Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Îro piştî bi sed salan nû hatim dinê!

Îro ew roj e ku piştî bi sed salan ji nû ve ji dayîk bûm. Sed sal hebûm li ser rûyê dinê bûm, lê ne weke fîzîkî û ne jî weke raman û ziman hebûm. Balkêş e ne wisa!

Bi hezaran sal bijî, lê tine bî. Ecêb e. Kes vê dizan e gelo, civakek din wisa heye, hebe jî dibe tiliyên destekê derbas neke. Lê zêdetirî hezaran salî ji kalikê min bigire û heta roja îro hebû û dijiya. Lê kesê ew weke xwebûn qebûl nedikir, her tim kirasek din li ser bû, bi zimanek din îfade dikir.

Her tişt min afirand, şaristanî û civakîbûn li ser bedena welatê min ava bû, lê ji bo min nebû. Min hoste bûm, min xwêdan dirijand; ji bo min nebû. Ne nav û ne jî sembola min hebû. Koleyeke bênav û bê ziman bûm. Zîrek, jêhatî, rêçber û kedkar bûm, lê ne ji bo xwe ji bo efendiyan bûn. Ji bo yên ev xak dagirkirin û min tine dikirin bû. Min tim ji bo wan dikir, me ji bo wan dikir.

Wisa lê hatibû, temamî me xwe ji bîr kiribû, bûbûn yên din û aydê yên din. Zarok û nifşên nû jî wisa mezin dibû, bi temamî civakek nû dihate avakirin, kirasê serdestî yê li bejna me hatî qutkirin li ser me dihate poşîn. Zimanê me çand û hunera me biyanî bû, winda bû.

Di dem û pêvajoyên welê de ku hebûn her diçû winda dibû, çerxa şoreşê vegeriya, tofanê lê da û serobin bû. Ev tofan ne tofana xwezayî ya lêhî û bahozê bû, ev tofaneke ya ilim û ramanê bû. Lewre ewqas bihêz û xurt bû ku hemû qalib weke asîtê li ser bikî bihelînî bi xwe re radikir û dibir.

Ewilê min ê teslîmî tinebûnê bûyî rizgar kir û piştre civaka hatî kolekirin rizgar kir. Şoreşeke welê ya ilmî ku hemû bandorên qirêj ên desthilatê mîna jengê lê hatibû, rakir û avêt. Aqil û bedena min a bi destê desthilatê hatî lewitandin pak kir.

Ji bo wê ewilê şoreşeke zihnî û nasîna xwe destpê kir. Min bi min da nasîn, rastiya min, ziman û çanda min da nasîn, min xwe nas kir ku bikarim ji bo xwe şer bikim, têbikoşim.

Ji bo wê piştî bi sedan salî nû hatim dinê, berî wê hemû emrê çûyî û keda çûyî ji bo min nebû, ji bo civaka min nebû. Îro çi karê dikim ji bo min e, ji bo civaka min e. Cara ewile ji bo civaka xwe dikim, xwêdan dirijînim, ked didim. Ev bo civakê serketinek mezin e. Xwenas dike, dizane û ji niha şûnde wê çi bike.

Ev bû mîladek nû, bû vejîn û hilatinek nû. Kurdan xwe êdî nas kir û ji bo xwe kar dike, ji bo serketina xwe têkoşîn dide. Ev di dîroka mirovahî û kurdan de bû destpêkeke nû. Her ku têkoşîn xurt bû, êrîş jî zêde dibe. Desthilata ku heta niha bi çavê koleyeke nediyar, ji ked û xwêdana te sûd digirt, vê yekê qebûl nake. Ji bo vê an wê weke heta niha bidome, yan jî her tişt weke berê namîne. Bi vê hişmendiyê êrîş dike û qetil dike.

Kurdê xwe nas jî kir, li her qonaxa têkoşîna Azadiya Kurd de, li ber xweda şer kir. Xwîn û berdêl da. Îro jî yek ji wan rojan e. Îro ew roje ku kurdan li parçeyek Kurdistanê bênasname, ziman û çand hatî hiştin, bi berxwedana 19’ê Tîrmehê ya 2012’an a Şoreşa Rojava ji nû ve hilat, ji nû ve welidî.

Ev hema welê qonaxeke nû nebû, ji arenayên Romayê ku mirov li ber şêran dihatin parçekirin kembaxtir û bi hovtir bûn. Îro li arenayê ne şêr bûn, mirovên ji şêran hartir û bixwîntir DAIŞ, hebûn. Van mirovên hov, kurdan qetil dikir û talan dikir. Ji bo vê ne mimkûn bû di vê arenayê de kurd careke din bên parçekirin. Êdî kurdan xwe nasîbûn û wê nevegere berê. Vegera berê bûbû xeyal. Mirina îro mirineke serfiraz û serbilind bû.

Arenaya şer ne tenê qadek bû, ji seranserî Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Ne komeke mirov, bi hezaran mirov berê xwe dabûn qada cengê û dicengiyan. Ji Bakur bigire heta Başûr û Rojhilat berê hemûyan li Rojava bû. Ciwanan sînor qetandin û berê xwe dan cenga azadiyê. Bi vê hest û kerametê, Şoreş dihate kirin. Şoreşeke fikrî û zikrî bû. Li vir dil, mejî û bedena kurdan yek bû. Hemû bi hev re ji bo yek armancê lê dida. Êş a her kesê bû, kêfxweşî ya her kesê bû. Careke din li vir kurdan li ser dika dîrokê ji bo hemû dinê da îsbatkirin heye, wê hebe. Ev di dîroka mirovahiyê de serdemeke nû û pêvajoyeke nû bû ji bo kurdan.

Ji bo wê ye ku bi qasî welidîna pêximberekê pîroz bû. Ji ber ku civakek nû hate avakirin, mirovahiyeke nû hate avakirin. Ne ji bo kes, ji bo civak û hemû pêkhateyên herêmê bû. Ji bo mirovahiyê û gerdûnê bû.

Eger ku îro gelek tişt ji nav neçûne, bi saya van ewladên têkoşer ên di serî de gelê kurd, ereb, çerkez, asûrî-sûryan û hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriye û hêzên demokrasîxwaz ên cîhanê bûn. Ev şoreş malê civakê tev e. Malê gerdûnê ye. Ji bo wê xwedîderketin hemwext xwedî li xwe û baweriya xwe ya ji bo azadiyê ye.

Eger ku îro gef tê kirin, ji bo vê ye. Ji bo wê ye ku li ber van gefan sekinîn û berxwedan kirin, erk û wezîfeya her tak û ferdê civakê ye. Erka hemû hêz û aliyên di nava vê şoreşê de ye, ji berê xurtir û bi biryardartir, cih bigire û li ber vê şerê şikandina dagirkerî û faşîzmê bigire. Rê nede ku hêviya li vir hatî avakirin, têk biçe; berovajî xurtir bibe, ji bo tevahî mirovahiya pêşverû bibe îlham ji derveyî jiyana heyî alternatîfeke din a jiyana rûmet û serfiraz heye. Ew alternatîf jî modela Netewa Demokratîk a Rêber Apo ku îro li Grava Îmralî li dijî her cure sîstema îzalasyon û îşkenceyê ya dewleta tirk a dagirker li ber xwe dide ya pêkve jiyana hemû pêkhate û gelên li herêmê ye.

WEYSÎ TALLÎ

18.07.2022

 

Nûçeyên Têkildar