Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Irmak: Tecrîd biryareke siyasî ye

Parlamentera berê ya HDP'ê Selma Irmak got ku tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewama siyaseta komploya navdewletî ye.

Parlamentera berê ya HDP’ê ya Colemêrgê û hevseroka berê ya KCD’ê Selma Irmak tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, doza girtinê ya li hemberî HDP’ê û zextên li siyaseta kurd têne kirin nirxand.

Irmak anî ziman ku doza girtinê ya li dijî HDP’ê tê meşandin, hiqûqî nîne lê siyasî ye û destnîşan kir ku hikûmeta AKP-MHP’ê ber bi hilbijartinê re dixwaze dengên muxafazakar neteweperest konsolîde bike, ji bo şikandina hêza HDP’ê bi rêya dadgeriyê operasyonek kiriye.

Irmak diyar kir ku hikûmeta AKP-MHP’ê hewl dide guhertina rejîmê bide rûniştandin, êdî kodên mayindebûnê yê dewletê hatine guhertin û wiha got: “Bêguman doza girtina HDP’ê û polîtîkaya şîdetê ya dema dawî giran bûye, divê tenê bi mijara hilbijartinê ve neyê girêdan. Bi esasî ev polîtîka li dijî gelê kurd û hêzên muxalîf ên dest ji têkoşînê bernadin, serî natewînin û hêza xwe ya rêxistinî her mezin dike, polîtîkayeke dewletê ya stratejîk û dîrokî ye. Têkoşîna rêxistinî ya kurdan her ku mezin û bi sazî dibe, her ku bandora li ser siyaseta welêt zêde dibe, dewlet vê yekê ji bo xwe weke pirsgirêka mayindebûnê dibîne. Îrtîca, hêzên olî û rêxistinên muxafazakar êdî ji bo mayindebûna dewletê weke hêzên metirsîdar nayên dîtin. Hêza rêxistinî ya kurdan weke metirsiyê tê dîtin.”

Doza girtina HDP’ê bê encam e

Irmak destnîşan kir ku oprasyona girtina HDP’ê mîna operasyonên berê yên li dijî tevgerên siyasî yên kurdan hatin kirin, wê bi ser nekeve û wiha got: “Rastiya ku dewlet û desthilatdariya Komara Tirkiyeyê nabîne ev rastî ye. Rastiya gelekî heye ku ji aliyê partiyan ve hatiye birêxistinkirin. Partî hene ku bi hêza gel jinûve hatine avakirin. Hûn karin partiyan bigirin, lê belê nikarin gel bigirin. Eger gelekî welê hebe ku serî natewîne, hûn hingî tu carî nikarin beralî bikin. Ev soz bêencam e. Siyasî ye. Lîstikeke zexel e. Ev hesabê qirêj ê careke din ji aliyê gel ve tê têkbirin.”

‘Çareserî li ser maseya ku Abdullah Ocalan destnîşan kir e’

Irmak ragihand ku bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtina HDP’ê re çareseriya pirsgirêka kurd nikare bê nixumandin û bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sala 1993’an ji bo çareseriya aştiyane û bi rûmet a pirsgirêka kurd maseya danûstandinê destnîşan kir. Selma Irmak diyar kir ku ji bilî vegera li danûstandinan şansekî din ê dewletê nîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mîna ku raya giştî jî ji nêz ve zane, gelek caran ji bo agirbestê bang kir û xwest danûstandinê bide destpêkirin. Lê belê her carê ji ber ku dewletê dest ji rêbazên leşkerî berneda û bi polîtîkayên şîdetê bersiv da, pêvajoya danûstandinan têk çû. Li tu devera cîhanê pirsgirêkên li herêmên bi şer, bi polîtîkayên tundiyê û rêbazên leşkerî nehatine çareserkirin. Çareserî timî li dora maseyê û bi danûstandinan bûye. Pirsgirêka kurd êdî di asta danûstandinan de ye. Ev pêvajoyeke û bê astengkirin jî wê pêk were. Dewlet êdî neçar e bibîne ku bi polîtîkayên şîdetê, bi bêhiqûqiyê, qirkirinê reşkirinê û kuştinê nikare vê pirsgirêkê biqedîne.”

Irmak anî ziman ku tecrîda 24 salan a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan polîtîkayeke şîdetê ya dewletê ye ku xwe nade ber çareseriyê û wiha dewam kir, “Çawa ku Abdullah Ocalan bi komployekê radestî Tirkiyeyê hat kirin, şîdeta bêperwa ya îro di mijara pirsgirêka kurd de tê kirin, tecrîda li ser Abdullah Ocalan jî heman polîtîkaya navneteweyî ye. Eger saziyeke sivîl a mîna CPT jî wezîfeya xwe ya ji bo şopandina kiryarên xerab û îşkenceyê bi cih neyne û li gorî destûra Tirkiyeyê tevdigere, ev yek rewşa metirsîdar a pirsgirêkê radixe pêş çavan.”

‘Tecrîd biryareke siyasî ye’

Selma Irmak di dawiya axaftina xwe de bi bîr xist ku parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê nekarîn piştrast bikin ku heyeta CPT a çû Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hevalên wî re hevdîtin pêk aniye yan na û got, “Ev agahî hêjayî piştrastkirinê ye. Ev daxuyaniya CPT li nava raya giştî ya kurdan bû sedema fikar û gumanan. CPT û saziyên mîna wê jî zanin ku ev tecrîd hiqûqî nîne, her wiha cezayên dîsîplînê yên ji rêzê nîne. Ev tecrîd di şexsê Abdullah Ocalan de li dijî aştiya bi rûmet a navbera gelên Tirkiyeyê, li dijî çareseriya siyasî û demokratîk e, li dijî gel e. Û bêguman biryareke siyasî ye. Gelê kurd li her devera cîhanê li dijî tecrîdkirina Abdullah Ocalan bi rengekî mafdar nerazîbûnê nîşan dide û li dijî polîtîkayên tundî û neçareseriyê yên dewletê serî natewîne, li ber xwe dide.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar