Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Îşkencekarê DAIŞ’î yê alman hate girtin

Şervanên YPG’ê di encama operayonekê de çeteyê DAIŞ’î yê alman Martîn Lemke ku di nav çeteyan de bi îşkencekirina gel tê naskirin û dixwest bireve, girt

Qonaxa Şerê Tunekirinê ya ku şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de li navçeya Hecîn a gundewarên wê daye destpêkirin, ber bi dawiyê ve diçe. Her ku diçe çeteyên DAIŞ’ê li herêmêke tengtir tên dorpêçkirin û gelek ji van çeteyan xwe radestî şervanan dikin. Hat zanîn ku şervanên YPG’ê hemwelatiyekî Almanyayê ku dewleta alman lê digeriya, girt.

Şervanên YPG’ê dan zanîn ku duh şevê çeteyê DAIŞ’ê yê bi navê Martîn Lemke tevî hevjîna wî ya fransiz dema ku dixwest ji Dêrazorê bireve, hate girtin. Hat zanîn ku Lemke li navçeya Zeîtzê ya Leîpzîg a Almanyayê ji dayik bûye û di sala 2012’an de li Hîldesheîmê komên çete nas kirine. Tê gotin ku Lemke bi alîkariya berpirsê DAIŞ’ê yê  Almanyayê Abû Walaa tev li DAIŞ’ê bûye û di sala 2014’an de jî tevî hevjîna xwe Julîe M. derbasî Sûriyeyê bû.

Martîn Lemke ku li Hîsbahê di nava yekîneya polîsên DAIŞ’ê de dixebitî, piştre li Amniyatê tev li karên îstîxbaratê bû. Tê gotin ku Lemke kesên ku DAIŞ’ê ji wan guman dikir direvandin û bi îşkenceyê didan axaftin. Her wiha gelek girtîgeh di bin berpirsyariya wî de bûn.

Di şerê bi HSD’ê re birîndar bû

Li gorî nûçeya rojnameya Bîldê, Lemke di dawiya sala 2018’an de li herêmên dawî yên DAIŞ’ê yên li nêzî sînorê Sûriye-Iraqê, di şerê bi HSD’ê re de birîndar bû. Nayê zanîn bê ka Lemke û du hevjînên wî anîne Almanyayê û dê bên darizandin yan na. Hat diyarkirin ku hefteya din nêzî 130 çeteyên fransiz ên li Rojava girtî bi balafirê birin Fransayê û hatin darizandin.

Lê biryareke wiha ya Almanyayê nîne. Tevî Lemke û du hevjînên wî, di destê YPG’ê de 38 welatiyên alman ên DAIŞ’î hene. Rêveberiya xweser gelek caran bang li hikûmeta alman kir ku hemwelatiyên xwe bibin.

2700 çete girtî ne

Di destpêka çileya îsal de jî YPG’ê da zanîn ku di operasyoneke hêzên wan a li Hecîn û derdora Dêrazorê de 8 çeteyên DAIŞ’ê yên ozbek, tacîk, kazak, ukraynî, rûsî, amerîkî û alman hatine girtin. Her wiha Lucas Glab ku alman e, li Almanyayê biryara girtinê hate dayîn. Niha 2700 çeteyên DAIŞ’ê li Rojava girtî ne. Ji van çeteyan 800 jê ji 46 welatên Rojava ne. Rêveberiya Rojava gelek caran bang li DYA, Fransa û Almanyayê dike ku darizandina DAIŞ’iyên biyanî bigrin ser xwe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar