Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Iraqê ji bo derxistina hêzên tirk alîkarî ji welatên ereb xwest

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên derbarê kuştina leşkerek û du fermandarên artêşa xwe yên ji bo parastina sînor erkdar bûn û bi destê dewleta tirk hatin kuştin, bi hevtayên xwe re bi rêya telefonê axivî. Di axaftinê de derbarê êrîşa balafirên keşfê yên bêmirov û bi çekan a dewleta tirk a li herêma Sîdekan a girêdayî bajarê Hewlerê agahî da birayên xwe yên ereb. Her wiha bal kişande ser girîngiya hewldanên çêker ên welatên erebî ya li hemberî metirsiyên rewşa ewlekariyê ya cîranê wê ango Tirkiyeyê û tekez kir ku divê careke din dewleta tirk wan binpêkirinan pêk neyîne û hemû hêzên biyanî neçarî vekişandina ji xaka Iraqê bike, helwesteke hevbeş derkeve holê.

Hisên bi Sekreterê Giştî yê Yekitiya Dewletên Erebî Ehmed Ebul Geyt, Wezîrê Karên Derve yê Misrê Samêh Şukrî, Wezîrê Karên Derve yê Urdunê Eymen El-Sefadî, Wezîrê Karên Derve yê Erebistanê Feysel Bên Ferhan û Wezîrê Karên Derve yê Kuweytê Şêx Ehmed Nessar El-Mihemed El- Sebah re bi rêya telefonê hevdîtin pêk anî.

Di daxuyaniya Berdevkê Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Dr. Ehmed El-Sehaf de ew yek hate gotin: “Birayan tekez kirine ku ew ê destek bidin ewlekarî û serweriya Iraqê û êrîşên dewleta oirk şermezar kirine. Her wiha divê demildest her cûre operasyonên leşkerî yên dewleta tirk a di nava xaka Iraqê were sekinandin.”

Dîsa duh Wezîrê Karên Derve yê Iraqê ji ber wan êrîşên dewleta tirk Sefîrê Tirkiyeyê yê li Iraqê Fatîh Yildiz vexwand.

Şêwirmendê Wezareta Karên Derve yê Iraqê Abdul Kerîm Haşim daxwaznameyek radestî Sefîrê Tirkiyeyê kir. Di wê daxwaznameyê de hatiye xwestin ku dewleta tirk hesabê wê êrîşê bide û yên ew êrîş pêkanîne werin darizandin.

Wezaretê di daxwaznameya xwe de tekez kiriye ku divê dewleta tirk bombardumanên xwe rawestîne û demildest tevahî hêzên xwe yên dagirker ji xaka Iraqê derxîne. QAHÎRE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar