Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Îro di dîroka Kurdistanê de; Simko, kengî, çima û çawa hate terorkirin!?

Di roja 17.07.1930’an de, Simko digihe nava bajarê Şinoyê.

Dema ku rayedarên Îranî vê pêşwazîya gel û giregirên Kurd dibînin, dibe ku nêrîna xwe guheribin û berî ku Simko ber bi Urmiyê yan jî Tebrîzê ve bibin, bi davkeke ji berê darijandî hema li wir wî dikujin.

Telegrafên ku bi awayekî pir neyînî û veşartî di navbera serleşkerên Îranê de hatine û çûne, vê rastiyê bi zelalî ji me re îspat dikin ku ji destpêkê heta dawîyê ew bi Simko re ne semîmî bûn. Hemû hewlên wan ew bûn ku wî bikişînin nava dafika xwe ya jiholêrakirinê. Di çendîn telegrafên remzî de, sertîp Hesen Moqedem ji serheng Nûwrozî xwestiye ku bi danîna dafikekê Simko bikujin û gelek soz dane wan ku heger karekî wiha ser bigire, wê xelatên giranbiha bistînin. Berî wê jî, hêzên xwe yên li bajarên Urmîye û Mehabadê agahdar kirine ku ber bi bajarê Şinoyê ve biçin. Roja 21’ê Tîrmehê, serheng Nûwrozî û kesên derdora wî ji Simko daxwaz dikin ku ji bo pêşwazîya serleşker Moqdem biçine derveyî bajarê Şinoyê. Ew bi dizî hêzeke mezin li şeqama Bazarê û di îdareyên leşkerên dewletê de bi cih dikin û pîlana terorkirinê û awayê destpêkirina karekî wiha bi hûrgilî ji wan re dîyar dikin.

Dema Simko bi Xurşîd Axa û kesên din re li gel serheng Sadiq Nûwrozî diçine derveyî bajêr ku berî serleşkerê artêşa Îranê yê ji Urmiyê bê û Simko bibîne, sertîp Moqdem bi telegrafekê wan agahdar dike ku autoya wî li ser rêya Soldozê (nêzî bajarê Neqedê) xera bûye û yê sibe bê hizûra Simkoyê Şikak. Ew ber bi bajêr ve vedigerin û dema digihên nêzî şirketa Ferhengiyan, gule ji her derê di ser singê Simko û hevalên wî de dibarin. Simko dikeve û bi hawareke bilind ji şervanên Evdûyî re dibêje: “Xosrû xelas bikin…” Xosrû kurê wî yê mezin bû û bi texmîn hingê 14-15 salî bû. Ew şahidekî zindî yê wê roja nexweş bû, lê ez nizanim ka wî bîranînên xwe nivîsîne yan na!

Wê rojê şer sê-çar saetan berdewam bûye û gelek kes ji her du alîyan hatine kuştin û birîndarkirin.

Cihê terorkirina Simko û çend hevalên wî heta roja îro jî li bajarê Şinoyê cihekî taybet e. Ji wir re “Bazarî Qedîm” an jî “Kevin” tê gotin.

Çend belegeyên girîng hene ku pîlana ji berê de amadekirî, terorkirina Simko îspat dikin. Rapora sertîp Hesen Moqedem bo wezareta Şer (30 Tîr 1309 Hetavî – 21. Tîrmeha sala 1930ê zayînî ) bi dirêjî behsa hewldanên wan dike ka çawa bi rêya çend qasidên xwe û dostên Simko jê re name nivîsandine û ew bi hevkarîya qasidê Şêx Ehmedê Barzanî di nava daristana bi navê Marî de kişandine nava sînorên axa Rojhilatê Kurdistanê.

Di nivîs, rapor û vegotinên rayedarên artêş, rojnameger û dîroknivîsên Îranî de, his û aliyê wan yê atifî û axaftinên lihevnehatî bi aşkere dîyar in. Ji Ehmed Kesrewî, Mihemed Temedon û Serwan Ehmed Kavîyanpur bigire heta nivîs û raporên serleşker Moqdem û Haşim Ehmedzade, em rastî derew û durûtiya wan tên. Ji ber wê jî di warê lêkolînên zanistî de, nivîsên wan nikarin wekî belgeyên nirxdar an jî cihê baweriyê bêne bikaranîn.

Simko gelek caran wiha gotibû:“ Min Riza Pehlewî nekuşt, lê ew ê rojekê min bikuje….“.

Xala balkêş a siyaseta çewt û şovenîstî ya dewleta Îranê ew e ku li pey kuştina Simkoyê Şikak termê wî bi awayekî veşartî li cihekî veşartine ku kes nizane kûye. Li pey şehadetê jî ew ji meznahî û bandora nav û xebata Simkoyê Şikak ditirsiyan. Tirsa ku îro jî  navê wê heye.

Dersên ji du wêneyan!

– Tenê namerd û xwînrêj bi kuştiyên destê xwe re wêneyan digirin!

– Tenê bi derew û rêbazên xapandinê dikarin bi rêberên Kurdan re biaxivin!.

– Tenê durûtî, bêbextî û xiyanet zimanê wan yê logîk û diyalogê ye!

– … Û di rewşên wiha tirajîk de bi pêkenîneke qeşmerane tevî rêberên doza Kurdistanê yên bi destê wan hatine teror û şehîd kirin, wêneyan jî digirin.

Êdî sinorê şermê li kû derê maye?!!

Wêne 1: Ceweraxayê Şikak- Tebrêz 1905

Wêne 2: Simkoyê Şikak – Şino 21.07.1930

Simkoyê Şikak û Pêngavên dîrokî

Di 27. 10. 1913an da Simko bi hevkariya Ebdulrezaq Bdirxan û piştgiriya konsolosê Rûs xwendingehekê li bajarê Xoy ji zarokên Kurdan re vedikin. Navê xwendngehê çi bûye, kes îşare pê nake. Ji Urmiye, Soma, Tirgewer, Maku û herêmên din Simko 29 zarokan kom dike û tîne ku li bajarê Xoyê dest bi xwendinê dikin. Temenê zarokan di navbera 7-10 salî da bûye. Di mektebê da dersên li ser mijarên dîrok, erdnîgarî û wêjeyê ji zarokên Kurd re hatine dayîn. Ew xwendingeh bi awayê modern û şêwaza perwerda li Ewropayê hatibû damezirandin. Heya niha çend kes ji xwendevanên wê xwenidngehê hebûne ku behsa wan salên xweş kirine. Lê bêşansî ew e ku êdî li sala 1914an şerê cihanî yê yekê dest pê dike. Êdî herêm bûye qada şerê di navbera du impiratoyêrên Rûs û Osmanî, ji hêla din jî şer û rikeberiyên di navbera Osmanî û Ingilîzan.

Simko bi hevkariya Ebdulrezaq Bedirxan û Rûsan li bajarê Xoy komela Gihandanî an jî perwerdê damezirandiye ku komele xwedî armancên rewşenbîrî û siyasî bû.

Bi giştî pilanên Simko dûr û kûr bûn. Kovara KURDISTAN bi piştgîriya wî a siyasî, madî û menewî dest bi weşanê kir.

Simko di sala 1922’yan de ji rewşenbîrên Kurdan dawa dike ku li navenda hikumdariya wî (bajarê Urmiyê) da rojnameyeke Kurdî biweşînin. Wiha bû ku yekemîn rojnameya Kurdî li rojhilatê Kurdistanê ji dê bû û navê wê KURD bû ne Rojî Kurd.

Îda û derewa şaxdara ku dibêje berê navê rojnamê “Rojî Kurd û şewî Ecem” bûye, pir ji rastiyê dûre. Hejmara yekê a rojnamê di destê me de ye û navê wê tenê wiha hatiye nivîsandin:“ KURD „.

Sernivîserya rojnamê Mela Mihemed Turcanîzade kiriye. Niha pirs eve: “Kesek ku beriya şerê azadkirina Mehabadê karên wiha mezin kiribin, yê piştre bê û xelkê talan bike?!! Sedema çêbûna hinek nexweşiya di şerê azadkirina Mehabadê de ew bû ku wan ji bo derxistina 601 jandarmên di nava bajar da hevkarî nedane şervanên Kurd. Simko û Seyîd Teha Gîlanî sê rojan li baxê Mehmûdkan û li dervey Mehabadê li benda pêşwaziya mezinên Mehabadê sekinîne, lê kes ber bi wan ve nehatiye. Yanî wek lîderekî Kurd ku bajarekî Kurdistanê ji destê dagîrkerên Îranî azad dike, ji xeynî çend kesan piranîya gire-girên Mehabadê pêşwaziya wî nekirine. Ji hêla din jî beriya hêrişa li ser Mehabadê hişyarî daye gelê bajar ku wan jandarmên dewletê ji nava bajarê xwe derxînin. Jandarmên ku berê di şerekî da wek hêsîr ketibûn destê şervanên Simko û bi şertê ku careke din neyên şerê Kurdan, hatibûn azadkirin. Wî beriya azadkirina wan hêsîran ji wan re wiha gotibû: “Ger hûn careke din bêne Kurdistanê û şerê me bikin, yê tev bêne kuştun…”, lê ew dîsa hatibûn û vê carê tev hatine kuştin.

Nûçeyên Têkildar