Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Îro daweta Hevrîna min e’

Dayik Yadê Sû’ad: “Beriya Hevrîna min Zozana min hebû. Zozana min her şevê radiza û sibehê çavên xwe vedikir ji min re digot ‘Yadê ez her çavên xwe digirim ez tenê rêber APO dibînim, ez ê berê xwe bidim rêka azadiyê, xuya ye ew ji bo min qeder e û ez bi vê qedera razî me.” Zozana min berê xwe da çiyayên Kurdistanê û bi rastî di rêka azadiyê de şehîd bû. Îro Hevrîna min jî di rêka azadiyê de daweta azadî û aştiyê geş kir. Ez dayika wan im û ne poşman im

Nêrgiz Ismayîl |

Sekretera Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef û ajotkarê wê Ferhat Remezan ku di 12’ê Cotmeha 2019’an de ji aliyê çeteyên dewleta tirk ve hatibûn qetilkirin, bi boneya salvegera duyemîn a şehîdbûnên xwe li ser gorên wan ên Goristana Ş. Xebat bi girseyî hatin bibîranîn.

Piştî axaftinên merasîma bîranînê, dayik şehîd Hevrîn û hemû dayik dest bi heyarnokan kirin. Merasîm mîna dawetekê azadiyê bû.

Di merasîmê de dayika şehîd Hevrîn Yadê Sû’ad wiha hestên xwe anîn ziman:

“Ger rojekê ji rojan min keça xwe bizewicanda min ev qas mirovên hêja çi kurd çi ereb di wê dawetê de peyda nedikirin. Ew dawet dê tenê ya merivan, kes û dosên me bûna. Lê îro ez çiqasî serbilind im ku keça min bi xwe daweta azadiyê ji xwe hilbijart û îro mazûvanê wê ji her deverê welatê me ye. Hestekî zehmet e ku keça mirov ji mala mirov derkeve lê hesta herî xweş ku îro ez dijîm hestên dayikek keça xwe diyarî daweta azadiyê kir. Xemla wê hûn in, dengê wê hûn in, rengê wê hûn in. Ha hûn dibînin va ye di destê min de Hevrîna biçûk heye.

Bila tu kes xwe nexapîne dê ev doz bi dawî neyê. Wê armancên azadiyê neqedin. Wê dayikên ku bi hezaran qehreman anîne vê dinê dê xilas nebin. Em ji dijminan re vê yek dibêjin; gotinên ku dayik didin ne badil hewa ne, em dizanin çi dibêjin. Bi dayikan mabe em ê li ber xwe bidin ev ne soza me ji Hevrîn û Ferhadê delal re ye, ji hemû têkoşer û delalên li ber dilê me re ye.

Ez hetanî vê kêlîkê qet ne poşman im. Temenê min î mayî ji bo ku ez dengê Hevrînê bim bijîm. Beriya Hevrîna min Zozana min hebû. Zozana min her şevê radiza û sibehê çavên xwe vedikir ji min re digot: ‘Yadê ez her çavên xwe digirim ez tenê rêber APO dibînim, ez ê berê xwe bidim rêka azadiyê, xuya ye ew ji bo min qeder e û ez bi vê qedera razî me.” Zozana min berê xwe da çiyayên Kurdistanê û bi rastî di rêka azadiyê de şehîd bû. Îro Hevrîna min di rêka azadiyê de daweta azadî û aştiyê geş kir. Ez dayika wan im û ne poşman im.

Bila her kes bizanibe ku em hîn di destpêka rêkê de ne. Em kurd in û zû bi zû dev doza azadiyê bernadin. Me destpê kir û em hema bi poşmanî dev jê bernadin. Em dayik mîna stûna ne û em di bin barê doza azadiyê de radibin. Çiqasî bar giran be jî lê dîsa jî em ê hilgirin. Wê soza me ji bo wan ev be. Keça min serê çûkekê ne êşandibî, keça min rojekê gotinek ji kesekî re negotibî, keça min aram û efendî bû, ev bû heft salên wê ku di rêka kar, têkoşîn û azadiyê de jiyana xwe terxan kiribû. Tenê bi me zehmet e wiha şehîdbûna wê bi rengekî zaliman e bû ev bi me giran e. Lê roja ku Hevrîna min da ser vê rêkê got: “Dayê ev rêka zehmetiyê ye lê welatê me hêja ye em temenê xwe di berde bidin.” min odeya Hevrîna xwe kiriye mûzaxane. Li cem hemû dayika pîroz e.”

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar