Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Îşkence li xwepêşandarên girtî tê kirin’

Di dema xwepêşandanên li navçeya Ranyayê de gelek kes hatibûn binçavkirin, piştre jî hinek ji wan hatibûn berdan. Hinek jê niha di girtîgehê de ne

Navenda Nûçeyan 

Welatiyê bi navê Ehmed Ezîz diyarkir ku kurê wî yê bi navê Mihemed ê 16 salî di girtîgehê de ye heqaret lê tê kirin. Mamostayê hatibû girtin û piştre hate berdan jî got, di girtîgehê de îşkence li ciwanan tê kirin.

Di xwepêşandanên dawiyê yên li başûrê Kurdistanê de 10 kes hatin kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûn. Her çiqas xwepêşandan bi dawî bûne jî lê hîna nerazîbûna gel a li dijî desthilatê berdewam dike.

Welatiyê bi navê Ehmed Ezîz diyarkir ku kurê wî yê binavê Mihemedê 16 salî di roja duyem a xwepêşandanên li navçeya Ranyayê de hatiye binçavkirin û hîna nehatiye berdan. Ehmed Ezîz da zanîn di girtîgehê de heqaret li kurê wî tê kirin. Her wiha daxwaz ji aliyên peywendîdaran kir ku kurê wî were berdan û wiha got “bila hêzên ewlehiyê lêkolîna xwe ya li gel de berdewam bikin, kes li pêşiya wan nabe asteng, lê bila ne bi îşkence û heqaretê be”.

Ehmed Ezîz di derbarê sedema xwepêşandanan de jî wiha got: “Ne rewa ye ku bi guleyan bersiva xwepêşanderan were dayîn. Em hemû jî dizanin di berîka ciwanên vî welatî de dinarek tineye. Lê zarokên berpirsan di nava jiyanek xweş de dijîn. Em bi karkeriyê pere bidest dixin, lê ew bêy westan pere bidest dixin. Ji ber vê bêdadiyê ev ciwan dest bi xwepêşandanan dikin.”

Ehmed Ezîz da zanîn hêzên ewlehiyê dosyayek li ser kurê wî amadekirine û dibêjin di dema xwepêşandanan de bi demanceyê gule berdaye hêzên ewlehiyê. Ehmed got, “Lê tu belgeyek ya van gotinan piştrast bike tune. Ger belge hebin bila kurê min ceza bikin, ger nebe jî bila di zûtirin wî berdin.”

Mamostayê bi navê Yasîn Ebdullah ku ew jî di dema xwepêşandanan de hatibû binçavkirin û piştre hatibû berdan, got: “Di nava pênc salên derbasbûyî de em hertim li qadanin û daxwaza mafên xwe dikin. Her carê jî desthilatê bi karanîna hêzê û şidetê xwestine dawî li xwepêşandanan bînin. Xwepêşandanên îsal jî ji ber binkeftina Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêmê bûn.”

Mamosta Yasîn da zanîn di dema xwepêşandanan de hêzên ewlehiyê li Ranyayê dest bi binçavkirina welatiyan kirine û heta niha jî hinek ji ciwanên tevli xwepêşandanê bûne di girtîgehê de ne. Mamosta Yasîn diyarkir di nava kesên girtî de ciwanên temenê wan ji 14 salî û ber bi jor ve hene û wiha domand: “Li tu deverên cihanê kesên temenê wan di jêr 18 salî de nayên girtin. Dema em hatin binçavkirin, me dît ku ciwanên temenê wan 16 sal bûn êşkence li wan dihat kirin daku sucê li ser xwe bipejirînin. Ev kiryar li dijî mafên mirov û demokrasiyê ne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar