Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Îskender Bayhan: Desthilatdarî tecrîdê bi kar tîne

Parlamenterê EMEP'ê yê Stenbol Îskender Bayhan diyar kir ku desthilatdarî hewl dide bi tecrîdê polîtîkaya zextê rewa bike û têkoşîna hevpar asteng bike û got ku karker û kedkar mehkûmî mêtingerî û şer tên kirin.

Parlamenterê Partiya Kedê (EMEP) ê Stenbolê Îskender Bayhan bi wesîleya salvegera Komploya Navneteweyî têkildarî guhertinên li Tirkiyeyê çêbûne û rewşa gelê kurd û kedkaran ji ANF’ê re axivî.

Bayhan der barê pirsgirêka kurd de got ku: “Di pêvajoya piştî Sûriyeyê de, êdî dewletê polîtîkayên osmanî yên nû şopand. Tirkiyeyê ji bo vê polîtîkayê bi welatên mîna Îran, Rûsyayê re hevkarî kir û armanc kir ku gelê kurd li ser vê erdnîgariyê nebe xwedî mafê gotinê. Divê kedkar û karkerên li Tirkiyeyê jî 25 salên borî bi vî rengî fêm bikin.”

Bayhan bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Di serî de Îmralî polîtîkaya tecrîd û zextê ya li girtîgehan, îro ji aliyê Erdogan û rejîma wî ve weke pergala rewakirina polîtîkaya zext û mêtingeriyê tê karanîn. Di polîtîkayên tecrîd û zextê de jî mijareke din a girîng jî, tê armanckirin ku di nava gelê kurd de têkoşîna hevpar bê lewazxistin.”

Bayhan ragihand ku li Tirkiyeyê têkildarî tecrîdê ger 3 nuqteyên esas bên çareserkirin, wê gelek pirsgirêk çareser bibin û ev xal diyar kirin:

* Rakirina tecrîdê wê çi zirarê bide karker û kedkarên vî welatî? Ti zirarê nade. Wê çi zirara wê hebe ku Abdullah Ocalan bi malbat, parêzer û nûnerên siyasî re hevdîtinê bike? Ti zirara wê nîne. Di berê de ev yek çêbûn, ti zirara wê çênebû.

* Ji aliyê sekinandina operasyonên ji sînor wêdetir, sekinîna operasyonên leşkerî û sekinîna mirinên leşkeran û lewazxistina şer û kaosa li vê herêmê ve jî wê çi zirara wê hebe? Ti zirara wê nîne, berevajî wê erênî be.

* Divê budçeya ku ji şer re hatî rakirin, li vî welatî ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, aştî, wekhevî û başkirina jiyana gel û kedkaran bê bikaranîn.

Ev pêngavên pir hêsan in, pêkanîna wê ne zehmet e. Dema ev pêngav hatin avêtin, karker û kedkarên tirk, gelên bindest û kedkar wê li vî welatî bibin xwedî destkeftî. Yên vî welatî bi rêve dibin, ji bo desthilatdariya xwe bidomînin karker û kedkaran mehkûmî mêtingerî û şer dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar