KCK: Divê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Işik: Erdogan li tiştekî xwe lê bigire digere

Rojnameger Fehîm Işik anî ziman ku AKP bi hevdîtinên li Rojhilata Navîn û qada navneteweyî re li tiştekî xwe lê bigire digere û got ku lê zor e li hemberî tevgera azadiya kurd bi ser bikeve.

AKP-MHP ku di hilbijartinên herêmî de derbeke mezin xwar, dîsa di polîtîkayên şer de li çareyê digere. Tirkiye ku beriya hilbijartinê di qada Rojhilata Navîn û navneteweyî de hevdîtinên dîplomatîk pêk anî, dixwaze şerê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û başûrê Kurdistanê kûrtir bike. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di çarçoveya vê planê de, wê di 22’yê nîsanê de serdana Bexdayê bike. Di 9’ê gulanê de jî dê li Qesra Spî bi serokê Amerîkayê Joe Biden re bicive.

Rojnameger Fehîm Işik çûnhatina hevdîtinan a AKP’ê ya li Rojhilata Navîn û qada navneteweyî nirxand.

Işik anî ziman ku armanca sereke ya AKP’ê ya di van hevdîtinan de bêbandorkirina tevgera azadiyê ya kurd e û wiha got: “Tirkiye bi ‘Plana Çokşikandinê’ qirkirinê jî din nav de armanc kir ku ser pirsgirêka kurd bi temamî bigire. Li Başûrê Kurdistanê gelek baregehên leşkerî ava kir, hejmara leşkeran zêde kir û ji PDK’ê jî piştgiriyeke zêde wergirt. Lê encama ku dixwest bi dest nexist.”

Işik diyar kir ku Tirkiye ji bo careke din encamekê bi dest bixe hewldanên xwe didomîne û got ku ew dixwazin bi piştgiriya Iraqê leşkeran bişînin herêmên PKK’ê. Işik bal kişand ser hevdîtina ku wê bi DYA’yê re bê kirin û got: “Li gorî daxuyaniyên rêveberiya Bexdayê û pêkhateyên siyasî yên din, zehmet e ku Tirkiye bigihêje armanca xwe. PDK, diyar kir ku wê rasterast daxilî nava şer nebe û ger lihevkirinek bi hikûmeta navendî re bê kirin, wê barê wan sivik bibe.”

Işik anî ziman ku zehmet e Erdogan encamekê ji serdana xwe ya Bexdayê bigire û got ku Bexda dê li benda encamên hevdîtinên bi Qesra Spî re bimîne. Işik da zanîn ku di hevdîtinên bi DYA’yê re ne tenê başûrê Kurdistanê, Rojava jî wê were nîqaşkirin û got: “Amerîka wê bi rengekî xwestekên Tirkiyeyê asteng bike. Bêyî erêkirina DYA’yê Tirkiye nikare guleyekê jî bera Rojavayê bide. Axirê DYA, poltîkayeke li gor berjewendiyên xwe dimeşîne. Erdogan Ji bo ku desthilatdariya xwe winda neke li tiştekî ku xwe lê bigire digere. Ev rewş, bi kêrî DYA’yê tê. Di rewşeke wiha de wê DYA hewl bide ku sûdê ji qelsiya Tirkiyeyê bigire. Amerîka, dibe ku li başûrê Kurdistanê, pêvajoyeke şer bide meşandin. Ji aliyê din ve jî, wekî ku serokê Amerîkayê ragihand, dikare di ser Rojavayê re li ser herêmên kurdan ber bi lihevkirineke bingehîn ve biçe. Helbet ev ne tiştên demkurt in. Li vir weziyeta tevgera kurd jî girîng e. Ger DYA erê bike jî, karê Tirkiyeyê yê li hemberî tevgera azadiyê ya kurd ne hêsan e.”

Işik da zanîn ku Tirkiye stratejiyeke ku hêzên kurd li hemberî hev şer bikin dimeşîne û got: “Ev polîtîka rengevdana nêzîkatiyeke nijadperest û neteweperest e. Dema kurd dimirin, hesabdayînê hîs nake. Lê tevî ku mirina leşkerên xwe yên biheq yan jî profesyonel ji raya giştî veşêre jî, divê hesab bide. Çi cerdevan, çi hêzên PDK’ê, çi jî yên di warê siyasî de piştgiriyê didin, divê li vê bifikirin. Navê cerdevanan hat aşkerekirin. Em gelekê wan nas dikin, serekên eşîran in ku dewleta tirk di şer de ew dane pêş. Yên ku divê werin ser hişê xwe û bifikirin, ew kurd in ku piştgiriyê didin polîtîkayên Erdogan û bi wî re tevdigerin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar