Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Îsraîl ji Tirkiyeyê destegul naxwaze!

Taybetiyên Îsraîlê pir in û pir jî sofistikene. Gelek ji wan nayên zanîn. Lê yek ji wan taybetiyan heye ku ne veşartiye. Hemû derdorên cîhanê pê zanin. Ew jî têkiliya wî ya ‘dostaniyê’ ye. Îsraîl têkilî û ‘dostaniya’ xwe ya bi dewlet, welat, gel û rêxistinan re rasterast di ser pîvana berjewendî û ewlehiya cihuyan ava dike.

Ev taybetmendî di peymana ku demek berê Îsraîl û Mîrîtiyên Ereb (Imarat) mohrkirin de jî aşkera bû. Hema hema, hemû peymanên ku Israîl mohr dike di navbera van pîvanan de ye.

Ev, ji bo Tirkiyeyê jî wisa bû. Dema hikûmetên tirk di navbera van pîvanan de têkiliyên xwe bi Îsraîlê didan û disend “dostê” Îsraîlê bû. Lê dema ji nav van pîvanan derket û şûnve “dostaniya” heyî jî bi ber bayê re çû.

Di van rojan de careke din li ser avakirina dostaniya hikûmeta tirk û Îsraîlê şîrove tên kirin. Dema mirov li ser şîroveyan dihure bi hin rastî û nerastiyan re rûbirû dimîne.

Werin em bi hev re ji bo vê li du mînakên tên servîskirin mêzekin. Yek ji mînakan servîskirina ‘pîrozkirina cejna gelê cihuye’. Tê gotin ku Serokomarê tirk Erdogan cejna cihu ya Xanuk pîroz kiriye. Divê mirov neheqiyê neke. Jixwe Erdogan her sal cejna gelê cihu ya Xanuk pîroz dikir. Lê îsal di metna pîrozbahiyê de negotine “ez cejna cihuhên li Tirkiyeyê dijîn pîroz dikim”. Ji bo ku gotiye: “Cejna gelê cihu piroz dikim” şîroveger ji vê wezîfe derdixin û dibêjin: “Erdogan bi vê rengî peyama xweşkirina dostaniyê daye Îsraîlê.”

Mînaka din jî daxuyaniya roja 25’ê kanûna 2020’î ye. Di wê daxuyaniyê de jî Erdogan dibeje: “Di qada sîxuriyê de têkiliyê me û Îsraîlê qut nîn e. Niha jî didomin. Tenê bi çend pêşengên Îsraîlê yên niha li ser textin re tengasiyên me hene. Lê em dixwazin danûstendinên heyî derxin radeyeke baştir.”

Dîplomasî û têkiliyên Îsraîlê di ser mînakên wisa de tefak û dostaniyan ava nake. Dixuye ku şîrove û analîzên di ser van mînakên sivik de tên kirin xwedî mexset in. Dixwazin bi van gotegotên sivik hin mijarên li pişt derî û dîwarên tarî tên ristin veşêrin. Bi gotineke vekirîtir dixwazin me bixapînin. Heke di siberojên nêz de ji nûve têkiliyên Tirkiye û Îsraîlê geşbin xwediyê van nûçe, şîrove û analîzan dixwazin em bawer bikin û bêjin vaye geşbûna têkiliyên navbera her du aliyan de pêk hatî li ser van çend mînakan li pêş ketine.

Em hemû bi hevre baş zanin ku Îsraîl bi destegulan û bi daxuyaniyên “xoşevîst” têkiliyên xwe birêve nabe. Ev ji bo têkiliyên bi Tirkiyeyê re jî wisa ne. Lê bi kîjan têkiliyan pêkan e ku navbera Tirkiye û Îsraîlê berbihev were.

Di vê babetê de daxwazên Îsraîlê ne veşartîne. Yek ji wan dijîtiya Îranê ye. Îsraîl vê xalê ji bo xwe wek xala man û nemanê dihesibîne. Her kî pozîsyona xwe di vê çarçoveyê de çêke bi awayê stratejîk dibe “dostê” Îsraîlê.

A niha kes qal nake jî di hin hewildanên serokomarê tirk û Serokwezîrê Azerbaycanê yên demên dawî de posîzyona dijîtiya Îranê heye. Tenê avakirina pozîsyonan têr nake. Hewldanên wisa hê ji hêzên cîhanê yên emperyal destek negere ne pêkan e fonksiyona pozîsyoneke wisa hebe. Bi sazkirina têkiliya Tirkiye û Îsraîlê ji vê re karê bingeheke mezin derxe holê. Dixuye ku Erdogan û Serokomarê Azerbaycanê Ilhan Aliyev li pişt deriyên girtî vê mijarê bi hev re ristine.

Ev di agahiya malpera web a Axios ya Îsraîlê de dertê holê. Peyamnêrê malpera Axios Barak Ravid di nivîsa xwe ya 23’ê Kanûna 2020’ê de dibêje: “Azerbaycan dixwaze di navbera Îsraîl û Tirkiyeyê de navbeynkariyê bike”.

Ne ev tenê her wiha Wezîrê Karê Derve yê Azerbaycanê Ceyhun Bayramov di hevdîtina  Wezîrê Karê Derve yê Îsraîlê Gabî Aşkenazi de diyar dike ku pozisyona Bakuyê derfet çêdike ku di navbera Tirkiye û Îsraîlê de xweşbêjiyek ava bibe.

Di vê navberê de hunereke klasîk yê Serokomarê tirk Erdogan jî dikeve dewrê û bi devê şêwirmenê Aliyev dide zanîn ku “sedemê zêrandina navbera Tirkiye û Israîlê ne Erdogan e. Hin şêwirmenê Erdogan berpirsê vê ne.”

Ev bi gelek daxuyanî û helwestên din jî xuya dikin.

Li Bakuyê mînaka xwendina helbesta ya ji aliyê Erdogan ve ku digot: “Çemê Erez xitimandin. Bi kumê tije kirin. Ez naxwazim veqetim. Min bi zor veqetandin”

Piştî vê gefa Serokê MHP’ê Dewlet Baxçelî ya li dijî Îranê nîşaneyên nû ne.

Taybet jî ev nîşane piştî Şerê Qerebaxa Çiyayî ku Ermenistan têk çû derketin holê.

Îran û Rûsya van nîşaneyan çawa şîrove dikin naye zanîn. Lê ev pozisyona bi hêza tirkên Turan û Azerbaycanê dertê holê û her diçe xwe birêxistin dike mexseta xwe diyar e. Ew mexset û armanc jî ev ku di destpêkê de rêya bejayî ya navbera Azerbaycan û Nahçivanê bide vekirin. Dema ev pêk were Tirkiye û Azerbaycan bi bejahî bi heve tê girêdan. Ev ji bo hemû nijadên tirk dibe kela nijadperestiyê. Hêla bandora li ser 25 milyon azeriyên li Îranê dê bê hesab be. Awirê azeriyên li Îranê vegerîne bi ser Azerbaycanê ve. Encameke wisa ne tenê ji bo Îranê, li gel Îranê ji bo baxçeyên pişt mala Moskovê jî heta ber dev xetere.

Di be ku Îsraîl ji bo Rûsyayê nexeyîdîne deriyê xwe bi aşkera ji van daxwazên Erdogan û Aliyev re nede serpişt. Lê ne pêkan e ku ji pozîsyoneke wisa re di pişt deriyan de nekeve nav bazaran.

Nûçeyên Têkildar