Meha borî Afrîkaya Başûr serlêdaneke lezgîn li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî (UAD) ku navenda wê li Laheyê ye, kir û îdîa kir ku Îsraîlê piştî Qirkirina Yahûdiyan, Peymana Qirkirinê ya Neteweyên Yekbûyî binpê kiriye. Ev peyman sala 1948’an hatiye îmzekirin.
Pretorîa ji dadgeran dixwaze ku êrîşa Îsraîlê ya li ser Xezeyê “demildest” rawestînin.
Îsraîlê piştî êrîşa Hamasê ku hezar û 200 kes di vê êrîşê de mirin, soz da ku Hamasê tune bike. Li gorî daneyên dawî yên Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê di êrîşên Îsraîlê de herî kêm 23 hezar û 469 kes mirin ku piranî ji wan jin, ciwan û zarok bûn.
Piştî ku parêzerên Afrîkaya Başûr li Laheyê di 11’ê çileyê de semîner dan, Îsraîlê jî parastina xwe kir.
Li gorî ji parêzerên Îsraîlê Tal Becker, Afrîkaya Başûr têkildarî şerê li Xezeyê “mixabin wêneyekî hiqûqî û çêkirî ya nerast pêşkêşî Dadgehê kiriye”.
Becker diyar kir ku di êrîşa Hamasê de hovîtiyek qewimî û têkildarî vê yekê bi dîmenan wêneyek pêşkêşî dadgeran kir.
Becker îdîa kir ku endamên Hamasê “li pêş çavê dayik û bavan îşkence li zarokên wan, li pêş çavê zarokan îşkence li dayik û bavên wan kirine” û diyar kir ku ji ber destdirêjî û birîndarkirinê sûcdar in.
Parêzer anî ziman ku bersiva Îsraîlê çalakiyeke parastina rewa ye û sivîl hedef negirtine. Becker got: “Îsraîl li dijî Hamasê şerekî parastinê dimeşîne, ne li dijî gelê Fîlîstînê.”
Parêzerê Îsraîlê ragihand ku di bin van şert û mercan de “ji sûcdariya qirkirinê ya li Îsraîlê hatî kirin, sûcdariyeke din a şaştir an jî bi armanceke xirab nîne”.
Îsraîlê û mutefîkê wê Washîngton doza li ber UAD’ê bê bingeh dîtin û red kirin. Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netenyahû roja pêncşemê daxuyanî da û nerazîbûn nîşan da ku Îsraîl bi qirkirinê tê sûcdarkirin.
Netenyahû got: “Rêxistineke terorê li dijî gelê yahûdî ji Holokostê û vir ve sûcê herî mezin kir û niha hin kes li ser navê Holokostê wê diparêzin. Hûn çawa diwêrin tiştekî bi vî rengî îdîa bikin!”
Ji ber ku ev prosedureke lezgîn e, dibe ku UAD di nava çend hefteyan de biryara xwe bide. Lê wezîfeya wê ya pêkanîna vê biryarê, nîne. Mesele, ferman dabû ku Rûsya dagirkeriya xwe ya li ser Ûkraynayê bisekinîne. Lê dadgeh der barê esasê dozê, yanî Îsraîlê bi rastî jî sûcê qirkirinê kiriye yan na, wê biryar nede. Tenê wê têkildarî ku mafên bingehîn ên gelê Xezeyê niha di bin gefê de ye yan na, biryar bide.
Mafê Afrîkaya Başûr heye ku Îsraîlê bibe UAD’ê. Ji ber ku her du welatan jî Peymana Qirkirinê îmze kirine. Wezîrê Edaletê yê Afrîkaya Başûr Ronald Lamola roja pêncşemê ji dadgeran re gotibû ku Îsraîlê peyman binpê kiriye, hovîtiya êrîşa Hamasê jî vê yekê rewa nîşan nade.
Ji Afrîkaya Başûr parêzer Adîla Hassîm wiha gotibû: “Qirkirin tu carî ji destpêkê ve nayê îlankirin.”
Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê (ANC) a li ser desthilatdariya Afrîkaya Başûr, demek dirêj e piştgiriyê dide doza Fîlîstînê.
Serokê berê yê Dewleta Afrîkaya Başûr û dijberê apartheîd Nelson Mandela carekê gotibû ku bêyî fîlîstîniyan azadiya Afrîkaya Başûr wê “kêm” bimîne.