Navenda Nûçeyan |
Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan di rapora xwe de ji bo polîtîkayên Îsraîlê yên li ser erebên li Îsraîl û filistîniyan got ‘apartheîd’.
Hîn beriya rapor bê weşandin Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê got ku belavoka propagandayê ye, eleqeya xwe bi bûyer û rastiya li qadê nîne û diyar kir ku ji aliyê rêxistineke ku li dijî Îsraîlê xwedî ajanda ye, hatiye amadekirin.
Mehên dawî rêxistinên civakî yên Îsraîlî mîna B’Tselem jî polîtîkayên Îsraîlê yên li ser Erebên Îsraîlî û li ser fîlistîniyên li Şerîa Rojava, Gazze û Rojhilatê Qûdsê bi gotina ‘apartheîdê’ pênase kirin.
Lê belê yekemcar di asta navneteweyî de rêxistineke civakî ya sivîl ku mafên mirovan diparêze got ‘polîtîkaya apartheîd’ê.
Di rapora HRW’ê de wiha hat gotin: “Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan li gorî lêkolînên xwe gihîşt wê encamê ku hikûmeta Îsraîlê li ser nifûsa erebên îsraîlî û fîlistîniyên li xaka dagirkirî bi zanebûn serweriyê dimeşîne.”
Li gorî HRW’ê dema ku ‘zilma bi rêk û pêk’ û ‘çalakiyên li derveyî mirovahiyê’ li ‘serweriya bi zanebûn’ bê zêdekirin, ev yek dibe sûcê ‘apartheîd’ê.
Pergala Apartheîdê
Apartheîd bi zimanê afrîkayî tê wateya ‘cihekariyê’. Apartheid pergala cihekaryê ye ku di navbera salên 1948-1994’an de ji aliyê hikûmeta Partiya Niştimanî ve li Komara Başûrê Afrîkayê û Afrîkaya başûrrojava ku girêdayî komarê bû, wek polîtîkaya dewletê dihat meşandin. Wê demê komar ji aliyê mirovên çermspî yên ewropî ve dihatin rêvebirin û li gorî vê pergalê nijadên çermspî ji nijadin din serdest bû.
Pergala Apartheîd li Afrîkaya Başûr ku demeke dirêj di bin mêtingeriya nijadên çermspî de bû û li dijî nijadên din cihekariyê hebû, di sala 1948’an de piştî hilbijartinan bû fermî û qanûnî. Li gorî qanûnan mirovên çermspî dikaribûn ji her tiştî sûd werbigirin lê mirovên din nikaribûn ji her tiştî bi têra xwe sûd werbigirtana.
Di wan salan de li Afrîkaya Başûr li dijî pergala apartheidê Tevgera Antî-Apartheîdê hatibû avakirin. Ev tevger piştî di sala 1994’an de bi pêşengtiya Nelson Mandelan ku yekemîn serokê çermreş ê welat bû, bû îktîdar û hemû qanûnên nijadperest-cihekariyê da rawestandin. Piştî ku rêveberiya Apartheîd hat tunekirin, tevger jî bi dawî bû.