Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

‘Îro pirsgirêka herî stratejîk rewşa jinan e’

Erzîncan diyar kir ku, pirsgirêka herî mezin û bingehîn a cihanê pirsgirêka jinan e û got: “Pergala modernîteya kapîtalîst, dewlet jî gava dibînin ku di jinan de hişyarbûn çêbûye, têkoşîn pêş ketiye ew jî hesabê xwe dikin.”

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan tevlî bernameya ‘Xwebûn’ a Jin TV bû û bersiv da pirsên rojnamevan Arjîn Baysal. Nirxandina Besê Erzîncan bi vî rengî ye:

Hûn têkoşîna ku îro jin li cihanê didin meşandin çawa dinirxînin?

Îro pirsgirêka herî stratejîk rewşa jinan e, tişta ku li jinan tê kirin li civakê tê kirin. Dema mirov pirsgirêkên jinan çareser bike wê demê di civakê de jî hîn zêdetir tiştên xweşik çêdibin. Nêzîkbûna me ew e. Li cihanê de jî dema em rewşa jinan dinîrxînin, îro pergala modernîteya kapîtalîst xwe li ser desthilatdariyê bi rê ve dibe, xwe bi vî rengî saz kiriye, li vir jî bi taybetî jin rola esasî dileyze. Li derdora jinan desthilatdarî rojane zêde dibe. Ji ber wê jî desthilatdarî, berjewendî çiqas zêde dibe rewşa jin û civakê jî xirabtir dibe. Roja me ya îro de modernîteya kapîtalîst xwe li her derê kûr kiriye, belav kiriye. Di rewşeke wisa de keda jinan ne tenê di aliyekî de, di gelek aliyan de tê xwarin. Mînak dema keda zilam tê xwarin cûda ye a jinan cuda ye. Ji aliyê bedenî, fîzîkî, ruhî, kedê û di hemû aliyan de keda wê tê xwarin.

Taybet piştî salên 2000’î bi zêdebuna desthilatdariyê, beguman li hemberî vê berxwedanî jî zêde dibe. Niha gava em rewşa jinan li cihanê meyze dikin em dibînin ku gelek polîtîkayên curbecur li ser jinan tên meşandin. Li gor her parzemînê nêzikatiyên cûda hewce ye, rewşê jinên Ewrûpa, rewşa li Amerîka, Çîn, Rojhilata Navîn herçiqas di cewherê xwe de heman kedxwarin be jî lê belê gelek aliyên wê yên cûda heye. Di şêwaz û şikil de ew tê guhertin. Ji ber wê jî di mijara rewşa jinan de nirxandineke hîn berfireh hewce dike.  Nêzîkatiyek li gor wê were çêkirin wê baş be.

‘Jinan bi Şoreşa Rojava re ku bandora xwe gerdûnî kir’  

Mînak rewşa jinan a li Rojhilata Navîn mirov dibîne ku li derdora jinên kurd mezinbûnek, bilindbûnek heye. Ev di heman demê de tevahiya cihanê bandor dike. Lê belê bi rengekî giştî jî mirov dibîne ku li gelek cihan wekî Arjantîn û Polonyayê jî tevgerên jinan hene lê ev hemû tevger tenê ji aliyekî ve li ser jinan disekinin. Tenê li derdora daxwazekê têdikoşin. Mînak tenê li ser mijara tundiya li ser jinan ango li ser kurtajê têkoşînê didin meşandin. Yanî tenê li ser hinek mafan disekinin. Mînak li Arjantinê jinan înisîyatîfeke bi navê ‘Wê ji nav me kesek jî kêm nebe’ ava kirine. Vê tevger û înisîyatîfê tesîr li ser hemû cihanê kir û li ser vî esasî tevlîbûnek çêkir. Dîsa li Ewropa û Amerîkayê di sektorên sînema û çandê de li dijî hinek jinan hunermend destdirêjî hatibû kirin. Jin ger bixwazibe tiştekî bike mecbur tê hiştin, zilam her tiştî dike.

Dîsa li Kurdistanê bi Şoreşa Rojava re ku bandora xwe gerdûnî kir. Ne tenê di aliyê Rojhilata Navîn de gerdûnî bû. Li hinek cihan em dibînîn ku tenê ji aliyekî ve têkoşîn tê kirin. Pergala modernîteya kapîtalîst, dewlet jî gava dibînin ku di jinan de hişyarbûn çêbûye, têkoşîn pêş ketiye ew jî hesabê xwe dikin. Polîtîka û rêbazên piralî pêş dixin. Bi taybet dixwazin di aliyê fikrî de şîlobunek, tevlîheviyekê çêbikin. Ji ber ku îdeolojî ji bo jinekê pir girîng e. Ger fikir nebe, ger zihniyeta azadiyê tunebe, li vir jin gelek caran xwe şaş dikim. Pergal ji ber wê jî şêwazeke wisa dicerîbine.

Şêwaza duyemîn jî wextê dibîne ku jin nikare têbikoşe, wana dixe nava pergala xwe. Gelek caran me nirxand, em dîbinin ku li Ewropa û Amerîkayê gelek jin dibin serok ango alîkarê serok. Ev bêguman tiştekî pir ba şe, pêşketinek e. Lê bêlê di vir de armanceke pergalê heye. Jin jî dixwînin û pêş dibikevin, ilim heye. Dixwazin kabîliyeta jinan ji bo sîstema xwe bidin şixulandin. Ango wisa dikin ku jin bikevin sîstema wan. Ji bo ku bibêjin va ye lê binihêrin pêwistî pê tuneye ku jin ji bo azadiyê têbikoşin, jixwe va ye em evqas pêş ketine.

‘Divê em mafê jinan alternatîfa jiyanê bibînin’

Him jinan dike di nava pergala xwe, him ji bo armanca xwe dide bikaranîn û di heman demê de bi wî rengî peyamekê didin jinên têkoşer, pêwîst nake ku hûn têbikoşin va ye jin li cihê herî bilind cihê xwe distîne.  Şêwaz û rêbaza polîtîkayek desthilatdar a bi vî rengî dimeşînin.

Xala din jî tunekirina nakokiya zayendî ye. Di esas de dixwaze tune bike. Di gotin de dibêje jixwe jin û zilam wekhev e. Di gotin de wisa dibêje bes ji xwe di pratîkê de ne wisa ye. Tunekirin û bêwatekirina nakokiya cins/zayendî heye. Wêya bi nîqaşên cihê dikin. Bêwatekirina nakokiya cinsî di aliyê têkoşînê de nabe. Ji ber ku tu bixwazî naxwazî di xwezayê de dualîte heye, jin heye zilam heye. Nakokiya cîns di nava 5 hezar salan de her ku çû kur bu. Bêguman têkoşîna me jî li ser esasê nakokiya cîns mezin dibe, bilind dibe. Ji ber wê jî helbet divê em mafê jinan, alternatîfa jiyanê bibînin. Di vî alî de gelek polîtîkayên cûda ya dewletan heye. Dîsa li her qadê bi rêya perwerde, ragihandin ev polîtîka cûda cûda tê meşandin.

Li Rojhilata Navîn tesîra îslamî jî pir e. Îslamiyet jî li gor xwe şîrove dikin da ku bikaribin jinan zêdetir bikin kole. Mirov dikare bibêje ku di esas de bi wî rengî şîrove dikin, pêk tînin. Tevî ku di destpêka îslamiyetê de hinek tiştên pêşketîtir hebûn. Wek mînak jin dikarîbûn biçin mizgeftê. Lê belê her ku çû kesên ku hatin de zehniyeta zilam serwer bû û li gor wê jî hinek tişt guherî û şîrovekirin pêş ket. Mînak li Rojhilata Navîn jinan li malan didin girtin, tenê wek amûreke zayînê dîtin, ne xwendin jê re heye, ne têkiliyên civakî jê re heye, wekî ku di qefesê de ye, di nava tecrîdê de be, pir sînor jê re hene.

Ewropa jî vekiriye lê vekirîbûneke çawa ye? Rastî jî mînak jin çawa tên şixulandin. Dibe ku di milê sîyasetê de wisa bikin lê di jiyana rojane de keda jinan pir erzan e. Mînak heya niha jî keda dayîkan di hundirê malê de nayê dîtin, wekî ku dayîk qed ked nade, tê dîtin. Ango ji bo ku civakê bixin, jin di warê fihûşê de didin bikaranîn.

‘Femînîzmê ji bo tevgerên jinan mîrateyeke pir mezin hişt’

Ew hemû di rewşa îro de polîtîkaya dewletê ye. Lê di heman demê de li hemberî wana rewşa jinan jî heye. Jinan timî li dijî pergala 5 hezal sal a zilam, li dijî desthilatdariyê li ber xwe dane. Bi taybet di wan du sed salên dawî de jî têkoşîna jinan hîn bilind bûye. Ji ber ku gelek şoreş çêbû û jinan pêşengtî kirin û rola xwe lîstin. Di aliyê femînîzmê de jî xebat û keda femînîstan heye. Femînîzm ji bo ku jin hişyar bibe, rewşa ku tê de ye zêdetir diyar bike, pir ked da. Dibe ku gelek cureyên femînîzmê hebe. Lê her femînîzm di jiyanê de ji bo hişyarbûna jinan rola xwe bi cih anî. Dîsa çalakiya wan jî hebûn. Ji bo mafê hilbijartinê bi dest bixin, li dijî tundî û kurtajê çalakiya wan heye. Ji bo tevgerên jinan mîrasek pir mezin hiştin û pêşengtî kirin. Heya niha jî berdewam dike.

Em jî nîqaş dikin, kêmasî di ku derê de hebû, em dikarin çawa temam bikin, mezin bikin. Nêzîkbûneke me ya bi vî rengî heye. Em bi pêşengtiya jîneolojiyê ve wan mijaran nîqaş dikin. Mînak em çawa dikarin tevgerên jinan hîn radîkal bikin. Ji ber ku radîkalîzm ji bo xebatên jinan pir girîng e. Bêguman tenê  redkirin ne hewce ye, divê alternatîf jî werin avakirin.

Ji ber wê jî kêmasiya femînîzmê ev bû ku yekalî temaşe dikir. Ji bo civak jî hîn zêdetir kar bike, yekpare kar bike di wan aliyan de kêmasî hebûn. Dîsa pêwîst e ku xwe ji jiyana modernîteya kapîtalîst veqetîne. Lê di vir de dibe ku di hîn milan de têkoşînek hebe lê di avakirina jiyaneke alternatîf û guhertina pergalê, ev alî kêm ma. Dibe ku têkoşînê dikin lê piştî têkoşînê dîsa jiyana xwe ya berî wê bidomînin. Wek tevgera jin em dibêjin ku rast e em rexne dikin, lê divê ku em di heman demê de jiyaneke alternatîf jî ava bikin.

Di aliyê têkiliyan de, di warê aborî, civakî û siyasî de pêwîst e jin hîn zêdetir tevlîbûna xwe bide çêkirin, aqlê jin û fikrê jinan hîn zêdetir hebe. Me xwest di van aliyan de hîn pêş ve bibin. Ji bo wê jî mîlîtanîyeke hîn xurttir pêwîst dike. Radîkalîzm pêwîst dike. Di vir de kêmbûn hebû. Bêguman di nav wan de însanên pir leheng hebû, ez behsa wan nakim jixwe.

‘Jinan him ji bo jinan him jî ji bo civakê pêşengtiyê dike

Jin jî ji pêşketinên li cihanê di aliyê teknîk û ilm de sûdê werdigirin. Aliyên baş û nebaş û teknîkê heye. Aliyên xwe ya baş ew e ku mirov dikarin zûtir xwe bigihînin hevdu. Ango gava li cihekî tundî hebe êdî ev wek berî ewqas veşartî namîne. Ev hişt jî jin bikaribin di aliyê rêxistinbûyînê de jî gavê biavêjin. Bi taybetî ne tenê ji bo xebatên jin, ji bo xebata demokrasî, ekolojî ji bo xebatên dîtir ê civakî li ku derê neheqiyek hebe mirov dibîne ku jin li vir têdikoşe. Jinan him ji bo jinan him jî ji bo civakê pêşengtiyê dike. Em dikarin bibêjin ku rewşên tevgerên jinan de, jin him ji bo jinan him jî ji bo civakê kar dikin. Tevgera jinan lewre gerdûnî bûye. Berê ev tişt kêm bû. Jixwe me got pirsgirêk eynî ye, ji ber wê jî çareserî ji wekhev e û nêzî hev dike. Îro li Arjantîn, Îspanya, Polonya, Amerîka û Kurdistanê bi hezaran, bi mîlyonan jin dikarin çalakiyan birêxistin bikin. Mafê xwe dixwazin, rexne dikin. Li Hindistanê me mînaka vî tiştî dît.

Bi giştî mirov dikare bibêje ku pêşketinek heye. Dîsa pêvajoya vîrusa koronayê jî tesîr kir. Divê mirov binîrxîne. Em dizanin ku hevsengiya cihanê di aliyê avhewayê de xirab bûye. Hejmara mirovan li cihanê pir zêde ye. Hin bajar hene bi mîlyonan însan dijîn. Lewra ne bi tenduristiyê, nexweşî derket, desthilatdariyê jî ev tişt li gorî xwe bi kar anî. Di dema wê nexweşiyê de jî dihat gotin ku her kes di malan de be, dernekeve derve. Dibe ku hin tişt ji ber mecbûriyetê bin lê derfet hebû ku dermanan zûtir peyda bikin. Nêzîkatiya desthilatdarî jî ev bû ku di wê firsendê de kesên ku azadiyê dixwazin, demokrasiyê dixwazin, yên ku rexneyên wan li dijî desthilatdarî hene di bin navê koronayê de bixin nava malan. Di vir de ya ku herî zêde zehmetî dît dîsa jin bû, ya ku ji kar hate derxistin jî jin bû. Ya ku herî zêde zirar dît, tundiya zilam dît jin bû. Me berê jî gotibû. Zewac û mal di esas de qefesek e ji bo jinan. Her jin û zilam li gel hev bin, di vir de gelek caran tundî zêdetir dibe. Him li ser jinan him jî li ser zarokan. Tecawuz zêdetir bû. Mînak li Efrîkyayê jî di dema koronayê de jî sineta jinan zêdetir bûye.

Lewra di wê demê de nakokiyên cîns hîn zêdetir bû û jinan rûyê rast ê zilam baştir dîtin. Gelek caran dibe ku sibe diçûn û êvaran hevdu kêm didîtin, lê heke 24 saetan ligel hev bin, tu hev baştir nas dikî. Dîsa di milê din de jî hişyarbûn û berxwedanî zêdetir bû. Rûyê zilam pir eşkere hate dîtin.

‘Di sedsala 21’emîn de rêxistinbûneke hîn xurttir pêş bixin’

Lê belê me îsal di pêvajoya 25’ê Mijdarê de dît ku bi mîlyonan jin tevlî çalakiyên pir girseyî bûn. Yanê ev nîşan dike ku êdî li kesek nikare li pêşiya jinan bigişre. Hejmareke pir mezin a jinan statuyeke nû dixwazin. Wê koletiyê nepejirîne. Statuya cinsê duyemîn qebûl nake. Ji ber ku di wan 200 salên dawî de gelek fîlozof, lêkolîner û akademîsyen derketin, wan jî kar kirin û hişyarbûnek ava kirin. Dîsa gelek rêxistinbûnên jinan pêş ketin. Pêwist e ew zêdetîr aktîf bibin. Li cihanê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê jinan hevdu hîn baştir fêm kirin. Yekbûyîneke hîn baştir çêdibe. Lewre em dikarin di sedsala 21’emîn de rêxistinbûneke hîn xurttir pêş bixin. Ji ber ku di aliyê rêxistin û tevgerên jinan de kemaniyeke bi vî rengî heye. Pir çalakiyan dikin lê rêxistinbûyîn, perwerde kêm dimîne. Pêwîst e ku çalakiyên hîn radîkal pêş bikevin.

Têkoşîna jinan dil û mêjiyê mirovatiyê ye. Çiqas têkoşîn û azadiya jinan pêş bikeve, ewqas jî azadiya mirovatiyê pêş dikeve. Mirovatiyê tenê dikare bi rêya têkoşina jinan xwe rizgar bike. Tenê bi vî rengî jiyan dikare xweşik bibe. Rola tevgerên jinan di aliyê demokrasî, ekolojî, wekhevî û di her milê de ew e.

Hûn rewşa jinann Efganistanê çawa dinirxînin?

Rewşa Kurdistan û Efqanistanê di hin aliyen de dişibe hev. Jixwe her du gelên Aryen n. Lê belê çima wisa bû? Divê em bi nihêrtina jinan fêm bikin. Ev êrîş li dijî azadiya jinan e. Jinann Efganistanê têkoşîn dikirin û ev têkoşîna wan ji bo Asya û Rojhilata Navîn esas bû, mînak bû weke çavkaniyekê. Wekî jinann Kurd ku îro li cihanê bûne mînakek, jinann Efqan jî bi vî rengî bûn. Jinann Efqan nedixwestin bi Talîban re bimeşîn û Amerîka jî rexne dikirin. Dixwestin rengê xwe bi xwe, rêxistina xwe bi xwe derxin holê. Lewra vî tiştî jî tesîr kir. Amerîka jî bi hinceta rizgarkirina jinan û gelan hat. Lê belê derket holê jî Amerîka ji bo berjewendiyên xwe hatiye, li vir e. Çawa berjewendiyên wê qediya, xwe teslîm kir.

Rewşa jinann Efqan niha pir zehmet e. Ger ku me wek tevgerên jin li cihanê xwe hîn baştir rêxistin bikira, me dikarîbû ji bo jinann Efqan jî tiştekî bikin. Lê rêxistinên me kêm e li cihanê. Hin pêşengên jinann Efqan derketin derveyî welat. Lê gelek jin hîn li Efqanistanê têdikoşin. Li pir cihan mirinê didin ber çavan û çalakiyan dikin. Lewra em bi wê vesileyê carek din têkoşîna jinann Efqan silav dikin. Bêguman em bi wan re ne. Li gelek cihên Kurdistanê çalakî hatin kirin û daxuyanî hatin dayîn. Lê dibe ku di hîn aliyên pratîkî de kêmasiyên me hebin. Em dizanin ku têkiliya jinann Efqan û Kurd pir xurt in. Dema pêvajoya Kobanê, Efrîn, pêvajoya rojava û bakur jî, yanî di her milê de em dizanin ku rojava jixwe re mînak digirin. Li gor Rojava ferq ew e ku jin li rojava birêxistinkirî ne, tevgerek wan ya şoreşgerî heye. Di aliyê parastina cevherî û cîvakî de rêxistinbûyîna wan heye. Li Efqanistanê ev kêm bû. Mînak hîn saziyên jinan li Efqanistanê heye li gor Amerîka diçûn. Gava Amerîka çû, ne tenê saziya jinan bi giştî jî wisa bû ku nedikarîn xwe baş rêxistin bikin. Gava arteşa Amerîka xwe şûnde kişand, arteşa Efqanistanê rojekê li ber xwe neda. Ji ber ku ne arteşa gel bû, bi pere kar dikir, bi pere jî artêş nabe. Li Rojavayê Kurdistanê bawerî, îdeolojî, fikir zêdetir li pêş e. Ji ber wê jî ferq heye. Jinann Efqan jî em bawer dikin ev berxwedaniya xwe zêdetir bikin, em ê jî bi wan re berxwedaniyê dikin.

Li Kurdistanê asta têkoşîna jinan çawa ye?

Şoreşa Rojava ji bo tevgerên jin ên li cihanê pir girîng e. Gelek ji wê îlham girtin. Ne tenê şoreşek e ku hin mafan bide jinan. Şoreşa rojava yekpare, radîkal guhertinekê ji xwe re dike armanc. Heya niha di tu şoreşê de ev tişt pêk nehatiye.  Di her qadên jiyanê de bi perspektîfek nû hewldana avakirinek jiyaneke nû heye. Dîsa bi pêşengtiya fikrên Serok Apo ev pêş ket. Lewre cihanê de ew pir belav bû. Li derdora Şoreşa Rojava û bi giştî Kurdistanê, têzên Serok Apo li tevahîya cihanê belav bû. Dîsa tevgerên jinan, jinann Kurd di şexsê YPJ, YJA-Star de nas dikin, dîsa ji pergala hevserokatî a li bakur nas kirin. Di aliyê îdeolojîk û leşkerî de pir tesîrbûn heye. Jinann  Kurd pêşketineke mezin çêkir. Fikrê Serok Apo li seranserê Kurdistanê belav dibe. Li başûrê Kurdistanê de jî fikr û felsefeya Serok Apo jinan pir tesîr dike. Hezkirin û girêdanbûneke pir mezin ji bo Serok Apo heye. Dîsa jinên ereb, tirk, fars, ermenî, asurî, suryan, tirkmen di her milî de dîsa jinên yarsan, alewî, şîa, êzîdî, mirov dikare bibêje tesîra Rêber Apo li ser wan heye. Têkoşîna me hemû derewên zilaman pûç kir. Ji ber ku me dît ku ger ku derfet û şert û merc hebin, jin dikare her tiştî bike. Heta dikare hin tiştan ji zilaman baştir bike.

Di rastiya şoreşa Kurdistanê de di şexsê jinên kurd de hat îspatkirin ku jin dikare her tiştî bike, serkeftî bike. Di jiyanê de jin herî zêde di mijara parastinê de hatibû dûrxistin. Wekî ku tenê zilam dikare jinan biparêze. Wekî ku ger jin tenê be, nikaribe xwe biparêze. Qey jin bi serê xwe bêparastin e? Lê me dît ku di pratîkê de tam berovajî derket.  Li hemû beşên Kurdistanê herî zêde jin bi rengekî radîkal li hemberî dagirkeriyê li ber xwe dan. Lewre çawa ku em ji çalakiyên jinan yên girseyî li cihanê bandor dibin, xebatên me jî bandorê li ser jinên cihanê dikin. Helbet jinên kurd di wê aliyê de jî pêşengtiyê dike. Ji ber ku alternatîfek heye em li ser wê kar dikin. Tenê em red nakin di heman wextê em ji bo alternatîfek têdikoşin.  Mînaka wê ya herî baş jî Rojavayê Kurdistanê ye. Lewra em dibêjin Şoreşa Rojava, şoreşa jinan ye. Ev tenê ne sloganek e, rastiya wê û bingeheke wê heye.

Kemasî û lawaziyên me jî gelek hene. Tevgera me dikarîbû hîn baştir têkiliyên xwe deynin, bîrdoziya xwe belav bike, lê di vî mijarê de em kêm man.

Têkiliyên Tevgera Azadiyê Jinan bi tevgerên jinên cihanê re di kîjan astê de ye?

Bi taybet piştî şoreşa rojavaya Kurdistanê hemû jinann Kurd li hemû beşan gelek xebat meşandin. Di aliyê rêxistinî û dîplomasî de jî. Hemû beşan de rêxistina jinan heye. Ew ji bo komun û meclîsan ava bikin dixebitin. Her wiha ji bo dîplomasîya jinan jî dixebitin. Gelek têkîliyên me hene. Em pir girîngî didin wê. Bi taybet ji bo yekîtiya jinann Kurd, jinann li Rojhilata Navîn, dîsa ji bo jinann cihanê werin gel hevdu em têkoşîneke hevpar bimeşînin xebat heye. Ji bo ku em bikaribin tecrubeyên xwe bidin hev jî têkiliyên me heye. Dîsa wergirtina tecrubeya jinann cihanê jî ji bo me gelekî girîng e.

Îdeolojiyek zelal ji bo tevgerên jin pir girîng e. Di cihanê de pirsgrêka herî bingehîn niha ew e. Şîlobûnek, tevlîhevbûneke mezin heye di aliyê îdeolojîk de di aliyê guhertinê de kêm dimînin, ditengijin.

Mînak tevgera me bi parêznameyên Serok Apo bi rengekî berfireh di mijara demokrasî, ekolojî û azadiya jin de paradîgmayek ava kir. Dîsa pergalek alternatîf wek konfederalîzma demokratîk ava kir.

Pêwîst e di têkoşînê de yekbûyînek derkeve holê. Ji bo wê jî perwerde hewce dike. Pêwîstiya kadroyên ku tenê ji bo azadiya jinan kar bikin, xwe feda bikin heye. Ji bo giştî cihanê ew pêwîst dike. Xebata jinan ne ew e ku tu jiyana xwe ‘normal’ berdewam bikî, carna biçe hîn çalakiyan, hîn axaftinan bikin wekî ku jixweber çêbibe gelek jin wisa meyze dikin. Ne bi vî rengî ye. Dîsa gelek jin hene pirr radikal kar dikin, dixwazin guhertin çêbibe. Îdeolojîyek pir mezin di destê me de heye. Ger ku mirov li gor wê îdeolojiyê bijî, dikare li her derê rola xwe bileyzî. Ew hatiye îspatkirin. Jinên urd îro pêşeng e, di siyasetê û li gelek qadan rolê dilîze, muhatap tê girtin, zana ye.

Em wek tevgera jin ji bo ku em hîn zêdetir tevgera jin a li cihanê xurt bikin dixwazin yekîtîya jinan ava bikin. Gelek tişt hene ku em dixwazin pêş bixin. Dîsa li şoreşa rojava gelek tevlîbûna jinann Ereb hene. Dîsa gelek hevalên me tirk tevlî dibin em bi hev re dixebitin, jinên Fars hene. Ger ku em yekîtiya xwe di azadiya jinan de ava bikin, em ê bikaribin li dijî belaya zilamê desthilatdar a li ser jinan, dewleta desthilatdariye têkoşînek hîn xurttir bimeşînin.

Ger em xwe bi rengekî baş rêxistin bikin, têbikoşin em ê bikaribin jiyaneke hîn xweştir, rasttir û a ku tê de hezkirineke rast û heqîqî, wekhev, mafê hemû koman, zarok û ciwan û civakê hebe ava bikin. Pêdivî pê heye ku yekîtiya jinan were pêşxistin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar