Meclisa Tenduristî û Ewlekariya Kar a Karkeran a Stenbolê (ÎSÎG) rapora xwe ya cînayetên karkeran a meha hezîranê aşkera kir. Li gorî raporê di meha hezîranê de herî kêm 188 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Di dewam raporê de wiha hat gotin: “Em ê weke Meclisa ÎSÎG’ê têkoşîna xwe ya li dijî cînayetên karkeran dewam bikin.”
Derbarê cînayetên kar ên karkeran de, di raporê de ev agahî hatin parvekirin: “Ji 188 karkerên jiyana xwe ji dest dan 147 jê karmend û karkerên bimûçe, 41 jê karkerên dikandar û cotkar in. Ji karkerên mirin 4 jê jin in. Dîsa 8 zarokên karker jiyana xwe ji dest dan û ev mirinên zarokan di karê çandiniyê de rû dane.” STENBOL