Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Îşkence wekî ‘kêmasiya peywirê’ hat hesibandin

Derbarê 3 cendirmeyên ku îşkence li gundiyan kiribûn de li şûna ‘Îşkence û memeleya xerab’ di çarçoveya peywirê de ‘derbaskirinas sînorê bikaranîna rayeya zorê’ doz hat vekirin

Di 17’ê Kanûna 2018’an de li nêzî gundê Babexê yê navçeya Hênê ya Amedê polisek hatibû kuştin. Piştî kuştina polis, cendirmeyên Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Hênê bi ser gundê Şelê yê nêzî gundê Babexê de girtibûn, gundiyên bi navê Alî Îhsan, Abdûlsamet, Ayhan Opçîn û Tûncay Opçîn binçav kiribûn û di bin çavan de îşkence û memeleya xerab li wan kiribûn. Ev yek bi rapora tenduristiyê jî hatibû tespîtkirin. Lê di doza ku piştî serlêdana her çar gundiyan hat vekirin de derbarê cendirmeyên bi navê Hasan Huseyin Y., Mevlud T. û Mûrat S. de li şûna ‘îşkence û memeleya xerab’ di çarçoveya peywirê “derbaskirinas sînorê bikaranîna rayeya zorê’ de angaştname hat amadekirin.

Di angaştnameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Hênê ve hatiye amadekirin de, li gel tespîta îşkenceyê ya bi rapora tenduristiyê jî tê gotin ku her çar kes jî bi awayekî hêsan birîndar bûne. Di angaştnameyê de tê diyarkirin ku her sê cendirmeyan îşkenceya ku kirine red kirine û vê hinceta wan a îşkenceyê tê vegotin; ji ber ku hewa bi şilî, cihê hatin girtin bi kevir û li dijî girtinê derketin û reviyan birîndar bûne.

Di angaştnameyê de ji ber sûcê ‘derbaskirinas sînorê bikaranîna rayeya zorê’ di navbera 6 meh û salekê de ceza girtîgehê ji her sê bersûcan re hat xwestin. Angaştnameya ku hat amadekirin ji aliyê Dadgeha Cezayê ya Asliyeya Sûlhê ve hat qebûlkirin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar