zorê kir.
Li gorî çavkaniyên herêmî Muhafizên Şoreşê yên Îranê gelek leşker û wesayîtên leşkerî sewqî herêma Dêra Zorê kir. Hemwext bi gefên êrîşê yên dewleta tirk a dagirker re sewqiyata leşkerî ya Îranê weke hewldana li bakur û rojhilatê Dêra Zorê herêmekê ji xwe re bigire tê şîrovekirin. DÊRA ZOR