Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Îsraîl dixwaze koloniyên Şerîaya Rojava tevlî xaka xwe bike

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû, soz da ku koloniyên li Şerîaya Rojava ku raya giştî ya cîhanê weke der qanûnî dibîne, bi Îsraîlê ve girê bide

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû, soz da ku heke hilbijartinê qezenç bike, wê koloniyên li Şerîaya Rojava bi Îsraîlê ve girê bide.

Netanyahû ku ji televîzyona Îsraîlê ya bi navê Îsraîl 12 re axivî wiha got: “Bêyî cudatî bixim navbera koloniyên ku di navbera blokên koloniyan (ên herî mezin) de îzole bûne, ez ê bixin bin serweriya Îsraîlê.”

Koloniyên li herêmên ku Îsraîlê sala 1967’an û pê de dagir kirî hatine avakirin, li gorî hiqûqa navneteweyî derqanûnî ne. Beşeke mezin a raya giştî ya navneteweyî van koloniyan li pêşiya aştiyê weke astengeke mezin dibîne.

Tê diyarkirin ku Netanyahû ji bo ku dengê rastgir û milliyetgiran ên di hilbijartina wê 9’ê Nîsanê li Îsraîlê pêk bê bigire, serî li mijareke wiha daye.

Zêdetirî 400 hezar Îsraîlî li koloniyên Şerîaya Rojava dijîn. 200 hezar kes jî li herêmên ku LiQudsa Rojhilat hatî dagirkirin û bi Îsraîlê ve hatî girêdan, dijîn. TEL AVÎV

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar