Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Îsot xweş e lê belê…

Jinên Kobanê ku li Pirsûsa Rihayê di bin germahiyeke bilind de îsotan berhev dikin, bal kişandin ser zor û zehmetiyên xebatê û diyar kirin ku îsota Rihayê xweş e lê di bin germahiyeke bilind de berhevkirina wê qet ne xweş e

Her çend li cîhanê îsota Rihayê bi nav û deng be jî, lê belê li nav erdan li ber germahiyeke dijwar berhevkirina wê ji bo karkeran zehmet e. Li taxa Mizêbila Jêrîn a Pirsûs a Rihayê, jinên kobaniyî yên îsotê berhev dikin bal kişandin ser zor û zehmetiyên kar. Jinan anî ziman ku ew serê sibê saet di 5’an de radibin û heta 6’ê êvarî dixebitin.

Serhildan Hacimûrat ku di dema êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Kobaniyê berê xwe da Pirsûsê, diyar kir ku îsota Rihayê xweş e lê berhevkirina wê qet nexweş e û wiha got: “Em serê kîloyê dixebitinê û serê kîloyê jî 75 qurîş ji me re ye. Ger ne ji mecbûrî me ma kî dixwaze di vê germê de bixebite.”

Tevî du zarokên xwe dixebite

Zergê Hesen ku ji ber heman sedemê berê xwe daye Pirsûsê û bi tevî du zarokên xwe dixebite, anî ziman ku dema ew îsotan berhev dikin destê wan dişewite û wiha domand: “Di germê de bêtir dişewite. Em dûrî warê xwe ne. Ma tu der wekî warê mirov dibe? Ji ber vê germahiyê em nexweş dikevin. Ez û du zarokên xwe yê 14 salî dixebitin.”

Ji sibê heta êvarê dixebitin

Her wiha jina bi navê Meysa Ahmî jî ev tişt anî ziman: “Îsota Rihayê xweş e, lê di vê germahiyê de berhevkirina wê qet nexweş e. Em ji sibê heta êvarê di vê germahiyê de dixebitin. Ev germahî carinan dibe 48 pîle. Lê em mecbûr in. Em penaber in. Li malê kes namîne, tevî zar û zêçan em hemû dixebitin. Ji bo hinek pere bikeve destê me û em pê debara xwe bikin heta êvarê dixebitin.” RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar