Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Îsraîl û Îran dadikevin qada şer!

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Li gorî bûyer û êrîşan, tê xuyakirin ku Îsrail û Îran, gav bi gav xwe davên nava şer. Erê, ji mêj ve nîşanên şerê navbêna van herdu dewletan dihat diyarkirin, lê weke dewlet û yekser bi hêzên xwe yen leşkerî ve, yên arteşî yekser  nedihatin hemberî hev û heta niha yekser neketin nava şer. Belê mirov bala xwe dide şerê navbera kom û hêzên bi van dewletan ve girêdayîne, gur û dijwar dibe. Heke wisa dewam bike, demek nêz û ne dûr hêzên van dewletan, yekser tên hemberî hev û dikevin nava şer û şêrê navdewletî destpê dike.

Hema çend mînakan ji şerên navbera van kom û rêxistinên serbi Îran û Îsraîlê ve yên vê hefteya dawî wisa dikare were rêzkiririn:

  • Êrîşên bi SÎHA, çûn ser payigahên DYA’yê yên li bajarê Hêsîça-herêma Şedadê!
  • Komên şîa yên iraqî yên bi navê Berxwedana Îslamî, êrîş birin ser baregehên DYA’yê, yên nêzî balafira bajarê Erbîlê. Êrîşkaran gotin, “Em bi van çalakiyan, tola Xezayê ji Îsrailê distînin”!
  • Hûsiyan, dîsa bi fuzeyên balistîk êrîşî 2 geştiyên bazirganî yên Behra Sor kirin.
  • Îsraîl, êrîş bir ser rêveberên Hemasê, cîgirên serokê wê Salih el-Arûrî û 5 hevalên wî kuştin. Ji ber ku ev êrîş li herêma bajarê Bêrûdê ya Hizbullaha Libnanê lêserwer e pêkhatiye, ev êrîş dikare nakokiyên navbêna Hizbullaha Libnanê û Îsraîlê derxe asta şerekî mezin.
  • Li Îranê jî teqînên mezin pêk hatin. Di dema bîranîna Qasim Silêmanî yê Fermandarê Hêza Qudsê ya Arteşa Parazvanên Şoreşê ya li Eyaleta Kîrmana Îranê, 2 teqîn li pey hev pêkhatin û zêdeyî 100 kesan hatiye kuştin û gelek kes jî birîndar bûn. Jixwe tê zanîn ku Qasim Silêmanî ji aliyê DYA’yê hatibû kuştin û her wiha ji aliyê Îranê ve dîsa tê gotin ku “ev teqîn jî ji aliyê DYA’yê pêk hatine”! Wezîrê Bergiriyê Îranê Aştiyanî, bi daxwiyaniya xwe, hilwestek tûj nîşanî DYEyê dide û dibêje “DYEyê, bi van êrîşan hevsengiya herêmê xeradike “ û hwd!

Li gel van bûyer û êrîşan, di trafika siyaset û diplomasiyê de jî, hinek guhertinên balkêş hene.

Mînak, Serokê Îranê ÎIbrahim Reîsî çûyîna xwe ya Tirkiyeyê da rawestandin û guman heye ku biçe Erebistana Siûdî!

Her wiha Wezîrê Derve yê DYA’yê Antony Blinken jî çûyîna xwe ya ÎIsrailê da rawestandin, guman heye ku biçe Tirkiyeyê.

Li aliyê din, Erdogan dibêje; “Em ê baregehên xwe yên li Başûr û Iraqê bi hêztir bikin”!

Piştî hilbijartinên Iraqê, aloziyên welêt û nakokiyên navbera rêveberiyên Bexda û Erbîlê nehatin çareserkirin. Yek ji van mînakên balkêş, nakokiyên li Kerkûkê bûn, çareser nebûn, berovajî hîn xurtir bûn.

DYA’yê û hevpeymana navdewletî, li Rojava; bi taybetî jî li herêma petrolê ya Rimêlan hêzên xwe yên leşkerî bi hêztir dikin.

Van bûyer û êrîş, gotin û daxuyaniyên tûj, trafika siyaset û diplomasiya balkêş û hwd.nîşan dide ku gumana şer mezin, xurtir dibe.

Di heman demê de ev nîşanên ku êdî gav bi gav ji qonaxa şerê wesayêtê derbasî şerê yekser ên dewletan dibe. Her wiha, heke şer û pevçûn wisa germtir û berfirehtir û mezinitir bibe, şer di asta du dewletan; Îran û Îsrail tenê jî namîne, şer û ceng hîn mezintir dibe û derbasî qonaxa şerê cîhanî yên dewletan û bi navekî din şerê cîhanê yê 3’yemîn dibe.

Di vê navberê de şerê devkî yê nava Receb û Netanyahû jî dewam dike. Jixwe, doza dadgehkirinê li Laheyê ya ji bo Îsrailê hatiye vekirin.

Bila ev mijar, bimîne ji nivîsa hefteya dahatû re.

 

Nûçeyên Têkildar