Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Îro roja serketina me ye!

Îro bi hêviya serkeftinê em ji temara xewa giran rabin û biçin ser sindoqan û dengê xwe ji bo azadî, demokrasiyeke mayînde û bidawîkirina mirina ciwanan, jinan, zaroka, karkeran,  gerîla, leşkeran hwd. bikar bînin.

Saetên sibehê dema em rabûn, em ê her tiştî bidin aliyekê û bikevin ser rêya navenda hilbijartinê ku cihê nav lê tomarkirî. Berî em deng bikar bînin tenê çend kêliyan jî rabirdûya xwe bibîr bixin û wisan deng bidin. Em kêliyek be jî, qeyûmên diz û talanker ên şaredariyên me dagir kirî, dîsa jêrzemînên Cizîr, kavlên Şirnex, Silopiya, Gever, girtin û êşkencekirina xort û keçan a li çalakiyan.

Her wiha parêzvanên windayan Tahîr Elçî, li Gimgimê tazîkirina gerîlaya YJA Star’ê Ekîn Wan, li kolanên Şirnexê Haci Lokman Bîrlîk li pey wesayîtên zirxî kişandin. Li Cizîrê qetilkirina Dayika Taybet a hefteyekê cenazeyê wê ma li kolanê, Roboskê, Pirsûs, dîsa gotinên Hevserokê Gel a Cizîrê Mehmet Tunç; ‘Me li ber xwe da, me çok nedanî, bi me serbilind bin û niha her kesê dikare tiştek bike bila bike, niha neke piştre bila bi hewara me neyê’ bînin ber çavê xwe û dengê xwe bidin. Wek Mehmet Tunç gotî niha demê wê ye, yê bike bila niha bike, neke jî piştre direng e.

Eger ku em nexwazin carekî din ev bûyer biqewimin û heqê xwe, mafê me ji me neyê girtin, eger em li ser zik jî bikaribin biçin, divê çavê me ji rêya dengdayînê venegere. Sindoqan, navendên dengdanê dibin kû bila bibim em li pey biçin, em li pey mafê xwe biçin. Ji ber ku ew yê me ye, nek em nû digirin. Şirnex, Cizîr, Gever, Amed, Nisêbîn, Colemêrg, Hezex, Dersim, Wan û hwd. warê me û jîngehên me ne. Eger bi wesayîtan rê neyê dayîn divê ciwan pîr û nexweşan li pişta xwe bibin navendên dengdanê. Ev gavek yekem a xurt a ‘Pêngava Tecrîdê Bişkînin, Faşîzmê Hilweşînin û Kurdistanê Azad Bikin’ e. Me vê gavê derbek baş li faşîzmê da û derz ket bloka faşîzmê, em ê bikarin a ji hemûyan lezgîntir û ciwan di oxira wê de can dibexşîne dîwarê êşkencê yên Girava Îmralî hilweşînin. Ji bo vê ye ku dijmin û faşîzma AKP-MHP’ê jî vê dibîne û şert û mercên heyî girantir û xedartir dike. Divê em jî li gorî wê bibînin û tevger bikin.

Îro em dibînin vê bloka faşîzan bi hişmendiyeke ne rêgez ên mirovan û ne jî exlaq ê mirovan, bi her awayî êrîşî gelê me û hêzên demokrat dikin. Hilbijêrên me yên ku bi vîna me hatine hilbijartin, li zindanan tije kirin. Êrîşî jin, ciwan û karkeran dikin. Yekan e daxwaza wan kolekirin û mêtingeriya keda mirovan e. Çawa ku dermanê Dehaq mejiyê zarokê kurdan bû, textê desthilata van zaliman jî mêtingerkirina keda jin, ciwan û mirovan e. Ji bo wê ye divê her kes vê yekê bibîne û li gorî wê hesab ji faşîzmê bixwaze. Pirsgirêka ‘Man û Nemanê’ ya Tirkiyeyê nîne, pirsgirêk ‘Man û Nemana’ faşîzma Erdogan û Bahçelî heye. Îro em dibînin ev kesên navborî rêgezên insanetiyê jî winda kirine. Li ser ekranên televîzyonan ji bo tenê xwe li ser text bigirin bi her awayî qetilkirina zarokên kurdan rewa dibînin û fermana wê didin. Ji kuştin û girtinê zewq digirin. Madem em rû bi rû yê hovîtiyeke wiha ne, derfetekî wiha divê bi her awayî zend û bendan hildin û li ber têbikoşin.

Bi pêngava ‘Tecrîdê Bişkînin, Faşîzmê Hilweşînin û Kurdistanê Azad Bikin’ ya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê dayî destpêkirin, her diçe dorfireh û xurt dibe. Ji bo ev faşîzim û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe grevên birçîbûnê ya bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven destpê kirî , bi çalakiyên canbexşane ya Zulkuf Gezen, Ûgûr Şakar, Ayten Beçet, Zehra Şaglam û Medya Çinar gihişte qonaxeke nû ya serketinê.

Di qonaxekî wiha de ketina hilbijartinê û derbek xurt li faşîzmê dayîn zû bi zû peyda nabe. Em gelê kurd û hêzên dij-faşîzmê divê vê bibînin û li gorî vê bikevin nava liv û tevgerê. Ji bo wê divê em dengên xwe ne tenê bidin û vegerin malê. Li dengên xwe û sindoqên xwe xwedî derkevin. Em rê nedin faşîzim vîna me tine bihesibîne û sindoqan bi hîle û fêlbaziyan ji dengê xwe tije bike. Ev rê û rêbazên faşîzmê ne, me şahidî ji gelek kiryarên wiha yên antî-demokratîkbûnê ya dewlet û hevkarên wê re kiriye. Ji bo wê ye bi taybet jin û ciwan divê xwedî li deng û sindoqan derkevin. Li her navendê bibin muşahîdên dildar. Ev erkekî me yê demê ye. Ne wiha be em ê nikaribin zalimê demê dîktator Erdogan û hevkarên wî li erdê bixin.

Divê berî hilbijartinê em van hemûyan bibînin û wiha bikevin ser rêya dengdanê. Vê yekê li bîra her kesê bixin û wiha xwedî li sindoq û vîna xwe derbikevin. Bi vê hişmendiyê em ‘HDP’ îşaret bikin. Şaredariyên me bi xwe nebin, li bendê mayîna faşîzim xizmetê bike nemukin e. Em ê xwe bi xwe şaredarên xwe hilbijêrin û xwe bi xwe xwe jî rê ve bibin. Ji bo vê jî em ê biçin dengê xwe bidin ‘HDP’. Heta kêliya dawî divê me sindoq û navendên hilbijartinê neterikînin. Çi dibe bila bibe, dijmin wê serî li her rêbazî bide. Ji bo wê heta kêliya dawî em li navendan bin.

Dawiyê ku faşîzm li erdê digevize, em ê li ser bedena wê ku can bide govenda azadiyê bigerînin. Wê demê em ê bêjin ku me gurzekî mîna Rustemê Zal me li dijmin da û li erdê da. Em ê wê demê bêjin mîna Kawayê Hesinkar mejî li Dehaq rijan agirê azadiyê dadin. Wê demê em ê dirûşma Kawayê Hemdem Mezlûm Dogan ‘Berxwedan Jiyan e’ biqîrin, govenda serketinê bigerînin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar