Ji aliyê artêşa Îsraîlê ve 7 welatiyên filistînî hatin girtin. Her wiha artêşa Îsraîlê li gelek deverên Filistînê êrîşên hewayî pêk anî
Çavkaniyên Filistînê ragihand ku artêşa Îsraîlê piştî ku mal û milkên welatiyan wêran kirin, 7 kesên Filistînî girtin. Têkildarî mijarê dezgehên Îsraîlê gotin ku artêşa Îsraîlê bi îdîyaya ku ev kes beşdarî çalakiyên li dijî artêşê bûne, hatine girtin.
Her wiha hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê li gelek deveran êrîşên hewayî pêk tîne û di êrîşan de cara yekemîn e balafirên F-35 tên bi kar anîn. TEL AVÎV