Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘Iraq li dijî Şengalê ketiye nav hewldanên qirêj’

Hevserokê Meclîsa Xweser a Demokratîk ya Şengalê Naîf Şemo bal kişand ser hewldanên hikûmeta Iraqê ku dixwaze malbatên DAIŞ’î vegerînin Şengalê û got: “Ne li dijî vegera Şîa, Sunne, Mesihî yên Şengalê ne lê ew tu carî malbatên DAIŞ’î qebûl nakin.” 

Doh Emin-El Wetenî (Asayîşa Nîştîmanî ya Iraqê) û Artêşa Federal a Iraqê kete hewildana gelek malbatên ku di dema fermana 2014’an de bi DAIŞ’ê re tevgeriyane û destê wan di xwîna civaka êzidî de heye vegerînin Şengalê. Ev yek bi nerazîbûna hişk ya civakê re rast hat. Şengalî herîkîn qadan û li hemberî wan kesan çalakî lidarxistin, xwestin ew kesên destê wan ketiye xwîna êzidiyan teqez bêne lêpirsîn, ceza kirin, ji Şengalê bêne derxistin.

Li ser mijarê Hevserokê Meclîsa Xweser a Demokratîk ya Şengalê Naîf Şemo ji Rojnews’ê re axivî û wiha got: “Em ne li dijî vegera civakên Şengalê yên Şie, Sunne yan Mesîhî ne. Yên Şengalê ne, divê vegerin ser axa xwe ji kîjan netew û baweriyan bin, lê belê yên ku destê wan ketiye nav xwîna êzidiyan em tu demî qebûl nakin cardin vegerin Şengalê.”

‘Hewldana vegerandina malbatên DAIŞ’î li hemberî me bêrêzî ye’

Hevserokê Meclîsa Xweser a Demokratîk ya Şengalê Naîf Şemo di berdewamiya nêrîna xwe de diyar kir ku hewildana vegerandina malbatên DAIŞ’î ku doh hate kirin li hemberî civaka êzidî, şehîd û malbatên wan bêrêzîyek mezin bû û wiha pêde çu: “Artêşa Iraqê doh hêzek anîn Şengalê bicîh bikin. Malên êzidî tê de dixwestin ji malên wan kesan derxin û wana bicîh bikin. Civakê qebûl nekirin û herikîn qadan. Em ne dijî vegerê ne, kî malbat, kîjan netew, kîjan bawerî be bila bibe heger malbatê wan bi DAIŞ’ê re neketîbe peywendiyê û têkîlî ava nekiribe ew jî şer jiyan kiribin û ji neçarî ji Şengalê derketibin heqê wan e vegerin cih û warên xwe. Lê yên ku ketin nav DAIŞ’ê û destê wan di kuştina êzidiyan, xelkê Şengalê de, di namûsa êzidiyan de heyê carekî din cihê wan li Şengalê nîne. Em qebûl nakin. Emê wan bigrin, dawa lêpirsîn û hesap dayînê bikin, doz vekin, emê heq ji wan bixwazin.”

‘Ji kesên artêşê anîbû taybet yek ji wana  DAIŞ’î derket’

Hevserokê Meclîsa Xweser a Demokratîk ya Şengalê Naîf Şemo her wiha destnîşan kir ku ji ber siyaseta hikûmeta Iraqê ya li dijî êzidiyan bawerî li hemberî Iraqê tê şikandin û wiha axivî: “Ji kesên artêşê anîbû taybet yek ji wana  DAIŞ’î derket. Mirovên me wî naskir. Dema DAIŞ êrîş kir dihat û diçû nav milet, bi DAIŞ re tevger dikir, li me zilim dikir. Ew kes hate girtin. Kesên ku tê famkirin û naskirin ku destê wan di nav xwîna êzidiyan de heye divê bêne tespît kirin, girtin û teslîmî hêzên parastina Şengalê bêne kirin da ku ji wan hesab bê xwestin.”

‘Êdî tehamûla me ji bêrêziyan re nemaye’

Hevserokê Meclîsa Xweser a Demokratîk ya Şengalê Naîf Şemo anî ser ziman ku êdî tehamûl nema ye û got wan mînaka malbatên vegeriyane ji wan re kir û got hewildan bidin famkirin ku piştgiriya vegerê dikin lê yên DAIŞ’î ne jî tu demî yê nehêlin vegerin.

Şemo wiha got: “Piştî çalakî çêbûn, hevdîtin bi rêveberiya firqa 20 re çêbû. Hîna birînên êzidiyan ne kewîne û jê xwîn tê. Ev têr nake hikûmeta Iraqê jî vêcar van nêzîkatiyan raber dike. Êdî tehamûl nemaye her roj mişgûle tê derxistin û destdirêjî li ser mafê milet tê kirin. Me hevdîtin kir hinek daxwaz û talebên me jî çêbûn. Me ji wan re got; hûn neheq nêzî me dibin. Me ji wan re Aşkere got beriya demek nêz, beriya çend rojan 10 malbatên Şîa vegeriyan Şengalê. Ji ber ku me dizanî malbatên baş û pakin, neketine karê DAIŞ’ê ji aliyê cîranên xwe ve hatin pêşwazî kirin û hembêz kirin. Nan, av, çi pêwîstiya wan çêbûye hatiye dayîn û alîkar bûne, serdana wan malbatan hatiye kirin û xêrhatina wan hatiye kirin. Tenê bo me ew girîng e ku bi DAIŞ re kar nekiribin û li dijî me suç nekirîbin.”

‘Em dixwazin pêşiya fermanên nû bê girtin’

Naîf Şemo bi van gotinan dawî li nêrînên xwe anî: “Em bo miletê xwe jî dibêjin, bila neyên provokasyonan. Hinek derdor dixwazin aramiya Şengalê tevlîhev bikin û di nav bawerî û miletên Şengalê pêvçûn û nerihetî derxin. Niha jî li Şengalê gelek malbatên Sunne û Şîe hene. Em bi hevre jiyan dikin. Xelkê me yê li başûrê Kurdistanê divê neyên van lîstikan. Em dixwazin pêşiya fermanên nû bê girtin. Divê pêşiya dijminên civaka me bê girtin û ji wan re tu mecal neyê dayîn.”

Hêjayî bibîrxistinêye ku biryare bi giştî 30 malbatên Sunne vegerînin Şengalê. Hinek ji wan malbatan dema DAIŞ êrîş birîbû ser Şengalê fermanê de cîh girtîbû, zerer û ziyanekî mezin gihandîbû civaka êzidî. Berê jî çend caran Iraq hewldabû van malbatan vegerînin Şengalê, lê rastî nerazîbûnên tund yên civaka êzidî hatibûn û vegera wan hatibû rawestandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar